Danişîna doza kujerên ku li Bayrakliyê 2 jê jin 3 kes qetil kiribû hat dîtin
Li Bayrakliyê yekemîn danişîna doza der barê 3 kesên ji heman malbatê yên ji ber ajalên li kolanan xwedî kirin, hatin qetilkirin duh hat dîtin. Danişîn dê îro jî berdewam bike.
Navenda Nûçeyan – Yahya Kosek, hevjîna wî Meryem Kosek û keça wan Funda Gûçlû ku li Taxa Nafiz Gurman a navçeya Bayrakli ya Îzmîrê dijîn, di 10’ê Hezîranê de ji ber ajalên li kolanan xwedî kirin ji aliyê cîranê xwe Alî Îhsan Kiliç ve hatin qetilkirin. Yekemîn danişîna doza der barê Alî Îhsan Kiliç û Mehmet Kiliç ê ku hat diyarkirin alîkariya wî kirine duh li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Îzmîrê hat dîtin.
Parêzvanên mafên ajalan danişîne şopandin
Di danişînê de ji bilî xizmên malbatê û parêzerên wan, parêzerê kiryaran jî amade bû. Gelek parêzvanên mafên ajalan jî danişînê şopandin. Rêveberên Komîsyona Mafê Ajalan a Partiya Karkerên Tirk (TIP) jî ji bo şopandina danişînê hatin edliyeyê. Danişîna ku bi Pergala Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) pêk hat, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Dema daxwazên komeleyan ên ji bo tevlibûna dozê ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin, hemû wekîlên komeleyê bi belgeyên destûrnameyê yên ku ji wekîlên malbata gazindker girtine danişîne şopandin.
Ji kiryaran îfadeyên nakok
Di danişînê de ewil îfadeyên bersûc Alî Îhsan û Mehmet Kiliç hatin girtin. Kiryaran ewil diyar kirin ku di navbera wan û endamên malbata wan ên hatine qetilkirin de tu dijminatî tune ye. Dadgeh ji kiryarên ku îdia kiribûn ew jî heywan xwedî dikin û ji heywanan hez dikin, îfadeyên ku li emniyetê dabûn bi bîr xist. Li ser vê yekê kiryaran îfadeyên xwe wek di navbera wan û malbatê de dijminatî heye guhertin. Endamên malbata gazindker ku piştî kiryaran îfadeya xwe dan bûyer vegotin û xwestin bersûc bi awayekî herî giran bên cezakirin. Her wiha di danişînê de piştî îfadeyên kiryar û gazindkar hin şahid jî hatin guhdarkirin.
Danişîna dozê dê îro jî berdewam bike
Heyeta dadgehê tekez kir ku dê li gorî delîlên di dosyayê de biryareke adil û bêalî bê dayîn. Doz ji bo guhdarkirina hin şahidan û lêkolînkirina dîmen taloqî îro hat kirin.