Hevberdan û pirzewaca di nava zagonên civakî û derûnî de
Di nava zagonek ku şertên wê nayên bicihanîn û civakek ku jinên hevberdane wek ‘şerm’ dibînin de, pir zewac û hevberdan dibe nasnameya nû ya malbatên Kurd. Aktivîst Kejal Abdulqadir dibêje: “Desthilat û medya ji bo rewakirina pirzewacê dixebite.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di serdema niha de, malbata ku bingehê sereke yê civakê ye, bi awayek berbiçav hatiye guhertin. Yek ji guherîna herî diyar, zêdebûna rêjeya hevberdanê û mêr ber bi zewaca duyem ve dibe. Ev herdu mijarên ku ketine nav hev, di nava pisporên zagonan çêdikin û welatiyan de bûye sedemê nîqaşan.
Ev herdu diyarde mirov nikare di yek alî de binirxîne, divê di sê aliyên cûda de were nirxandin:
Aliyê siyasî: Ji bo zewaca duyem, di hinek zagonan de bi şert destûr hatiye dayîn. Lê belê ev şert gelek caran di pratîkê de nehat bicihanîn. Di heman demê de hevberdan wek mafek zagonî hatiye nasîn, lê belê jin di nav de bi taybetî dema piştgiriya civakê kêm e, rastî zoriyên aborî û zagonê tên.
Aliyê aborî: Bersivên wê cûda ne, hinek kes pir zewacê wek mafê rewa dibînin, lê belê ji bo hinek din, ev şêwazek newekhevî û têkdana malbatê ye. Hevberdan jî hê li hinek qadan wek neyînî tê dîtin, bi taybetî dema jin daxwaz bikin.
Aliyên derûnî: Pir zewac dikare hestên bê bawerî ava bike û bibe sedemê dilşikandinê. Hevberdan, herçend hinek caran çareserî be jî, dikare bibe çavkaniya gefên derûnî û nexweşiyan. Zarok jî gelek caran dibin qurbanên bêdeng ên vê guhertinê. Bandorek kûr li ser jiyana wan dike.
Daneyên sala 2025’an ên herêma Kurdistanê
Li gorî daneyên dadgeha herêma Kurdistanê ya sala 2025’an rewş wiha ye:
Destûrdayîna bo zewaca duyem: Bi giştî 107 bûyer (Hewlêr 42, Silêmanî 39, Dihok 26, Kerkûk-Germiyan 0)
Qebûlkirina zewacên der qanûnî: Bi giştî 3 hezar û 119 bûye (Silêmanî 1407, Hewlêr 1025, Dihok 674, Kerkûk-Germiyan 13)
Hevberdan: Bi giştî 15 hezar û 826 bûyer (Hewlêr 7113, Silêmanî 5369, Dihok 2354, Kerkûk-Germiyan 990)
‘Di kuştina jinan de rola civakê heye’
Aktivîst û parêzvana mafê jinan Kejal Abdulqadir ji ajansa me re axivî û diyar kir ku pêkanîna jiyana zewacê, bi rêya hezkirin û bihevre jiyanê dibe, dema ku ew bihevreyî û hezkirin nema, divê herdu hevjîn bêyî encamdana bêrêzî û tundiyê dawî lê bînin û wiha got: “Pêkanîna
jiyana zewacê li ser bingehê rêz û hezkirinê ye. Ger rêz û hezkirin nema, divê ew du kes dawî li pêvajoya zewacê bînin. Derbaskirina rewşê û neveqetina van herdu kesan, encamên wek tundî, kuştin û gelek tiştên din bi xwe re tîne. Di civaka Kurd de ji ber aqlê mêrsalar û kevneperestiyan rêgiriyê li hevberdanê dikin. Ev jî jinan rû birûyî tundî û hinek caran xwekuştinê dihêle. Gelek deman civak sedemên sereke yên xwekujî û tundiya li dijî jinan in.”
‘Îslama siyasî û medya pir zewacê rewa dike’
Kejal Abdulqadir da zanîn ku beşek zêde ya ragihandina desthilata başûrê Kurdistanê, bi rêya belavkirina pir zewacê hewla têkdana civakê û malbatên Kurd dide û wiha pê de çû: “Bi rêya saziyên ragihandinê yên ser bi desthilata hikûmeta herêma Kurdistanê ve, di encama belavkirina pir zewac û pirsên ne rast hewl ji bo belavkirina pir zewac û tundiya li dijî jinan didin. Malbetekê tînin ser şaşeyê û behsa pir zewac û encamdana zewaca sêyem û çarem dikin û bi vê yekê, hem civakê teşwîqî pir zewacê dikin, hem jî vêya rewa dikin. Medyaya desthilatê bi çavdêriya partî û aliyên desthilata herêma Kurdistanê armanca wan têkdana civaka Kurd e. Da ku civakê ji çand û keveneşopiyên rast ên Kurdan dûr bixin. Me çalakvanan, bi rêya daxwaz û zagonan çend guherîn di zagona pir zewacê de kir. Lê belê ji ber biryarên zagona Iraqê, Herêma Kurdistanê digre nav xwe, pir zewac bi rêjeyek zêde tê encamdan. Ev rewş jî tundiya li dijî jinan zêdetir dike.”
‘Hewl didin hişmendiya pir zewac mîna ku ji aliyê jinan ve hatiye pejirandin ava bikin’
Kejal Abdulqadir anî ziman ku tevî propagandayên saziyên ragihandinê, hinek jin rastî zextên mêran hatine ku zewaca duyem pêk bînin, bi dawazên cûda yên zextên mêran re, neçar dike bipejirîne û wiha got: “Em dizanin jin di her pile û peywirekê de bin, ne neçar in pir zewaca hevjînên xwe bipejirînin. Lê belê bi taybetî ragihandinê wan jinan tîne ser şaşeyê û hewl didin ku weke tiştek normal be nîşan bidin. Bi vê rêyê hewl didin hişmendiya ku pir zewac ji aliyê jinan ve hatiye pejirandin ava bikin. Ger em li civaka Kurd a resen temaşe bikin, tu deman hebûna pir zewacê nedihat qebûlkirin. Berê zewaca duyem bi piranî ji ber sedemên nexweşî û sedemên neçar dihat encamdan. Lê belê niha Îslama siyasî hewl dide pir zewacê di civaka Kurd de rewa bike. Li gel wê desthilata siyasî ya başûrê Kurdistanê bi vê fikra Îslama tundrew tevger dike û vêya belav dike. Bi vê yekê, hewl dide civakê zêdetir xirab bike.”
Kejal Abdulqadir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di civaka resen a Kurd de, pir zewac ne cihê şanaziyê bû û tenê di bûyerên nexweşiyên giran de dihat pêkanîn. Lê belê niha Îslama siyasî ev normal kiriye. Her wiha rewşa aborî zemîn ava kiriye ku mêrên xwedî hinek pere çend caran bizewice. Li dijî vê em jin berxwedana xwe ya rêgirîkirina vê diyardeyê didomînin.”