Jiyan Ormanli: Divê li dijî îşkence û muameleya xerab lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Jiyan Ormanli bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê berdewam dikin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Binpêkirina mafên girtiyan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê roj bi roj zêde dibin. Girtiyên ku piştî şewbê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de dimînin di vê pêvajoyê de mafê jiyanê jî di nav de nikarin bigihîjin gelek mafan. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê ya binpêkirinên mafan ên sala 2021’ê, sala borî 170 girtî bê hincet hatin sirgûnkirin. Dema 23 girtî rastî binpêkirina mafê tenduristiyê hatin, mafê hevdîtina 3 malbatan hat astengkirin. Herî kêm der barê 56 girtiyan de lêpirsîn hat vekirin û ji bo 115 girtiyan jî cezayê dîsîplînê hatin dayîn. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Jiyan Ormanli, diyar kir ku girtiyên jin ji ber nasnameya xwe ya jinan zêdetir rastî binpêkirinên mafan tên û anî ziman ku di dema serdanên xwe yên li girtîgehê de agahî parve kirin ku di encama binpêkirinan de girtiyên jin ji aliyê derûnî û fizîkî ve bi bandor bûne.

"Girtiyên jin ji sepana 'pergala qabîneyê' gazinan dikin"

Jiyan Ormanli da zanîn ku li girtîgeha serdana wan kirine girtiyên jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Di serdanên dawî yên li girtîgehê de girtiyên jin ji ber 'pergala qabîne' ya bi taybetî li qawîşa jinan tê kirin, gilî kirine. Ew radigihînin ku ev qabîne yên li qawîşê hatine bicihanîn, têkiliya di navbera girtiyan kêm dike û ew neçar hatine hiştin ku hemû hewcedariyên xwe bi tena serê xwe li qabîneyê pêk bînin. Diyar kirin ku bi taybetî di rewşa hevdîtina telefonê de jinên ku xwendin û nivîsandinê nizanin ji ber tenê serê xwe bikevin qabîneyê nikarin hevdîtina telefonê pêk bînin û nikarin ji kantînê sparîş bidin.

“Xizmên girtiyan di lêgerînan de tên tacîzkirin”

Jiyan Ormanli diyar kir ku xizmên girtiyan jî ji binpêkirinan para xwe digrin û diyar kir ku xizmên girtiyan ên hatine hevdîtinê bi baldarî lêgerîn hatiye kirin û piştî lêgerînê xizmên girtiyan rastî tundiya devkî hatine. Jiyan Ormanli destnîşan kir ku ji ber 2 lêgerînên cuda li ber kamerayê ev demeke dirêj e girtî dernakevin hevdîtina vekirî û got ku di lêgerînan de ji girtiyan tê xwestin ku pêlavên xwe derxin.

“Ji bo tehliyeya pêşwext ji girtiyan re poşmanî tê ferzkirin”

Jiyan Ormanli diyar kir ku rojname û kovarên Kurdî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nayê dayîn ji girtiyan re û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Girtî gelek caran bi taybetî dema sewqî nexweşxaneyê tên kirin ji ber rastî pêkanînên weke lêgerîna hundirê dev û kelepçeyên cot tên tedawî red dikin. Diyar kirin ku ji ber bersivên daxwaznameyên wan bi awayê ‘kopyakirin û pêvekirin’ re bê eleqe ne û ji ber ku dîrok xelet in ji ber van sedeman nikarin li hemberî bersivê rêbaza îtîrazê bi kar bînin. Hin serlêderan ragihandin ku ji ber tehliyeya pêşwext sûd bigrin li ser wan şerta 'poşmaniyê' hatiye ferzkirin."

“Bila di girtîgehan de rêgezên qanûnî bên bicihanîn”

Jiyan Ormanli ku bi van gotinên xwe "Berî her tiştî divê hemû binpêkirinên mafan û binpêkirina mafên jinan bên rawestandin" bertek nîşanî binpêkirinan da, banga bila li girtîgehan rêgezên qanûnî û protokolên navneteweyî bên bicihanîn kir. Jiyan Ormanli diyar kir ku divê demildest dest ji pêkanînên ji hinceta şênber bêpar û bêhiqûqî berdin û wiha got: “Divê der barê giliyên îşkence û muameleya xerab de lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û ji bo pêşî li van binpêkirinan bê girtin, gav bên avêtin. Divê di warê xwarinê de jî berdêla îaşryê ji nû ve were rêzkirin û hijyên û berhemdarbûna xwarinan jî bên kontrolkirin. Divê bihayên berhemên ku di kantînê de ji bo firotanê tên pêşkêşkirin bên kontrolkirin. Divê ji bo rê li ber pêkanînên kêfî yên rêveberiyê ku mafê ragihandinê û tenduristiyê binpê dike bê girtin, gavên pêwîst bên avêtin.