Çalakvana Tûnisî Rajaa Dahmanî: Em ji bo civakek azad têdikoşin

Çalakvana mafê mirovan a Tûnisî Rajaa Dahmanî bal kişand ser rêjeya tûnditûjiya her ku diçe zêdetir dibe û destnîşan kir ku polîtîkayên pergala mêr dewletê ya bêcezakirinê rêjeya tûnditûjiyê zêdetir dike.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Femînîst û çalakvana mafên mirovan Rajaa Dahmanî di hevpeyvînek ya bi ajansa me re diyar kir ku tundîtûjî li Tûnisê ne diyardeyeke nû ye û bi bîr xist ku hîn ji dema ku dewlet bi hebûn û belavbûna tunditûjiyê îtiraf nedikir, jinan û gel li dijî wê têkoşîn dikir. Rajaa Dahmanî destnîşan kir ku dewlet zagonên ku mafên jinan diparêze pêk nayne û polîtîkayên bêcezakirinê dihêle ku tundiya li dijî jinan zêdetir bibe û wiha bersîvê pirsên me da.

*Gelo li Tûnisê şideta li dijî jinan bi polîtîkaya bêcezakirinê re sîstematîk bûye?

Li Tûnisê tundî ne mijareke nû ye, lê di demekê de rayedarên Tûnisê îtiraf nedikirin ku tundî li welatê me heye, li ruxmî ku ew bi dehan salan hebû. Yekem kes ku di wan qonaxên dijwar de piştgiriya qurbaniyên vê tunditûjiyê kir, em bûn. Me di wê demê de hewilda ku em qanûnek ku jinan diparêze derbixîn. Li ruxmê hebûna gelek qanûnan yên ku piştgiriya jinan dikir, lê wan têrê nedikir. Da ku were îtiraf kirin ku şidet belayeke ku jinan dikuje, me gelek sal têkoşîn kir û yekem kampanya  ji bo rûbirûbûna vê tunditûjiyê bi dirûşmeya ‘Bêdengî nifir e û tundî zirare’ deetpê kir. Tundî awayên xwe yên asayî derbas kir. Mixabin mirov ji rêjeyên niha ditirse, di nava salekê de 12 bûyerên kuştina jinan ji aliyê mêr û mirovên wan ve hatiye tomar kirin. Ev yek nîşan dide ku tundîtûjî ji awayên asayî derbazî kuştina jinan bûye. Bêcezakirin, rêjeyên şidetê û kuştinan zêdetir dike. Bê guman bêcezakirin zêdetir teşwîqî şîdet û kuştinê dike.

Wek Femînîst me di destpêka vê salê de ji bo şopandina dosyaya şîdet û kuştinê daxwaza hevdîtina wezaretan kir. Lê her ku em dosyayên cînayetê dipirsin, ew dibêjin ew dosya hîn di bin lêkolîn û lêpirsînan. Da ku rêjeyên tundiyê kêm bibin divê biryar zû werin girtin û kujerên jinan zû werin cezakirin, da ku tundiya ku bi hemû şêweyên xwe yên derûnî, fîzîkî, zayendî û aborî belav bûye kêm bikin û ji bo hişyarkirina xelkê da ku dev ji van tawanan berdin, divê zû biryar li ser van sûcan bên girtin û di medyayê de werin ragihandin.

*Bi bilindbûna rêjeyên tundîtûjî û  hişyariya rêxistinên mafên mirovan re, bi dîtina we ev kêmasî di yasaya hejmar 58 de heye yan di çarçoveya pêkanîna wê de ye û gelo bersivek ji îdiaya we hatiye wergirtin?

Em dibînin ku qanûn bi giştî ye, ev rêyek berfireh dide me da ku pirsgirêkên cûrbecûr yên têkildarî jinan ragihînin, lê  ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan da ku armanca xwe bi cih bîne hin beş pêwîstiya nirxandin û lêkolinek zêdetir heye. Li ser astê peymanên navdewletî  min zêdetir li ser mijara tunditûjîya li beramberî jinan lêkolîn kir. Ji ber vê yekê em her tim bang dikin ku li gorî rastiya jinên Tûnisê û cîhanê qanûn bê vekolîn û sererastkirin. Pirsgirêka me bi dadweriya Tûnisê re heye û ji bo derxistina yasya pejirandî, me kampanya perwerdekirina wê û pêkhateyên cuda kir. Beşek mezin ji yasaya jimare 58 behsa giringiya parastina jinên mexdûrên tundûtûjiyê dike.

 Lê li ser tecrûbeya me ya di navenda guhdarîkirin û rêberiyê de, pirsgirêkek me di yekîneyên pispor de heye, hîn em tê de dibînin dema ku  jinên mexdûrên tundiyê  diçin wan yekîneyên ku di esasê xwe de ji bo hembezkirina jinan hatine avakirin, hin caran hewil didin ku wan bi vegerê razî bikin. Me bi wezareta karên hundirî re li ser girîngiya perwerdekirina van yekîneyan li ser çawaniya reftarê dema pêşwazîkirina jinek rastî tundîtûjiyê hatî di axivin, lê hîn jî encam kêm in û hîn jî prosedur alozin û ew jî ji bo wan jinan dibe sedema trajediyan.

