Hiqûqnas Şukran Eroglu: Peymanên navneteweyî tenê ji îmzeyan pêk nayên

Nûçeyên têkildarî damezrînerê Weqfa Hîranur Yusuf Ziya Gumuşel ê ku keça xwe ya 6 salî ‘zewicandibû’ Peymana Lanzarote anî bîra me. Parêzer Şukran Eroglu got ku peymanên navneteweyî tenê ji îmzeyek pêk nayên.

ELÎF AKGUL

Stenbol – Damezrînerê Weqfa Hîranur Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî zewicandibû. Piştî ku êrişa zayendî li dijî zaroka keç piştî salan ket darazê bûyer derket holê, rojnameger Tîmur Soykan naveroka îdianameyê ji raya giştî re ragihandibû.

Bûyera têkildarî Weqfa Hîranûr a ku bi nêzîkbûna xwe ya AKP’ê tê zanîn û belgeyên ku derketin holê Weqfa Ensarê anî bîra her kesê. Jixwe di demek berê de serokê berê yê MHP’yê Amedê ji dozeke wiha hatibû darizandin û dadgeh bi hinceta; “Îstîsmar be jî zarok razî bûye” beraet kiribû ku ev bûyer yek ji mînakên îstîsmara li ser zarokan bû. Derketina Cîhan Kayaalp ji girtîgehê ya bi def û zirne jî di bîra her kesê de ye.

Peymana Lanzarote jî di hedefê de ye

Li Girava Lanzarote ya Îspanyayê di 25’ê Cotmeha 2007'an de di navbera welatên endamên Konseya Ewropayê û dewletên din de têkildarî 'Sûîstîsmlkirina zarokan û paratina ji îstîsmara zayendî Peymana Konseya Ewropayê’ hat îmzekirin. Peymana Lanzarote ji bo pêşîgirtina zewaca zarokan bû jî loma piştî ku Tirkiyeyê Peymana Stenbolê betal kir ya Lanzarote jî kir hedef. Di bûyera dawî ya Yusuf Ziya Gumuşel û malbata wî ya kiryar de, pêwîstiya bi Peymana Lanzaroteyê careke din hat dîtin.

'Peyman tenê ji bo werin îmzekirin danaynin pêşiya mirov divê soz werin bicihanîn'

Seroka berê ya Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Şukran Eroglu, bal kişand ku tevî Tirkiyeyê 2010’an de Peymana Lanzaroteyê îmze kiriye û di 2011’an de kiriye meriyetê jî, êrîşa zayendî, mêtingehî ya li ser zarokan didome û tevê peymanê jî sûcdar nayên cezakirin û got: “Di zagonên ceza de ji bo sûcên li dijî zarokan tên kirin sedemên cezayê giran hene. Tê gotin ku divê ceza were girankirin lê di pratîkê te tiştek wisa tune ye. Wisa ye ku di bûyerên wiha de rewşên wisa hene ku em îsyan dikin. Zarokên ku ji aliyê malbatên xwe ve teslîmê cemaetan hatin kirin, li vî welatî xwe kuştin lê tu kesê dengê wan nebihîst.”

Şukran Eroglu, bal kişand ku têkildarî bûyerên îstîsmara li ser zarokan û tacîz tecawizê, dane tune ne û got: “Ev yek ji Tirkiyeyê şermeke mezin e. Ev tenê pirsgirêka zarokek me ya keç an jî zarokên me nîn e. Pirsgirêka me hemûyan e. Divê êdî li dijî van bûyeran bertekên mezin ên civakî werin nîşandan.”

'Şermezarkirin tenê bes nîn e’

Şukran Eroglu got ku hikumet tenê şermezar dike, ev tenê bes nîn e û wiha domand: “Peyman tenê ji bo îmzekirinê nayên pêşiya me. Divê mirov soza ku daye bi cih bîne. Ev sozeke navneteweyî ye. Bi cihanîna vê sozê divê hûn jinan biparêzin.”

'Bêyî mehra fermî merasîma olî nayê kirin'

Şukran Eroglu bal kişand ku di bûyera Weqfa Hîranur de tu kes nehatiye girtin, di zagona ceza de heta ku mehra fermî neyê kirin merasîma olî nabe û wiha domand:

“Em binêrin gelo ceza dikin? Bi têgehên wekî mehra mele bersiv didin. Bi têgehên ku zagonî nîn in û tu carî nayên qebûlkirin û ew kes nayên girtin. Ev kes milê xwe dihejînin û digerin. Bi rastî jî em êdî fam nakin. Ez çil sal in parêzer im, ez êdî nikarim tiştên wiha fam bikim û îzah bikim.”

Şukran Eroglu herî dawî got: “Em êdî dixwazin zarokên me neyên îstîsmarkirin, werin parastin, zarokên keç di temenê biçûk de neyên zewicandin, bixwînin, jin neyên qetilkirin. Em pergalek ku xwedî parlemanter û rêveberên ku bikarin van rêgezan pêk bînin dixwazin.”