Çapemeniya Tûnisê bi paşketinê re rûbirû ye
Rojnamevanên Tûnisî bi salan têkoşîn û pevçûn ji bo azadiya ramanê meşandin da ku serhildana Tûnisê têk neçe û bedelên giran jî dan lê ev xewn zêde nedomiyan.
Tûnis – Di salên piştî şoreşê de, li Tûnisê gelek pêşketin çêbûn di warê medyayê de. Lê ev ast her çû daket, di Endeksa Azadiya Çapemeniyê de ji 180 welatan gihîşt rêza 137'emîn a cîhanî û di nav welatên ku di rewşek dijwar de ne de hat dabeşkirin.
Endama buroya rêveber a Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Tûnisî, Cîhan Louati diyar kir ku rojnamegeriya Tûnisî ji ber hedefgirtina rojnamevanan, belavbûna krîzên aborî û civakî û tacîza serhêl "paşketineke rastîn" dijî. Cîhan tekez kir ku Fermana 54 derbeyek li ser hemû dengê kesên azad ên li welat temsîl dike, ji ber ku ew bûye sedema girtin û binçavkirina hejmareke mezin ji rojnamevan û welatiyên Tûnisî. Cîhan wiha domand: "Me di van demên dawî de hejmareke mezin ji ciwanan li gorî vê fermanê sewqî dadgehê kirin."
Fermana 115 û mafê gihîştina agahdariyê
Cîhan Louati tekez kir ku rojnamevan pabendî Fermana 115 in û wê weke zagonek taybetî dibînin ku pîşeyê diparêze û mafê gihîştina agahdariyê garantî dike. Cîhan piştrast kir ku rojnamevan ne li ser zagonê de ne lê dema ku rola xwe di berpirsiyarkirina rayedaran û parastina mafê destûrî yê agahdariyê de pêk tînin, ji parastinê sûdê digrin.
Cîhan Louati der barê rastiya rojnamevanan li ber dadgehên Tûnisê de got ku bi Fermana 54 an Zagona Telekomunîkasyonê ya kevin re rûbirû ne ku ev zagon vedigere serdema Ben Elî. Cîhan destnîşan kir ku Sendîkaya Rojnamevanan li ser pêwîstiya pejirandina zagona taybetî wek çarçoveya qanûnî ya derbasdar îsrar dike.
Krîzeke di medyaya taybet civakî û giştî de
Cîhan Louati eşkere kir ku rewşa rojnamegeriyê li Tûnisê îro xirabtir dibe û da zanîn ku rewşa aborî û civakî ya rojnamevanan pir xirab e.
Der barê medyaya taybet û civakî de, Cîhan Loutî diyar kir ku bawer dike ji bilî krîza mûçeyan, di reklam û têkiliyên giştî de krîzeke aborî ya fetisînok jî heye. Cîhan di erdewamiya gotinên xwe de got: "Me di deh salên dawî de dît ku karsazên berê di qada medyayê de veberhênan dikirin, niha bêdiliyek girîng dijîn, ji ber ku ev qad bi rîskan tijî bûye."
Cîhan Louti der barê medyaya gîştî de jî wiha axivî: "Di vir de jî rojnamevan û dengê kesên azad bi zext û tacîzan re dimînin. Her wiha têkoşîna hundirîn ji bo parastina serxwebûna saziyên medyayê, di nava hewldanên hikumetan de ku dixwazin medyaya giştî bixin bin serweriya xwe, berdewam dike.
Tundî û tacîza dîjîtal li dijî rojnamevanên jin
Der barê azadiyê û tundiya dîjîtal de, Cîhan Louti tekez kir ku rewş cidî ye, ji ber pêlên tacîz û teşwîqê yên berdewam ên ku rojnamevanên jin û mêr hedef digirin, ku dikarin bibin gef. Cîhan diyar kir ku rojnamevanên jin, bi taybetî yên ku xwedî dengê kesên azad û wêrek in, li ser platformên medyaya civakî bi pêlên tacîz û teşwîqê yên bênavber re rûbirû dimînin. Di nav de tundiya devkî û zayendî heye.
Tirs xwesansur û banga sendîkayê ji bo yekîtiya rojnamegeriyê
Cîhan Louati li ser rewşa psîkolojîk û pîşeyî şîrove kir ku nîqaşên sendîkayê bi rojnamevanan re bi berdewamî li dora tirs û xwe-sansurê di nav hin ji wan de dizivirin.
Cîhan tekez kir ku ew vê yekê bi tevahî fêm dike, ji ber ku tirs hesteke mirovî ye. Ji ber vê yekê, sendîka bi berdewamî bang li endamên xwe dike ku bi yek dengî biaxivin.
‘Îdealên azadiyê û medyaya serbixwe dê bidome'
Cîhan Louati zêde kir ku rola rojnamevanan di medyaya giştî û bi taybetî di serî de rexne û hesabpirsînê ye, ji ber ku ev bingeha karê rojnamegeriyê ne.
Cîhan tekez kir ku yekbûn û bilindkirina dengê xwe ji bo parastina exlaqê pîşeyî riya rûbirûbûna bi pirsgirêkan re ye. Îdealên azadiyê û medyayek serbixwe ku rola xwe wekî otorîteyek rastîn pêk tîne dê qet bi dawî nebe