Sendîkavan Parvîn Mohammadî gazî dadgehê kirin

Cîgira Serokê Lijneya Rêveber a Sendîkaya Xweser a Îranê û Endama Rêveberiya Sendîkaya Karkerên Azad Parvîn Mohammadî bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” ji bo dadgehê gazî kirin.

Navenda Nûçeyan - Parvîn Mohammadî ku bi salan e li Îranê xebatên sendîkayan dike, ji bo îfadeyê bide gazî dadgehê kirin. Cîgira Serokê Sendîkaya Xweser a Îranê û Endama Rêveberiya Sendîkaya Karkerên Azad Parvîn Mohammadî bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê kiriye” ji bo îfadedayînê ji bo dadgehê hat gazîkirin. Parvîn Mohammadî banga ku dadgehê kir, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.
Dema ku dadgehê ji bo Parvîn Mohammadî salek cezayê girtîgehê xwest, diyar kir ku ger di nava 5 rojan de agahiyê nede dê bê girtin. Di sala borî de ji aliyê Dadgeha 2’emîn a Tehranê ve qedexeya derketina welat li ser Parvîn Mohammadî hatibû sepandin.