Zehmetiyên jinên sendîkavanên Mexribê
Endama Desteya Rêveber a Konfederalîzma Kedê ya Mexribê Raja Kassab got ku ruxmî destkeftiyên jinan bi dest xistine û xwe di gelek pîşeyên zehmet de dane îsbatkirin jî rastiya wan hîna hewceyî gelek xebatê ye ji bo başkirina mercên karên wan.
HANAN HARITE
Mexrib - Karkerên Mexribê jî wek hemû karkerên li her devera cîhanê 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê pîroz kirin. Di vê rojê de rewşa karkeran hat nirxandin û bang li karkeran tê kirin ku ji bo başkriina şert û mercên xwe yên xebatê têkoşînê bilind bikin.
Endama Desteya Rêveber a Konfederalîzma Kedê ya Demokratîk ku yek ji mezintirîn sendîkayan e li Mexribê Roja Kassab got ku ruxmî destkeftiyên jinan bidest xistine ku ketine bazara kar, di gelek pîşeyên zehmet de xwe dane îsbatkirin û gihştine navendên biryardanê, lê rastiya karmendan hîna hewceyî gelek ked û xebatêye ji bo başkirina şert û mercên kare.
Raja Kassab da anî ziman ku rastî nîşan dide ku karmendên jin hîna rastî gelek diyardeyên cihêkariyê tên, mînak karmendên cotkar di pargîndeyan de derbarê mûçeyên xwe de rastî zilmê tên ku dahata jinan ji ya mêran kêmtir e. Her wiha Raja Kassab bal kişand ser wê yekê ku tevî Mexrib qanûnek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan derxistiye jî karkerên jin hîna jî rastî hemû cûreyên şîdetê tên, nemaze destdirêjiya cinsî û şîdeta derûnî ku ev rewş wekî rastiyek xirab a bi çanda Mexribê ve girêdayî ye binav kir.
“Jin hem li cihê kar hem jî li malê dixebite”
Raja Kassab bang li hikûmet û parlamentoyê kir ku bi lez peymana 190 ya Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî bipejirînin ji bo jiholêrakina tundî û çewsandina di warê kar de û wiha domand: “Ji ber ku erêkirina Mexrib ji vê peymanê re dê bibe wesîleya qonaxek pêşketî ji bo tevlêbûna Qraliyetê ya di sîstema navneteweyî ya mafên mirovan de zêde bike. Dê bibe alîkar ku di cîhana kar de jîngehek guncaw were afirandin û parastina pêwîst ji bo karkerên jin û mirovên din ên cîhana kar peyda bike, da ku bigihîje armancên tê xwestin. Jin hemû barê malê hildigirin û ev kar bê pere ye. Ji ber ku bêberhem e û rola wê di xizmetkirina civakê û beşdarkirina çerxa aborî ya ku bandorê li tenduristiya derûnî û kalîteya jiyanê dike de nas nake. Ji aliyê din ve, gelek jinên ku ketine bazara kar û li derveyê malê dixebitin hene, piştî ku karê li derveyî malê diqedînin, dema tên malê vêcarê karê malê jî berdewam dikin. Zilam jî karê xwe diqedîne, diçe qehwexaneyê an jî werzîşê dike, lê jin ji karê xwe derdikeve, bi lez û bez ber bi malê ve diçe da ku karê malê ku li benda wê ye biqedîne."
Raja Kassab destnîşan kir ku tevî rewşa karkera jin dizane qanûna kar prensîbên nelihevkirina jinan xurtir kiriye, şert û mercên wan ên weke mafê dayîktiyê baştir kiriye, mafê jinan ê avakirina sendîkayan nas kiriye û qanûnê mafên wekhev daye jin û mêran û cudakariya li dijî jinan li cihê kar qedexe kir. Derbarê beşdarbûna jinan di sendîkayan de, Raja Kassab dibêje ku tevî nebûna jimareyên rast li ser hejmara jinên ku tevlî sendîkayan bûne, cardin jî hejmanerk baş heye û wiha domand: "Tevî tevlîbûna wê, astengiyên civakî û çandî hene, wek mînak, jin di demên dereng de bi gelemperî piştî demjimêrên xebatê, ji azadiya amadebûn û tevlîbûna karên sendîkayan sûd wernagirin."
“Jinên di sendîkayan de dixebitin rastî gelek astengiyan tên”
Raja Kassab têkildarî pirsa gelo gihandina jinê ji bo rêvebiriya sendîkayan ji bo jinan karek zehmet e? jî wiha got: "Ev dimînê mijarek dijwar, bi giştî nebûna desthelatdariya sendîka û jinên kedkar ji cihên biryardanê ji ber çend sedeman e, ya yekem nebûna îradeyek rasteqîne, zihniyeta baviksalarî û dûrxistina sîstematîk e, ji ber ku em di hinek rêveberiyan de dibînin dema ku di navbera jin û mêran de wekhevî hebe di warê erkan de û hin caran jî tevî kêrhatina jinan, mêr li şûna jinan têne hilbijartin û li hember vê rewşê jin bi xwe dest ji erkên xwe berdidin. Çend astengî hene li pêşiya jinên sendîkayan disekinin û rê li ber gihandina wan bo cihên biryardanê digirin. Carinan jin bi xwe jî baweriya xwe bi karînên xwe nayînin, dibe ku keda wan ji ya mêran bi kalîtetir û bibandortir be jî nêzîkatiyek wiha raber dikin. Di heman demê de zilam ji fikra jin bi wî re ji bo eniyên biryargirtinê pêşbaziyê bikin hez nake, digel civakek ku barê jinan bi karên ku ji kapasîteya wan a bedenî û zêhnî zêdetir e giran dike."
Têkildarî çawaniya aktîvkirina beşdariya jinan di kargehê de jî Raja Kassab ev nirxandin kir: "Divê qanûn divê cûreyek ji wêrekiyê tê de hebin û tedbîrên teşwîqkirinê ji bo gihandina jinan bo cihên biryardanê bigire, digel pêwîstiya mekanîzmayek niştimanî ji bo aktîvkirina kar û xebatê ji jinên kedkar e."
Ji bo ezmûna xwe ya di karê sendîkayan de jî ev tişt got: "Ji bo ezmûna min û bi giştî rêya min, tu zehmetî tune bû, min ji hevkarên xwe re cesaret dît, lê belê li gorî rastiyê em dibînin ku mêr ji berpirsiyariyê hez dikin û ji bo bidestxistina wê di nav xwe de şer dikin. Jin ji pêşbaziyê hez nakin, ji ber ku hez nakin tevlî van nakokiyan bibin."
Endama Desteya Rêveber a Konfederalîzma Ked a Demokratîk Raja Kassab di dawiya axaftina xwe de bi boneya Roja Cîhanî a Karkeran peyamek ji jinên kedkar ên Mexribê re şand û got: "Tevlîbûna xebatên sendîkayan ji bo pêkanîna daxwazên jinan û mafên wan ên bingehîn di serî de wekhevî û ne cudekarî, têrker e. Karê sendîkayê wê karkerê bike ku daxwaza mafên xwe bike û fêrî danûstandin û daxwaznameyê bibe û çawaniya amadekirina dosyayekê bike û her wiha mafên xwe nas bike. Jin dikarin mafên xwe bi dest bixin, ji ber ku hemû îmkanên wan hene ku di peywirên berpirsiyariyê de bin, çi di karê sendîkayî de, çi di xebatê de.”