6 sal û 3 meh cezayê girtigehê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn

Di doza qetilkirina zaroka 12 salî Helîn Şen de li polîsê bi navê Abdullah Ercan 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.

Navenda Nûçeyan-Zaroka bi navê Helîn Şen a 12 salî di 12’ê cotmeha sala 2015’an de li navçeya Sûr a Amedê di encama gulebarana wesayîta bizirx de hate qetilkirin. Ji ber qetilkirina Şen, derheqê polîsê bi navê Abdullah Ercan de bi sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Polîs Ercan li cihê peywira xwe bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Dayika Helîn Şen, Nazmiye Şen, bavê wê Ekrem Şen û parêzerên wê Abdullah Zeytûn, Yakup Guven û Ercan Yilmaz jî di danişînê de amade bûn. 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ên Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û nûnerên Navenda Mafên Zarokan a  Baroya Amedê, Navenda Hafizeyê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî doz şopandin. 

Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya di danişîna din de pêşkeş kiribû dîsa dubare kir ku dixwest bersûc Ercan ji ber sûcê “bi zanebûn bûye sedema kuştinê” ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê lê were birîn. 

Dadgehê, ji ber sûcê “Bi zanebûn bûye sedema kuştinê”, 6 sal û 3 meh cezayê girtigehê li Ercan birî.