Gelo perwerdeya zayendî dikare zarokan ji tacîzê biparêze?

Dozên îstîsmara li dijî zarokan êdî ne bûyerên veşartî ne bûne diyardeyek berbiçav û tên nîqaşkirin. Ev zêdebûn hişyariyek mezintir nîşan dide lê kêmasiyên kûr di parastin û pêşîlêgirtinê de jî eşkere dike.

ESMAA FATHÎ

Qahîre – Tevî gelek hewldanên ku hatine kirin, pêşîlêgirtina hinek bûyeran hê jî mijara herî girîng e. Bi taybetî pirsên li ser rola saziyên perwerdeyê di parastina zarokan de. Ev nîqaşên li ser tevlîkirina perwerdehya zayendî weke beşek ji bernameya dibistanê ronî dike.

Berevajî vê, ev pêşniyar rastî berxwedan an fikarên civakî tê ku gelek caran ji têgihîştina xelet a têgeha ‘perwerdeya zayendî’ û têgihîştina wê weke mijareke tabû yan ne guncav ji bo zarokan derdikeve holê, bi vî rengî pêkanîna wê ya bi bandor tevlihev dike.

Nêrîn di navbera kesên ku hişmendiya zû weke amûreke parastinê dibînin û kesên ku ji encamên danasîna vê cure zanînê di dibistanan de ditirsin de cuda ne. Ev deriyê nîqaşek kûrtir vedike, mirov difikire ka çawa dikare zarokan di hawirdoreke ku her gav diguhere de biparêze.

Perwerdeya zayendî rêbaza ji bo parastina zarokan e

Bi nîqaşa zêde ya li ser rêbazên parastina zarokan, têgeha "perwerdeya zayendî" weke çareseriyeke pêşniyarkirî derdikeve hole lê ew bi gelek nakokî û têgihîştinên xelet dorpêçkirî dimîne. Ev nakokî valahiyek di navbera armanca rastîn a hişmendiyê û têgihîştinên civakî yên bi wê ve girêdayî de nîşan dide.

Ev mijar pirsan li ser rola dibistanê derdixe holê, ne tenê weke saziyeke perwerdeyê di heman demê de weke cihekî ji bo avakirina hişmendiya zarok û şiyana parastina xwe, bi taybetî di ronahiya gelek îstîsmarên dawî de ku li gelek dibistanan qewimîne ye.

Damezrînera însiyatîfa "Bido" ji bo parastina zarokan ji tacîzê, Şaymaa Dahab eşkare dike ku hişmendiya zû roleke bingehîn dilîze da ku zarok bikaribin di navbera tevgerên ewle û ne ewle de cudahiyê bikin, weke cudahiya di navbera "destdana ewle" û "destdana zirardar" de. Şaymaa Dahab tekez dike ku tevlêkirina vê cure zanînê di dibistanan de şiyana zarokek ji bo parastina xwe zêde dike, bi taybetî li dijî hewldanên îstîsmarê.

Zêdebûna dozan an zêdebûna hişyariyê?

Bi nîqaşên dubare yên li ser bûyerên îstîsmara li dijî zarokan re, pirsek derdikeve holê: Gelo ev doz bi rastî zêde dibin, an tenê meseleya zêdebûna hişmendiya civakî ye ku wan bêhtir eşkere kiriye?

Ev pirs guhertinek di awayê civak bi van pirsgirêkan re mijûl dibe de nîşan dide, ji bêdengiyê ber bi eşkerekirin û rûbirûbûnê ve diçe . Gelek malbatan vê dawiyê ji ber tirsa xwe ya ji îstîsmara potansiyel di nava dibistanan de ev rêbaz pejirandine.

Şeymaa Dahab bawer dike ku ev îstîsmar ne nû ne, di demên berê de kêmtir xuya bûne lê her dem hebûne û destnîşan dike ku belavbûna medyaya dîjîtal, digel drama û kampanyayên hişyariyê, beşdarî bilindkirina hişmendiyê bûye û civakê bêhtir şiyana naskirin û navkirina van sûcan kiriye.

Redkirina civakî krîzeke têgihîştinê ye ne prensîb e

Tevlêkirina perwerdeya zayendî di dibistanan de ji hêla hinek malbatan ve, bi taybetî di civakên muhafezekar de ku mijar weke tabû tê hesibandin, hê jî rastî berxwedana wan tê.

Lê ev redkirin gelek caran kêmtir ji redkirina ramanê bi xwe û bêhtir ji nebûna têgihîştina rastîn a tiştê ku perwerdeya zayendî tê de heye û ji têgihîştinên xelet ên li ser bingeha gotegotan derdikeve holê.

Perwerde weke deriyek ji bo guhertinê ye

Bi zêdebûna bangên ji bo tevlîkirina perwerdeya zayendî di bernameyên xwendinê yên dibistanê de, pirs derdikevin holê li ser mekanîzmayên pêkanînê û çawaniya pêşkêşkirina vê naverokê bi awayekî guncaw ji bo her koma temenî.

Ev nîqaş girîngiya pisporbûnê di pêşxistina bernameya xwendinê de destnîşan dike da ku ji bo zarokan agahdariya rast û guncav ji bo temen were peydakirin. Şeymaa Dahab balê dikşîne ser pêwîstiya pêşxistina naveroka pêşverû ku bi qonaxên pêşketina zarokan re li hev dike.

Şeymaa Dahab tekez dike ku zarokên vê agahiyê ji dibistanê digrin, li gorî çavkaniyên din pêbaweriyek mezintir bi wan re çêdibe û têgihîştina wan ji ber têgihîştina wan û malbatên wan a li ser rola perwerde û zanînê ya dibistanê zêde dike.

Mesref û pêkanîn

Di nav zehmetiyan de pirsgirêka dabînkirina karmendên pispor di nav dibistanan de û barê darayî yê potansiyel ku ev yek li ser saziyên perwerdeyê datîne heye.

Lê ev derî vedike ji bo lêgerîna çareseriyên alternatîf ên ku kalîte û lêçûnê hevseng dikin. Şeymaa Dahab pêşniyar dike ku mamoste û xebatkarên civakî di nava dibistanan de werin perwerdekirin da ku vê cure hişmendiyê peyda bikin, li şûna bi tevahî xwe bispêrin pisporên derveyî. Şeymaa Dahab bawer dike ku ev nêzikatî ne tenê lêçûnan kêm dike di heman demê de baweriya zarokan bi mamosteyên wan jî xurt dike, wan teşwîq dike ku di her rewşa xeternak de li alîkariyê bigerin.

Hêjayî gotinê ye ku mijara parastina zarokan ji tacîzê pêdiviyeke lezgîn e. Divê ku tedbîrên pêşîlêgirtinê ji nû ve werin nirxandin, bi bersivên ku tenê bertek nîşan didin derbas bibin. Her çendî nîqaşa li ser perwerdeya zayendî berdewam dike jî delîlên girîngiya wê weke rêbazeke parastina zarokan û hêzdarkirina wan ji bo fêmkirina zehmetiyên ku pê re rûbirû dimînin zêde dibin.

Ev nîqaş piştrast dikin ku zehmetî ne tenê di nava xwe de têgînên nû, di nava bernameyên dersê de digrin. Herî dawî dibêje ku di heman demê de di guhertina nêrîna civakê ya li ser wan de jî bandor dike wiha bi dawî dike: “Avakirina hişmendiya kolektîf zanînê çêdike. Dema ku bi rêkûpêk were pêşkêşkirin, dikare xeta yekem a parastinê ji bo parastina zarokan be, ne gefa ji bo nirxên civakê.”