Hikûmeta Misirê pêşnûmeya qanûna zewaca temenê biçukan dipejiriîne

Zewaca temenê biçuk yek ji xirabiyên berbelav e di nav pêkhate û çanda civaka Misrê de. Ev yek bûye sedema bêhevsengiyek ku jinan di tevahiya jiyana xwe de ji zirarê dîtine.

ASMAA FATHI

Qahîre- Gelek saziyên jinan ji bo rûbirûbûna zewaca zarokên keç bi hemû hêza xwe xebitîn, bi riya gelek pêşniyar, pêşnûme qanûnan, perwerde û kampanyayên hişyarkirinê. Hikûmeta Misrê di encama vê têkoşînê de vê dawiyê pêşnûmeya qanûnek pejirand, li gorî wê zewaca temenê biçuk sûc dihat dîtin û cezayê girtîgehê û yê pere ji bo vê tawanê dihat birîn.

"Yekemîn zagona ji bo sûcdîtina zewaca biçûkan û zêdekirina cezayê wê"

Parêzera Desteya Bilind û Encûmena Dewletê Nermîn Îsa got ku ev pêşnûme qanûna ku hatiye pesendkirin yekem sûcdarkirina eşkere ya vê diyardeyê ye û cezakirina sûcdarên wê bi bendên pêşîlêgirtinê ye, ji ber ku pêvajoya zewacê bi kaxezeke adetî hatiye meşandin heta ku gihîştiye temenê qanûnî. Nermîn Îsa diyar kir ku destûra Misirê parastina zarokên di bin temenê qanûnî de ji hemû kiryarên tundutujî, destdirêjî, bazirganî û îstîsmara zayendî dixe bin temînatê ku zewaca di temenê biçûk de yek ji aliyên wê ye û wiha domand: "Nûner Enas Ebdulhelîm dawî li mijara nebûna qanûnên eşkere yên der barê cezayên li ser tawanên zewaca bi kesên temenê wan biçûk re anî. Her kesê ku zewaca di temenê biçûk de bike û beşdarî vê kiryarê bibe, çi welî be çi kesên rayedar, şahid an jî mêr bin, bi cezayê girtîgehê û cezayê pereyan tên cezakirin."

Destgirtin û tirsandin

Nermîn Îsa di wê baweriyê de ye ku derxistina vê sûcê û cezakirina wê dê gelekan bitirsîne û ji tirsa zindan û cezayê pere berî kirina vê tawanê çend caran bifikirin. Her wiha bal kişand ku rastiya Misrê bi rastî li benda derxistina qanûnek eşkere bûye ku zewaca biçûkan sûc bibîne û qedexe bike ku wan ji xwendinê bêpar dike û ji jiyana li gorî temen û bêhnfirehiya wan digire. Zewaca zarokan ji bo civakê encamên xwe yên aborî yên bi karesat hene. Ji ber ku rê dide zarokên hê ne amade ne malbatê ava bikin ku piraniya wan ji ber kêmbûna ezmûn û zanînê berevajî dibin.

Pêşnûmeya qanûnê cezayê zindanê ku ji salek ne kêmtir e û ji pêncî hezar lîre ne kêmtir ceza dide her kesê ku bi zarokek keç an xortekî re bizewice yan jî wan bizewicîne ku temenê wan di bin hejdeh salî de be.

“Dibe ku gelek malbata sextekariyê bikin”

Nermîn Îsa diyar dike ku dibe gelek malbat li ser vê qanûnê sextekariyê bikin û bi dizî zarokên xwe yên keç bizewicînin, wan ji rewşa zagonî ya ku jiyana wan di pêşerojê de misoger dike bêpar bihêlin.

Dîmenên herî xirab bi texmîna Nermîn Îsa, rewşa zarokan a di dema hevberdanê de ye. Ji ber ku dê bê belgeya jidayikbûnê bimînin her wiha jin ji mafên xwe bêpar dibin ger ku hevser bimre ji ber nebûna belgeya zewacê ya fermî.

