Parastina kujer esas hat girtin û ji ceza xilas bû

Şehrîban Dinç, di sala 2016’an de li Wanê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve bi çekê hat kuştin. Di encama darizandinê de, kujer cezayê muebet girt lê dadgeha îstînafê cezayê wî xirab kir. Dadgehê ji ber ku kujer di parastina xwe de got “Ji bo îxanet kir loma min ew kuşt” gotinên wî esas girt û ceza xirab kir û der barê dosyayê de ji nû ve biryara darizandinê da.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan- Li navçeya Riya Armûşê ya wanê, di 24 Kanûna 2016’an de Şehrîban Dînç a li malên TOKÎ’yê dima, ji aliyê hevjînê xwe Esat Dînç ê ku li ber hevberdanê bûn ve hat qetilkirin. Li Dadgeha 1’emîn Cezayê Giran a Wanê, ji ber sûcê kuştina bi qesd cezayê muebetê li Esat Dînç hat birîn lê ji aliyê Dadgeha Herêmê ya Erziromê ve bi hinceta “Ji ber ku delîlên dijberî parastina bersûc nehatine îsbatkirin” biryarê xirab kir. Dadgeha îstînafê hemû hukmên di dosyayê de xirab kir û biryar da ku ji nû ve darizandin were kirin. Hat diyarkirin ku biryara bi hincet a dadgeha herêmî beriya biryara dadgeha înstînafê amade kiribû jî; ji bo bersûc bi parastina xwe ji ceza were xilaskirin hatiye dayîn. 
Îfadeyên kujer derew hatin derxistin
Piştû ku dosyayan kirin yek di darizandina ku 9’ê Sibata 2021’ê de hat kirin ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve cezayê muebeda giran hat dayîn, dadgehê sekn û helwestên kujer ên di dadgehê de li ber çavan girt û ji halê baş, ceza veguheran ê muebedê. Di biryara bi hincet a piştî cezayê hat dayîn de; delîlek şênber a îfadeyên bersûc destek bike tunebû her wiha di biryarê de îfadeyên ku şahid û zarokên mexdûr dabûn jî kujer derewandibûn.
Di biryara bi hincet de sûc ‘sabît’ hat dîtin
Hat diyarkirin ku di biryara bi hincet de ji bo cezayê kujer were kêmkirin parastin kiriye û wiha hat gotin: “îfadeyên kujer ên ku îdia kiriye Şehrîban Dînç îxanet lê kiriye, kuştinê meşrû nake. Bersûc di îfadeyên xwe de navê kesên ku Şehrîban Dînç bi wan re bi telefonê axiviye daye lê ev delîlên bes nîn in. Bi vê yekê re diyar bûye ku di dosyayê de ji ber delîlên şênber tune ne, nayê zanîn ka kujer Şehrîban Dînç bi plankirî kuştiye yan na lê diyar bûye ku sûcê kuştinê yê Esat Dînç sabît e.
Dadgehê hêmana ‘tehrîkê’ nedît
Di biryarê de bal hat kişandin ku delîlên di dosyayê de li ber çavan hatine girtin û ceza hatiye dayîn û hincetên danexistina ceza wiha hatin rêzkirin:
 “Dema ku îfadeyên şahidan, awayê qewimîna bûyerê, îfadeyên hevnegirtî û bi nakok ên bersûc û hemû delîl li ber çavan tên girtin, tê dîtin ku bersûc ji bo ji tehrîka neheq sûdê bigre gotiye ku Şehrîban Dînç berê jî û roja bûyerê jî îxanet lê kiriye. Di dadgeha me de qenaetek wijdanî çêbû. Jixwe Şehrîban Dînç hevberdanê xwestiye û ji ber wê jî ji hev cuda jiyane û ji ber kirinên kujer ên li dijî wê biryara dûrxistinê hatiye girtin. Ji ber wê yekê îdiaya kujer a wekî Şehrîban Dînç bi kesên din re bi telefonê aixviye jî; di çarçoveya tehrîka kuştinê de nayê dîtin. Di vê rewşê de dadgeha me di lehiya Esat Dînç de ji ber ku şertên tehrîka neheq tune ne cezayê wî nehatiye kêmkirin.
Dadgeha îstinafê bi hinceta ‘delîl’ biryara ku hatibû girtin xirab kir
Piştî biryara bi hincet dosya ji bo dadgeha îstînafê hat şandin. Ji aliyê Îdareya Ceza ya 1’emîn a Dadgeha Edliyeya Herêma Erziromê ve di 17’ê Îlona 2021’ê de biryara xirabkirina dosyayê hat dayîn. Di biryarê de têkildarî xirabkirina ceza hincetên şênber cih negirtin, tenê îfadeyên heyeta dadgehê ya têkildarî xirabkirina hemû cezayên ji bo bersûcan cih girtin. Dadgeha Îstînafê îfadeyên kujer ên di dema parastinê de ku gotibû “Ji bo ku îxanet li min kir min ew kuşt” li ber çavan girt. Dadgeha Îstînafê piştî ku axaftina telefonan a Şehrîban Dînç lêkolîn kir û peyamên wê tesbît kirin, parast ku divê rewşa hiqûqî ya kujer di ber çavan re were derbaskirin.       
Dadgeha herêmê piştî biryarê dosyaya ku dê ji nû ve were vekirin di 30 Kanûnê de dê rûniştinê li dar bixe