Rêxistina Azadiya Jinan ji bo parastina ji şîdetê bênavber têdikoşe
Rêxistina Azadiya Jinan, rêxistineke ji bo parastina mafên jinan li Iraqê xwedî xebatên pisporî ye. Rêxistin di Hezîrana 2003’yan de hatiye sazkirin, li ser revandin û kuştina jinan bi taybetî dixebite û bi hezaran endaman digre nava xwe.
XEFRAN EL-RADÎ
Bexda - Azadî û parastina jinan li gel hejmarek aktivîstên Irqaê ku xwedan hişmendiya guhertin û piştgiriya jinan e, bûye ramanek esasî. Pênc jinan peydabûna ewlehî û destekdayîna ji jinên Iraqê re ku bi hemû cureyên tundiyê re rû bi rû ne hilgirtine ser milên xwe.
Berpirsa ragihandinê ya Rêxistina Azadiya Jinan Iptîsam Manî ji ajansa me re axivî û ragihand ku ramana bi 5 çalakgeran dest pê kir gihîştiye sê qatan, bi komîteyên hiqûqî yên ku gav bi gav xebatên rêxistinê dişopînin, ev yek zêdetir dibe.
Der barê armanc û bergeha sereke ya ku ew ji jinan û komên ji xwe re kirine armanc re peyda dikin de got: "Rêxistina Azadiya Jinan yekane rêxistina ku alîkariya yekgirtî û hêzdarî dide jinan e. Dûrî ramana alîkariya madî yan alîkariya demkî ye. Malek me ya hewandinê girêdayî rêxistinê, ji bo tevahî jinên ku rastî tundî û destdirêjiyê tên heye.
Rêxistina Azadiya Jinan, rêxistineke ji bo parastina mafên jinan li Iraqê xwedî xebatên pisporî ye. Rêxistin di Hezîrana 2003’yan de hatiye sazkirin, li ser revandin û kuştina jinan bi taybetî dixebite bi hezaran endaman digre nava xwe.
Rewşa herî nebaş ew e ku em dibînin malbat çavkaniya tundiyê ne
Iptîsam Manî li ser rewşên zehmet ku jin pê re rû bi rû dimînin wiha dibêje; “Ji rewşên herî zehmet ku em rastê wan tên yek jê ew e ku dema qurbanî ji aliyê malbatê ve tê dorpêçkirin yanî keçik rastî tecawizê hatiye û hewceyî piştgirî û destekdayînê ye lê malbat ji ber adatên civakî li ser keçikê dibin xeter, di vir de keçik direve ji ber ku gef lê tên xwarin û dikeve rewşeke derûnî ya zehmet. Di vê rewşê de em keçikê li gel xwe dihewînin û jê re hemû derfetan peyda dikin di heman demê de em li ser çareserkirina mijarê bi malbat û kesên kiryar re dikevin têkiliyê.”
Iptîsam Manî ji me re çîrokên sê keçikan ku ji malbata xwe reviyane û berê xwe dane rêxistinê bi bîr tîne. Dayikên qurbaniyan bi bihaneya revandina keçên wan li dijî rêxistinê dozê vedikin lê doz dijberê wan tê vekirin.
Piraniya qurbaniyan xwendina xwe temam nakin û tecrubeyên wan ên jiyanê tune ne
Iptîsam Manî got ku ji erkên rêxistinê ye ku li ser diyardeya îşkenceyê ya jin lê rast tê bixebite. Rêjeyek mezin ji qurbaniyan heye ku xwendina xwe temam nekirine û tecrubeyên wan ên jiyanê tune ne, jiyana dijwar dijîn tê de li hezkirin û hestan digerin lê mixabin bi navê evînê tên istîxlalkirin û rastî tecawizê tên.
Rêjeya tundiya malbatî li Iraqê gelekî bilind bûye. Di sala 2020’an de 3006 rewşên tundiyê ji aliyê mêr ve li dijî jinê hatine tomarkirin û 465 rewşên tundiyê ji aliyê bav ve hatin tomarkirin.
Hêzdarbûna jinan û pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û tenduristiyê ji karên me yên pêşî ne
Iptîsam Manî teqez kir ku ew di her rewşa şîdetê yan jî qetilkirinê de li ser du aliyan kar dikin. Aliyê derve yanî pirsgirêka keçikê bi malbat an kujer re ye û aliyê hundirîn girêdayî rewşa keçikê ya derûnî û tenduristî ye. Piştî gelek danişînan ji bo piştgiriya derûnî û manewî ji jinên ku rastî tundiyê tên, em li ser bernameya hêzdarbûnê kar dikin da ku alozî were derbaskirin. Her wiha em derfetên kar ji bo jinên ku hewceyî çavkaniya jiyanê ne peyda dikin.
Em bi dozên meclisa serokwezîran û yên malbatên qurbaniyan re rû bi rû man
Iptîsam Manî der barê doza ku meclisa serokwezîran vekiribû ku bêtirî sal û nîvekê dirêj kir de wiha got; “Mala hewandin, parastina jinên rastî tundiyê tên û yên ku ji ber kuştin û tecawizê reviyane wek sûcek bû di çavên kesayetên di meclisa serokwezîran de ku ew jî bi hinceta pergala navxweyî ya rêxistinê dabînkirina jîngeha jinan diyar nake. Piştî daneşînên dirêj, em wekî rêxistina ku rewşên mirovî yên zehmet dijî, di dozê de bi ser ketin.
Zagon li dijî jinan neheqiyê dike û em zexta li saziyên hikûmetê didomînin
Der barê qanûna tundûtûjiya malbatî û pêvajoya zexta jinan li ser dezgehên hikmî de ku wê di parlamentoyê de derbas bike, Iptîsam Manî got; "Ji 2016’an heya îro, em hewldanên xwe berdewam dikin ku ev qanûna ku girîng e jin û zarokan diparêze derbas bikin lê saziyên parlamento û hikûmetê bi hinceta teşwîqkirina belavbûna malbatê, li dijî qanûnê derketin.”
Iptîsam Manî di dawiya axaftina xwe de teqez dike ku dê riya têkoşîna jinan berdewam bike heta ku jin karibin rikberiya jiyanê bikin.