Nermîn Îsa, teqez kir ku qanûn û tundkirina cezayan têrê nake û got: "Tacîzê cezayên xwe zêde kiriye, lê hê jî gelek jin li kolanan rastî êş û zehmetiyan tên. Pêwîstiya her ceza û zagonek bi tedbîrên cîbicîkar û perwerdeyî û xebata medenî û hukmî heye ku prensîbên xwe di hişyarî û çanda hemwelatiyan de bi cih bînin.”

Çareseriyên li hemberî sextekariya pêşnûmeya qanûnê

Lêkolîn, kontrolkirin û danîna mekanîzmayên zelal ên cîbicîkirina qanûnê, amûrên ku Nermîn Îsa pêwîst dibîne li ser bixebite da ku bigihîje daxwazên qanûna nû ne. Pêwîstî bi çûyîna gund û herêmên ku rêjeya zewaca di temenê biçûk de li wan zêde ye heye da ku were sînordarkirin.

Nermîn Îsa dihesibîne ku meyla ber bi hişyariya rasterast bi kesan re li kolanên Misrê yek ji wan rêbazan e ku divê ji bilî qanûnên tund were rêvekirin û teqez kir ku guhertina çandê di civakê de girîngtir û bibandortir e. Nemaze dema ku ramanên paşverû yên serdest di nava xwe de bigrin û dijminatiya her tiştê ku rê li ber berdewamiya wan digire bikin.

"Di navbera dema zewacê û pejirandina wê ya fermî de valahiyek heye"

Parêzer Dalia Zachary ku di gelek saziyên civaka sivîl û pêşxistina mafên mirovan de dixebitî, diyar kir ku dema ew berê li ser vê mijarê dixebitîn, di navbera dema zewacê û pejirandina wê de valahiyek hebû. Zewac bi belgeyek, heya ku digihîje temenê qanûnî ji bo qedandina qanûnî ya tedebîrên zewacê tê kirin.

Dalia Zachary di wê baweriyê de ku ev valahiya demî rastî karesatan tê, di nav wan de zarokên ku di wê demê de ji dayik dibin û ne qeydkirî dimînin û di bûyera hevberdanê de, zarok bê belgeya jidayikbûnê dimînin.

Parêzer Dalia Zachary behsa wê yekê dike ku zewaca zarokên keç bi kêmzanînê ve ne girêdayî ye û ne li ser bingeha ol, sunet, şerîet û tiştên din ên hevpar e. Bav ji rastiya ku dike baş dizane lê ji zewaca zaroka xwe ya keç sûdê digire. Ji ber vê yekê divê îradeyek rasteqîn hebe ku hemû rayedarên cîbicîkar û dadwerî li ser vî sûcî rawestin, ji ber ku pêkanîna qanûnê ji tundiya ceza girîngtir e. Jixwe zêdekirina cezayan nayê wateya pêşîlêgirtina sûc ku bazirganiya madeyên hişber jî diyar dike. Her çend cezayê îdam hê heye jî bi dawî nebûye, ji ber ku çareserî di îradeyek rasteqîn û çareseriyên zelal de ye ji bo pêşîgirtina sûc.

Hêjayî gotinê ye ku pêşnûmeya qanûnê destnîşan dike ku peymana zewacê ji bo kesên ku hejdeh salî derbas nekirine neyê pejirandin. Her wiha destûr ji bo kesên pêwendîdar tê dayîn ku daxwaznameyek pêşkêşî serokê dadgeha malbatê bikin. Wekî dadwerê karûbarên demkî, ji bo belgekirina peymana zewacê ji bo kesek di bin hejdeh salî de di tawanên diyarkirî de, di bendên jimare (267), (268) û (269) ên qanûna cezayan de, piştî ku biryara tawanê ya dawî were derxistin.