4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li siyasetmedara Kurd Selma Irmak hate birîn

Di rûniştina doza ku der barê Parlamentera berê ya HDP'ê Selma Irmak hat vekirin de 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Der barê Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selma Irmak de, bi hinceta di sala 2015’an de di bernameyeke televîzyonê de îfadeya wê ya der barê îşkencekirina cenazeyên Hacî Lokman Bîrlîk û Ekîn Wan û xerakirina goristanan de, doz hat vekirin. Rûniştina biryarê ya doza ku 2 caran bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" û "Bi eşkereyî heqaret li hikûmetê kiriye" li 9'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin.

Di rûniştina ku parêzeran daxwaza beraetê kirin, heyeta dadgehê bi îdiaya "rasterast hikûmetê biçûkxistiye " salek û 3 meh û bi îdiaya "heqaret li Serokomar kiriye" jî 2 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Selma Irmak birî. Bi giştî 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.