5 meh cezayê girtîgehê li siyasetmedara Kurd Çaglar Demirel birîn

Di danişîna biryar ya doza der barê parlamentera HDP’ê a Amedê ya berê Çaglar Demîrel de, 5 meh cezayê girtîgehê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – 5’emîn danişîna doza Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê ya berê Çaglar Demirel a bi îdiaya "biçûkxistina dewlet û hikûmeta Komara Tirkiyeyê" tê darizandin, pêkhat.

Rojnamevanên ku xwestin danişînê bişopînin negirtin hundir. Dozgerê ku di danişînê de mutalaaya xwe dubare kir, îdia kir ku Demîrel di axaftina xwe ya di 5’ê mijdara 2016’an de kiriye de sûcê jê tê sûcdarkirin kiriye û xwest bê cezakirin. 

Parêzer Serdar Çelebî biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di heman mijarê de derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û 13 HDP’iyan de dayî bi bîr xist û xwest ev biryar di dosyayê de cih bigire. Çelebî, diyar kir ku dadgerê ku di vê dozê de beriya niha biryara daraza hesan dabû dîsa li vê dozê dinêre. Çelebî, xwest dadger ji dozê bê vekişîn û bal kişand ku axaftinên muwekîla wê di çarçoveya azadiya raman de ne. Çelebî daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 

Ceza nehat taloqkirin

Dadger, daxwaza Serdar Çelebî qebûl nekir û 5 meh cezayê hefsê li Çaglar Demîrel birî. Dadger ceza taloq nekir.