‘Li Lîbyayê azadiya derbirînê nîn e’

Çalakvanên jin ên Lîbyayê destnîşankirin ku ji ber polîtîkayên dewletê li Lîbyayê azadiya derbirînê nîn e, bal kişandin ku ji ber vê yekê herî zêde rojnamegerên jin rastî zextan tên û gotin divê ji bo sererastkirina vê gav bên avêtin.

HÎNDIYA EL-ASHEPY

Bingazî – Azadiya raman û derbirînê weke di benda 19’an a peymana mafên mirovan de hatiye diyarkirin ji mafên bingehîn ên mirovan e. Ev bend teqez dike ku azadiya raman û derbirînê mafê her kesê ye. Çalakvanên jin ên Lîbyayê bal kişandin zextên li ser rojnamegerên jin ên tê jiyîn, destnîşan kirin ku ji ber polîtîkayên heyî azadiya derbirînê ya li Lîbyayê yek ji pirsgirêkên sereke ye û divê ji bo bidestxistina maf û azadiya derbirînê dibê gav bên avêtin.

Tevî zagonan jî êrîş li ser rojnamegeran pêk tên

Tevî ku zagona ragihandinê ya di 2011’an de derket diyar kir ku mafê nêrîn û derbirînê ji mafên sivîlan ên bingehîn e jî di pratîkê de rewş neguherî. Her wiha di bendên 37, 38 ji pêşnûmeya makzagona ji aliyên desteya amadekar ve hat diyarkirin ku azadiya derbirînê, weşan û rojnamegeriyê mafekî bingehîn e divê dewlet misogeriya pêkanîn û parastina wê bike. Lê bûyerên dawî û êrîşên li ser rojnamegerên jin û nûnerên civaka sivîl ên vî mafî bi kar tînin, bandorê li pêşeroja azadiya derbirînê li Lîbyayê kir û bû cihê fikaran. Bi taybetî piştî parlamentoya Lîbyayê zagona sûcên li ser medyaya dîjîtal derxist û gelekan nepejirand. Ji ber ku ew li dijî bingehên sereke yên mafên mirovan bû.

Lewma, gelek saziyên sivîl di parlamentoya Lîbyayê de dema borî xwestin zagona hejmar 5 a ku Îlona sala 2022’yan derket bi taybetî bi têkoşîna li dijî sûcên li ser medyaya dîjîtal bê guhertin. Ji ber ku azadiya mafên mirovan, nêrîn, derbirîn û kombûnên aştiyane sînordar dike.

‘Li Lîbyayê azadiya nêrîn û derbirînê nîn e’

Çalakvana sivîl Şêm Bofana dibêje ku azadiya nêrîn û derbirînê li Lîbyayê heta niha ne temam e, ji ber ku makezagonek rast an zagonên vê prensîbê diyar dikin nîn in. Her wiha diyar kir ku ev prensîb ji ber zagon û dewlet tune ye, ji bo berjewendiya kesayetan, alî û saziyan e ku ev yek jî dibe sedem zagon bi bêexlaqî werin bikaranîn. Şêm Befona wiha domand: “Bi taybetî di pêvajoya niha de tevî pevçûnên siyasî yên mezin li welat ev yek jî li ser zêde dibe. Rola saziyên civaka sivîl di aktîfkirina vê prensîbê de mezin e lê nikarin teqez bikin ji ber nebûna ewlekarî û bandora zagonî ya li welat piraniya kesên bi azadî nêrînên xwe dibêjin, rastî şopandina hêzên ewlekariyê, êrîş û binçavkirinê tên. Ew dibînin ku azadiya nêrîn û derbirînê li Lîbyayê, bi sînor e.”

‘Pêwîst e gav bên avêtin’

Rojnameger û aktivîsta mafên mirovan Fatma El-Şobekî, dibêje: “Çanda azadiya nêrîn û derbirînê li Lîbyayê lawaz e, kesên bi azadî diaxivin rastî çewisandin û êrîşên dijberên xwe tên. Lewma pêwîst e hişmendiya sivîlan bi vî mafê bingehîn bilind bikin.”

Fatma El-Şobekî diyar kir ku saziyên ragihandinê li Lîbyayê vî mafî bi riya mijarên xwe bi kar tînin lê ev maf bi nêrîn û bîrdoziyên aliyên saziyên ku fonê didin ve sînordarkirî ye.  Fatma El- Şobekî got ku diviyabû saziyên ragihandina hikumetê, bi taybetî van mijaran bi zelalî û azadî nîqaş bikin û wiha domand: “Ji ber ku ew desthilatdariya çaremîn e dikare li welat guhertinan pêk bîne. Ji bo ev maf li Lîbyayê bê xurtkirin divê hin gav bên avêtin, weke xurtkirina prensîba azadiya nêrîn û derbirînê, di nava saziyên ragihandinê de û aktîfkirina saziyên ewlekariyê ji bo parastina van saziyan û endamên wan. Bi giştî, çavdêr dibînin ku azadiya derbirînê li Lîbyayê bûye jêdera metirsiyan. Piraniya welatên Ereb piştî tevliheviyên siyasî û ewlekariyê, bi salan e, ji demokrasiyê bêpar mane.”