Aktivîst Sepîde Qulyan dîsa bi daraza Iranê re rû bi rû ye!

Sepîde Qulyan ku xebatên wê li ser girtîgehên Iranê di medyayê de bi awayê rojnivîs, belgefîlm û materyalên nivîskî cih digrin, dîsa bi daraza Îranê re rû bi rû ye.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîst Sepîde Qulyan ku bi salan e bi nasnameya xwe ya aktîvîst tê nasîn û li Iranê bi xebatên xwe yên li ser polîtîkayên çewisîner ên li dijî jinan di rêza pêşîn de ye, ji ber xebatên xwe yên parvekirina polîtîkayên girtîgehê û binpêkirina mafan û bêqanûniya li dijî jinan ku di dema zindanê de çêdibin divê îfade bide.
Sepîde Qulyan, a ku tiştên li Girtîgeha Bûşehrê qewimîn eşkere dike, rojnivîsan digirt û li ser înternetê parve dikir, jê hat xwestin ku bi sûcdarkirina "li dijî rejîmê probaganda kiriye" û "eşkerekirin" dê îfade bide. 
Sepideh Qulyan ji bo Girtîgeha Buşehrê gotibû: "Cihek nêzikî dawiya dinyayê ye"
Sepîde Qulyan diyar kir ku aktîvîst, ramanger û rewşenbîr bi salan e di bin zextan de dijîn û li ser medyaya civakî ev peyam parve kir; “Têkoşîn didome. Em dibin şahid ku bi salan e mirov çawa tên înfazkirin. Niha ew me dikarin bikujin jî bixeniqînin jî... " Aktîvîst Sepîde Qulyan têkildarî şert û mercên ku ew lê bûn got; “Ew der cihekî wisa ye ku nêzî dawiya dinyayê ye. Girtiyên jin di şert û mercên nemirovane de tên girtin. "