*Hûn kêm beşdarbûna jinan di hilbijartinên parlementoya 2022an de çawa şîrove dikin?

Ya yekem, me di sala 2014’an de li Tûnisê bi nivîsandina destûrek ku jinan teşwîq dike ku beşdarî siyasetê bibin bi damezrandina hevsengiya vertîkal û horizontî ku hişt gelek ji wan bigihin parlamentoyê, li ruxmî vê yekê nûnertiya me ji sedî negihişt 50’an. Îro jî em dibînin ku qanûna hilbijartinê ya heyî edaleta jinan pêk nayne û tevlêbûna wan a rastî tûne ye, ji ber ku ev mijar bi mijara pêşniyaran ve hat girêdan, ew jî li pêşiya wan bû asteng û bû sedema rêjeyeke lawaz ji berbijêrên jinê ji bo hilbijartinan û di rastiyê niha de em hîn dibînin ku piştgiriya mêran tê kirin û bi  jinan  îtiraf nayê kirin û hêza wan tê kêmkirin.

Piştî şoreşê divê ku me li ser avakirina civakeke din bi zihniyeteke cuda bifikirî ba, lê şoreş di van deh salên dawî de ji şoreşvanên xwe hat dizîn. Me hêvî dikir ku ev şoreş bibe destpêka avakirina civakeke nûjen û pêşketî, lê mixabin em vegeriyan li ser mijarên ku me difikirîn ku me bi dehsalan berê derbas kiriye. Wek zewaca dû sê û sinetkirina jinan. Bi rastî em ji riya rast a ku me plan dikir ku bigihêjinê, derketin.

*Li gorî we, li herêmên ku şer û pevçun lê diqewimin, çawa dikarin bi jinan re hevgirtinê çêbikin?

Em rewşa jinan li Sûriye, Iraq, Îran, Yemen û yên din dizanin û dişopînin. Em li ser asta herêmê û asta Mexrib û navdewletî di nava koordînasyonê dene û em bi awayekî eşkere piştgiriya hemû jinên mexdûrên vê pevçûnê dikin. Em bi daxuyanî, protesto û medyayê piştgirîya wan dikin. Weke mînak em dikarin bêjin, em di nava yekem kesên ku piştgiriya jinên Îranê kirin de bûn. Ew jinên ku hêrsa wan zêde bûn û serperiştiya mêran li ser bedena xwe red kirin.

Em ji bo wan li ber ofîsa balyozxaneya Îranê li Tûnisê rawestiyan û bi dengekî bilind me ew binpêkirin şermezar kirin. Her wiha em rewşa jinan li Yemenê û azarên wek  binpêkirin û biçûkxistinê ku  ew dikişînin, dişopînin, aw azarên ku  ji binpêkirina mafê wan ê jiyaneke ewle dest pê dike, heta kuştinê tê hesbandin ku ew binpêkirina eşkere ya mafê jiyanê ye û bi Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan hatiye garantîkirin. Em jî di çarçoveya projeyên hevbeş de ji bo pêşdebirina rewşa jinan û alîkariya wan di wan waran de kar dikin û em hêvîdarin ku pêwendiyên dîplomatîk di navbera Tûnis û welatên din de baştir bibin ji ber ku ev yek di berjewendiya jinan de ye.

*Gelo hedefgirtina jinan rejîmên şovenîst û totalîter ên ku ji dengê jinan ditirsin û ji bo bêdengkirina wan dixebitin bûye armanc?

Ev di rastiyê de şerê cihgirtinê ye, ji ber wê,her ku destkeftiyên jinan zêde bû her tepisandin zêde dibe. Tê bîra me dema ku me li Tûnisê mijara wekheviya mîrasê anîbû rojevê û hinek mabû ku mesele qanûnî bibira. Kampanyayên medyayê li dijî me hatin destpêkirin û xeniqandina jinan xurtir bû û wergerandineke ji wê zihniyeta ku rejîmên Lîbralî li herêmê bi giştî difikire. Di wê demê de em bi pêşengiya kampanyayên li dijî mêran û bi hêzkirina jinan li dijî wan hatin sûcdarkirin. Lê em ji bo projeyek civakî têdikoşin û em dibînin ku demokrasî û azadî parçeyek ji bidestxistina wekheviyê ye û heta ku jin bi vî awayî ji wekheviya tam û mafê mîras û mafên din bêparin ne pêkan e ku civakek azad, ronakbîr û nûjen were avakirin. Em bi tu aliyekî re ne di nava nakokiyê de ne, em di nava têkoşîna ji bo civakek azad, demokratîk û wekhev de ku edalet û ewlekarî tê de serdest be den e.”