Ji girtiya siyasî Leyla Guven 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn

Di danişîna Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li Colemêrgê hat dîtin de, dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 5 sal cezayê girtîgehê lê birî. Parêzer Serdar Çelebî diyar kir ku dê îtîraz bikin.

Navenda Nûçeyan - Rûniştina biryarê ya doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji ber îfadeya "Birêz Ocalan" tê darizandin, duh li 2'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Colemêrgê hat dîtin. Parêzerê Leyla Guven a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa E ya Xarpête Serdar Çelebî jî li Edliyeya Amedê bi sîstema deng, dîmen û agahdariyê (SEGBÎS) tevlî bû.
Dozgeriyê xwest Leyla Guven bi sûcê “propagandaya terorê” bê cezakirin. Dadgehê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” kiriye, sûcê ku kiriye sabit e û ji bo daxistinê jî ne guncaw e 5 sal cezayê girtîgehê lê birî.
Parêzer Serdar Çelebî der barê ceza de ev agahî dan:
“Divê di çarçoveya dosyayê de tu ceza tunebûya. Leyla Guven siyasetmedareke jin e ku ev demeke dirêj e di nav tevgera siyasî ya Kurd de cih digre û li ser pirsgirêkên sereke yên welat nêrînên xwe aniye ziman. Ger siyasetmedar nikaribin daxwazên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêkên li welat bînin ziman, tu wateya siyasetê namîne. Siyaset bi gel re tê nîqaşkirin. Guven ji ber axaftina bi zimanê Kurdî hat cezakirin. Guven axaftina xwe bi Kurdî kiribû û ji aliyê polîsan ve hatibû wergerandin. Îdîaname bi vî awayî hat amadekirin. Tişta ku me ji roja ewil ve ji dadgehê re got; ev axaftin sohbeteke kevn e, naveroka wê nayê bîra me, ji ber vê yekê gumanên me yên cidî hene ka gelo ev axaftin rast hatiye wergerandin an na.” 
“Em ê îtîrazê bikin” 
“Em daxwaz dikin ku ji aliyê kes û kesên bêalî ve bê wergerandin û bikin dosyayê. Li gel ku tenê daxwazek me ji dadgeh hebû nehat qebûlkirin. Ji aliyê serdozgeriyê ve nêrîn hat dayîn. Tevî ku me dem xwest em li dijî vê yekê parastinê bikin jî nehat qebûlkirin. Ji ber vê yekê eşkere bû ku dadgeh wê biryara xwe çawa bide. Weke qada parastinê, mafên ku ji aliyê CMK'ê ve ji me re hatine dayîn, bi awayekî fermî jî nehatiye naskirin. Ev biryar ne qanûnî ye. Piştî ku dadgeh biryara bi hincet eşkere bike em ê mafê xwe yê îtîrazê bi kar bînin.”
Keça Leyla Guvan Sabîha Temîzkan li dijî cezayê hatiye dayîn bertek nîşan da
Keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan bi van gotinan bertek nîşanî cezayê hatiye dayîn da û got: “Dayika min Leyla Guven ji ber axaftineke li Colemêrgê kir, bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ceza di sînorê jor de hat dayîn. Jixwe di girtîgehê de ye û 22 sal cezayê wê heye. Tenê ji bo îfadekirina ramanên xwe. Ez qet naxwazim tiştek bibêjim û behsa hiqûqê nakim.”