Girtiya nexweş ku înfaza wê hat şewitandin di girtîgehê de bû 28 kîlo

Rojbîn Yakut a li Girtîgeha Kayseriyê gelek caran rastî şîdeta derûnî û fizîkî ya gardiyanan hat, bi hinceta cezayên dîsîplînê girtiye nayê berdan. Şazîme Yakut, diyar kir ku keça wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û bi taybetî ji ber pirsgirêkên çavên xwe bûye 28 kîlo, banga xwedîderketina li girtiyan kir.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li Tirkiyeyê di du rojên dawî de 2 girtiyên nexweş ên li girtîgehên cuda de diman jiyana xwe ji dest dan. Dema ku her diçe girtîgeh ji bo girtiyên nexweş zehmetir dibe, di nava van zehmetiyan de mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin. Li gel hemû banga malbat û parêzeran jî Wezareta Edaletê ji bo serbestberdana girtiyên nexweş gav neavêt, li welat di nava 10 salên dawî de 684 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan. Xizma girtiya nexweş Şazîme Yakut diyar kir ku ji bo ev hejmar zêde nebe berpirsyariyeke mezin a malbatan heye û bang li malbatan kir ku li dora girtiyan bibin yek.
Tevî cezayê wê qediyaye jî nayê berdan
Keça Şazîme Yakut a 23 salî Rojbîn Yakut, ji sala 2015'an ve di girtîgehê de ye. Rojbîn Yakut piştî li navçeya Ceylanpinara Rihayê hat binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê" 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Rojbîn Yakut a ku piştî salek li Rihayê ma sirgûnî Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê hat kirin, piştî sal û nîvek sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Kayserî Bunyan hat kirin. Hat hînbûn ku înfaza Rojbîn Yakut a ku tevî bidawîbûna cezayê wê nehat berdan, ji ber 3 cezayên cuda yên dîsîplînê yên der barê wê de ji sûcê "birîndarkirina gardiyanan" hat şewitandin û tehliyeya wê taloqî 2 salan şûnde hat kirin. 
"Keça min bûye 28 kîlo" 
Dayika Rojbîn Yakut Şazîme Yakut, anî ziman ku keça wê ji ber nexweşiya xwe bûye 28 kîlo. Şazîme Yakut, diyar kir ku keça wê ji ber nexweşiyeke ji zikmakî ve bi zehmetiyên fizîkî hewl dide jiyana xwe bidomîne û bal kişand ku keça wê li Girtîgeha Tarsûsê her tim rastî tundiya fizîkî û derûnî hatiye. Şazîme Yakut, diyar kir ku keça wê jî bilî  îşkenceya dîtiye, ji ber lêpirsînên dîsîplînê yên der barê wê de hatine vekirin, nehatiye berdan û destnîşan kir ku dewlet bi awayê topyekûn hem li girtiyan hem jî li xizmên wan zilmê dike.
"Gelek caran rastî îşkenceyê hat"
 
Şazîme Yakut destnîşan kir li Girtîgeha Kayseriyê ya ku keça wê niha lê dimîne zext di asta herî jor de ne û wiha got: “Dema cara herî dawî em xizmên girtiyan çûn wir, em rastî lêgerîna tazî hatin. Li ser girtiyan jî zextên cuda tên kirin. Keça min li Tarsûsê gelek caran rastî lêdan û îşkenceyê hat. Wan li wan xistin lê wekî ku ew birîndar bûn, der barê keça min de doz vekirin. Ev çi wijdan e, çi qanûn e? Ji bo îşkenceyê li me bikin van tiştan dikin.”
"Çavê wê yê çepê kor bû" 
Şazîme Yakut a ku dibêje keça wê ji biçûkatiya xwe ve jî çavê xwe nexweş e, diyar kir ku ji ber nayê dermankirin çavê wê yê çepê nabîne. Şazîme Yakut axaftina xwe wiha domand: “Li girtîgehê bi tu awayî wê tedawî nakin. Çavê wê ya çepê ewqas xira bûye  ku bijîşka ku çûbû gel got divê ew çav were derxistin. Ji ber ku çavên wê her tim nexweş û westiyaye.
Berdewamî kîloyên xwe winda dike. Piştî ku di girtîgehê de bi koronayê ket, nikaribû bi ser xwe ve were. Niha li girtîgehê nikare avê jî vexwe. Ez 2 sal in, ji ber vê qedexeyê nikarim biçim girtîgehê û wê bibînim. Ez van hemûyan bi telefonê fêr dibim.”
"Bi zextê nikarin me bitirsînin" 
Şazîme Yakut destnîşan kir ku zextên tên jiyîn li ber çavan in û bang li malbatan kir ku bên cem hev û ji bo girtiyan têbikoşin. Şazîme Yakut, diyar kir ku divê malbat ji bo girtiyan çi ji destên wan tê bikin û got; “Heta ku ew zextên xwe zêde bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ew çiqas zilmê bikin em ê ewqas bi hêz bibin. Ew nikarin bi van tiştan ne me ne jî zarokên me bitirsînin.”