Li Xezayê lêgerîna mafên jinan di pergala dadweriyê de asê dimîne!
Li Xezayê mafên jinan ên sivîl û têkoşîna wan a hiqûqî ya li dijî şîdeta ku li wan tê kirin, di darazê de asê dimîne. Parêzer Rana El-Hedad da xuyakirin ku dirêjkirina pêvajoyên dadgehê tundiya li ser jinê zêde dike.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Li Xezayê têkoşîna hiqûqî ya jinan a li dijî mafên xwe yên sivîl û tundiya li ser wan tê meşandin, didome. Lê hêdî hêdî xebatên dadgehan, dirêjkirina pêvajoyên dozê û derengmayîna biryarên Desteya Dadwerî ya Bilind mexdûriyeta jinan zêde dike. Parêzer Rana El-Hedad li ser mijarê nirxandin kir.
Derengxistina dozan tundiyê zêde dike
Parêzer Rana El-Hadad destnîşan kir ku derengxistina meclîsa bilind ya dadgehê biryarên dozên jinan êşên jinên Filistînî zêde dike û wiha got: “Rewşa zagonî giştî ya jinên Filistînî di warê şeriî an sivîlî tevlihev e, ji gelek dozên jinan pir dereng biryar derdikevin weke nefeqa, xwedîkirina zarokan, mîras û mafên karkeran. Astengiyên jinan di pêşkêşkirina giliyên xwe de jî hene. Nebûna rola meclîsa zagonsaz di siya nepêkanîna zagona parastina malbatê ku zarok hildibijêrin kî yê wekîlê wan be li Şirîda Xezayê û Şirîda Xerbî bi taybet ev jî astengiya li pêş jinan e.”
‘Girêbestên sexte bi zarokên keç didin îmzekirin’
Rana Hada di berdevamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Gelek doz bê biryara dawî mane, wisa asta tundûtujiyê dijî jinan zêde dibe ji lêdan, êşkencekirin bi taybet dema ew jin mafê xwe mîrasê bixwaze, lewra divê dozên wisa zû biryar bê standin. Parêzerê doza 3 keçên birayên wan ji mîrasê mehrûmkirine destnîşankir ku ew keç rastî tundûtujiya bedenî û devkî hatine û gef lê xwarine ji mal derxînin bi zorê li ser girêbestên sexte dane îmzekirin weke ku mafên wan mulkiyetê îsbat dike. Lê piştî 6 salan xuya bû ku ew belgeyên tenazûla mîrasê ye. Jinek din bi nave Najwan Mehdî mîrasa xwe xwest ji bo dermankirina xwe, lê birayê wê mafên wê nedayê û serdana dayîka xwe qedexe kir. Ji sala 2015’an de min doza dabeşkirina pereyên hevpar rakirî, heta niha tu biryar derbarê nehatine standin tevî ku hemû delîl û îsbat û girêbest hene ku mafên wê jinê di mîrasê de heye.”
‘Lezbûna biryara tê girtin bandor li ser jinan dike’
Rana Hadd destnîşan kir ku divê di rojên bê de nêrîna Meclîsa bilind ya dadgehê derbarê pêkanîna prensîba dadweriya maf bi lez be û got: “Em bi vê biryarê re ne, lê carna lezbûna biryaran ne ji berjewendiyên jinan e. Ji ber ku dosya pêwîstî bi delîl û belgeyan ji gelek aliyan ve dibînin lêkolîn pêwîst dike herî kêm du hefteyan diqedîne. Gelekî girîng e kordînekirin bi ewlekariya dadgerî re hebe ku zagonan zû pêkbînin dereng nexînin, weke biryarên girtina sucdar mehek pêwîst dike ku bê pêkanîn û wisa dem ji sucdar re çêdibe ku bireve. Her wiha koordîna navbera polîsên dadgerî li Şirîda Xeza û meclîsa bilind ya dadgehê de jî girîng e, ku biryarên zîndanan dimildest bên pêkanîn ku jin mafên xwe di zûtirîn dem de werbigirin.”
'Jin bi awayekî keyfî ji kar tên avêtin, rojên xebatê nayên jimartin'
Rana El-Hedad, bal kişand ser vê yekê ku dadgehên Filistînê ji ber şert û mercên xirab ên aborî û dorpêça bi salan e ku bi awayekî keyfî ji kar derdixin, biryar nedane û wiha got:
“Ji ber rewşên aborî û dorpêça berdewam li Şerîda Xeza ji çend salan ve dadgehên Filistînî biryarên zordariya derxistina ji kar dernexistine. Gelek jin ji karan tên derxistin bêyî ku sedemên lojîk hebin û mafên wan karkirinê jî winda dibin. Divê rewşa jinan pratîkî bê pêşxistin û dozên wan zû werin çareserkirin bi riya dadgehên taybet bi jinan weke mijara mîrasê ji ber hesasî û dijwariya mijarê. Mixabin li dozên nûjen mêyze dikin û yên berê bi deh salan mane dihêlin.”
‘Pêdîvî bi zagonên nû heye’
Rana Hadad di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser pêwistiya zagonên nû û wiha pêde çû: “Gelek mijar hene ku bi armanca pêşxistina jiyana civaka Filistînî û şert û mercên wan ji bo parastinek aktîftir pêwîstî bi zogonên nû hene. Her wiha divê hejmara dadgerên jin di dadgehan de jî zêdebin. Dema jin dadger be û dozên jinên weke xwe bên gel ewê baştir rewş û xwezaya êş û astengiyên jinan nas bike. Li hemberî 100 dadgerî mêr tenê 3 dadgerên jin hene, ev jî nîşaneya zordariya jinê û paşguhxistina rola wê ye. Hejmareke zagon hene parastina jinê misoger kirine, lê pirsgirêka pratîkî heye li gel pirsgirêkên dîtir ku bi awayekî rast naghêjin dadgehê di ser de hejmara dadgeran li gor dozan gelekî kêm in, her dadgerek herî kêm 50 dosyayan dibin lewra bi lez diqedîne.”