Îdîanameya derbarê Selva El Hinedî ya ku ji ber hewîtiyê qebûl nekir hat qetilkirin temam bû

Der barê lêpirsîna Selva El Hinedî ya li Rihayê ji aliyê Ayad El Hasan ve ji ber teklîfa hêwîtiyê qebûl nekir hat qetilkirin, îdianame hat amadekirin. Danişîna ewil a doza ku dê kiryar bi sûcê "kuştina bi zanebûn" bê darizandin 3'ê Hezîranê bê dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Riha - Li Rihayê dayika zarokekî Selva El Hinedî ya 22 salî di 13'ê Kanûna 2021'ê de, li kolanê ji aliyê Ayad El Hasan ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku cenazeyê Selva El Hinedî ya ku li Taxa Yeşîlderîkê ji aliyê kesên kaxiz kom dikirin ve ji sîng û pişta xwe bi derbên kêrê hatibû kuştin ve hat dîtin. Ji ber ku qebûl nekiriye bibe hevjîna duyemîn demek dirêj ji aliyê Ayad El Hasan ve hatiye tehdîtkirin û piştre hatiye qetilkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve der barê Ayad El Hasan ê ku rojek piştî qetlîamê hat girtin û wî şandin girtîgehê de, îdianame hat amadekirin. Danişîna ewil a kiryarê ku dê bi sûcê "kuştina bi qestî" bê darizandin, dê di 3'ê Hezîranê de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin.

Ji ber redkirina teklîfa hêwîtiyê hatibû qetilkirin!

Selva El Hinedî ya ku piştî hevserê xwe winda kir 9 sal berê bi zarokekî xwe re ji Sûriyeyê hat Rihayê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan wek wergêr dixebitî. Selva El Hinedî ya ku dema li Rihayê dîma rastî gefên Ayad El Hasan ê ku tê diyarkirin xizmê wê ye dihat, li hemberî gefan neçar ma demek vegere Sûriyeyê. Piştre careke din vegeriya Rihayê, di vê pêvajoyê de careke din bi zextên Ayad El Hasan re rû bi rû ma. Selva El Hinedî ku teklîfê qebûl nekir piştî gefan, di 13'ê Kanûnê de ji aliyê Ayad El Hasan ve hat qetilkirin.

Danişîna ewil dê di 3'ê Hezîranê de bê dîtin

Ayad El Hasan ê ku piştî rojek qetilkirina Selva El Hinedî li cihê ku xwe veşartibû hat dîtin, hat girtin û şandin girtîgehê. Di lêpirsîna ku piştî bûyerê ji aliyê dozgeriyê ve hat destpêkirin de îdianame hat amadekirin. Di îdianameya hat amedekirin de îfadeyên kiryar, nasnameya Selva El Hinedî û raporên otopsiyê cih girtin. Piştî ku îdianameya bi sûcdariya "kuştina bi qestî" hat amadekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin, danişîna ewil a dozê dê di 3'ê Hezîranê de li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê bê dîtin.

Li bajêr di nava 4 mehan de yek jê bi guman 5 jin hatin qetilkirin!

Li bajarê ku di van demên dawî de cînayetên jinan lê zêde bûne, ji meha Çileyê vir ve yek jê bi guman û 4 jê kiryar diyar 5 jinan jiyana xwe ji dest dan.

10’ê Çileyê: Yasmîn Azîz a 23 salî ku di 7'ê Kanûna 2021'ê de, piştî bi zilamê ku pê re zewicîbû re nîqaş kir bi madeya şewatê bi giranî birîndar bû, di meha Çileyê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dosyaya Yasmîn Azîz a bi guman jiyana xwe ji dest da bi biryara neşopandinê hat girtin.

20’ê Çileyê: Nesîbe Alas a 30 salî li avahiya 3 qatî ya li Taxa Silêman Şah a navçeya Eyyûbiyeya navenda Rihayê, ji aliyê kesekî yan jî kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa bi çekê hat. Nesîbe Alas a ku dema zarokên wê li malê bûn rastî êrîşê hat jiyana xwe ji dest da. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.

6’ê Sibatê: Li Bozovayê cerdevanê gund Îzzet Devecî, xwişka xwe Aysel Yaşar û hevjînê wê qetil kirin.

24'ê Sibatê: Hanîfe Badilli li Taxa Akpinarê ya girêdayî navçeya Karakopruyê ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.

7'ê Nîsanê: Li Rihayê jina bi navê Yasemîn El Salih a Sûriyeyî di mala xwe de bi derbên kêran qetilkirî hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên ku li ser agahiya xizmên wê hatin malê, diyar kirin ku Yasemîn El Salih a ku destên wê girêdayî hatiye dîtin, jiyana xwe ji dest daye.