Li Iraqê dengê jinan ji bo reforma hiqûqê bilind dibe

Di nava zextên sansur û ewlehiyê yên zêde dibin de rêxistinên jinan ên Iraqê dest bi kampanyaya bi navê “azadiya ramanê” kirin. Armanc bi kampanyayê ew e ku pergala hiqûqê ji holê rakin, pêşî li zilmê bigrin û mafên welatiyan bigrin bin temînatê.

RACA HAMID REŞÎD

Irak – Li Iraqê ji kêmbûna azadiya ramanê û bi zêdebûna astengiyên li pêşiya azadiyê re, bi tevlîbûna aktivîst û parêzvanên mafên mirovan ji aliyê Komîteya Protestoyê ve kampanyaya bi navê “azadiya ramanê” hat destpêkirin.

Kesên tevlî kampanyayê bûne diyar kirin ku divê zulma li ser kesên nêrînên xwe dibêjin bi dawî bibe, yasayên ku pêşî li azadiyan digrin di çav de werin derbaskirin. Her wiha xwestin di serdemeke ku jin bi tomet û tacîzê re rûbirû dimînin de divê mercên ku bikaribin xwe îfade bikin û çalakiyên protestoyî li dar bixin werin avakirin.

Aktivîsta sivîl Întîsar El-Mayalî, bi gelek parêzvan û aktivîstên mafên mirovan re tevlî kampanyaya “azadiya ramanê” bû, bal kişand ser girîngiya dengê kesên ku bêdengiyê napejirînin û bi dengê xwe yê azad dengê xwe derdixin. El-Mayali, bal kişand ku divê mercên welatî bikaribin bi tirsa tomet û ji zulme xwe îfade bikin û mafên wan ên protestoyê hebe werin avakirin û got: "Din ava êş û zulmê de min dest bi vê kampanyayê kir. Azadiya ramanê heta tu bibêjî hatiye bi sînorkirin, mirov hatine bêdengkirin. Vê rewşê gefê li tevna civaka me dixwe. Ji bo wê me dest bi vê kampanyayê kir lewre em bawer dikin ku bêdengî êdî ji bo tu kesê ne vebijarkeke û azdiya ramanê ji bo rûmet û reforma vê civakê wekî nan û av pêwîst e."

Întîsar El Mayalî li ser armancên kampanyayê ragihand ku beşdar li ser riyên paralel dixebitin û wiha got:  “Destpêkê dê li dijî binpêkirinan çalakî werin lidarxistin, daxwaz were kirin ku bêmafiya li ser kesên ku ji ber nêrînên xwe rastî ceza hatine bi dawî bibe. Her wiha dê were xwestin ku ji bo aktivîstan mercên parastinên werin avakirin.”

‘Em tenê bi çalakiyan bi sînor namînin dixwazin dawî li zextan bînin’

Întîsar El-Mayalî diyar kir ku a duyem jî armanc ew e hayjêbûn zêdetir bibe, reformên yasayî çêbibin û gotinên xwe wiha domand: "Em ne tenê li dijî kiryarên rayedaran ên li dijî çalakivan in. Em dixwazin pergala zextkar ji holê rabe û bendên ku azadiya ramanê sûc dibîne werin guherandin. Em dixwazin nîşan bidin ku mafê xweîfadekirinê ne lutfek e, mafekî xwezayî ye ji aliyê civaka xwedî hiqûq û çandê ve tê parastin."

Beşdareke kampanyayê jî li ser rola jinan sekinî, da xuyakirin ku jinên tevlî vê kampanyayê bûne, rastî zextên siyasî, civakî û malbatî hatine û wiha pêl da gotinên xwe: "Astengiyên ku em dibînin, ne weke zexta li ser hempîşeyên me yên mêr siyasî yan jî ewlehî ye. Pirsgirêkên me gelek in. Mêr ji ber sekna xwe ya siyasî dibin hedef lê aktivîstên jin, ji ber rûmet, statuya xwe ya civakî û malbatên xwe tên hedefgirtin."

Îbtîsam El-Mayalî da zanîn ku serkeftina kampanyayê tenê bi hejmara belavok û çalakiyên protestoyî nîn e, armanc ew e ku bendên tirsê werin şikandin û pêşî li kesan vebe ku bikaribin ramanên xwe bi azadî bînin ziman, azadiya xwe biparêzin û bi behreyên xwe bijîn.

‘Bêdengî tu carî ji bo me nabe ewlehî’

Întîsar El-Mayalî, herî dawî ji bo jin û zarokên keç ên ku ji ber nêrînên civakê û bertekên rayedaran ditirsin wiha got: "Tirs dîwaran çêdike lê em dikarin bi hewldan û sekna xwe van dîwaran hilweşînin. Em îro ji hevrûbûna civaka zextkar ditirsin lê ger em têbikoşin dê sibê heman civak dema guherîna me çêkiriye bibîne dê rêzê ji me re bigre. Bêdengiya me ji bo me nabe ewlehî dijberî wê ger em îro dengê xwe ji bo  azadiya nifşên nû derbixin dê ji bo azadî û rûmeta wan bibe temînat. Ji bo nivîsandina vê dîrokê divê em bibin hevpar û li pişt perdeyê nemînin."