Femînîst: Tûnis ji bo jinan welatek ne ewle ye û ji bo rawestandina makîneya kuştinê divê tedbîr bê girtin

Lêkolînên fermî hişyarî ji zêdebûna tundûtûjiyê li Tûnisê heta asta şewitandin, serjêkirin û kuştina bi awayên hovane kir, ku li dijî qanûna tundûtûjiyê ya hejmar 58'an ku di sala 2017'an de derketiye.

ZUHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis- Lêkolînên fermî nîşan didin ku rêjeya şîdeta li dijî jinan roj bi roj zêde dibe û tevî kampanyayên hişyarkirinê yên ji aliyê Wezareta Jinê û gelek komeleyên jinan û medyayê ve tên organîzekirin jî, ev rêjî tirsê dide avakirin. Şîdeta hevjînî li Tûnisê bi rêjeya ji sedî 75 di rêza yekem de ye di nav cûreyên şîdetê de, pişre jî tundiya bi awayekî giştî tê. Pisporan ev rêjeyên bilind bi adetên paşverû yên serdest li ser azadiya kesane ya jinan ve girê da, her wiha şidet nexweşiyên derûnî dide avakirin.
Li gelek deverên Tûnisê jin bi awayekî hovane û bê sûc tên îşkencekirin û kuştin 
Di van demên dawî de, herêmê rastî bûyerên  şewitandina jinek 28 salî ji hêla hevjînê ve li parêzgeha Nabeul, li bakurê rojhilatê Tûnisê, li ber çavên kurê wê yê bebik hat. 
Di dawiya meha Cotmehê de, li parêzgeha Ben Arous a Tûnisê, destê jinekê ji ber şîdeta malbatê hat jêkirin. Her wiha Beriya mehekê li parêzgeha El Kef a bakur-rojava, mêrekî hevjîna xwe bi satore (kêra goşt a mezin) kuşt, tenê ji ber ku xwarina nîvro amade neikribû, ev bûyera hov derbarê wê jinêde hat kirin. di heman demê de li Naberlê  guhê jinekê hat jêkirin û yekî din jî rastî tundî û lêdanê ji aliyê hevjînê xwe ve hat heta ku jiyana xwe ji dest da.
Ne tenê ev tewanên ku hatine ragihandin hene lê bi hezara bûyer hene ku jin ji ber şideta ku di bin siya bêdengiya desthilatdaran de rastî kuştin û seqetkirina mayinde tên.
Aktîvîsta femînîst Amira Boaouina ji ajansa me re diyar kir ku di salên dawî de sûcên teşwîh kirina laşê jinan û heta kuştinê ji aliyê hevjînê wan ve bi awayekî hovane zêde bûne û wiha got: "Jinên li Tûnisê ji qonaxa tundiyê derbasî sûcê bûne, ew li mala xwe û li gel hevjînê xwe yê ku qaşo hevjînê wê û çavkaniya ewlehiyê ya malbatê ye, ketiye rewşeke ne ewle û rastî kuştinê tê."
Her wiha bal destnîşan kir ku pêkanîna tundiya devkî û fîzîkî a li dijî jinan li pêşberî zarokên wan li Tûnisê lipêşe, mijar ji kuştin û destdirêjiya li ser mexdûran di qada malbatê de derbas bûye.
"jin li Tûnisê li pêş çavên zarokên xwe ji aliyê hevjîn rastî hovîtiyê tên"
Derbarê zêdebûna tawanên tundiyê de jî Amira Boaouina wiha dibêje: "Em li Tûnisê bi awayekî hovane dijiyan. Gelek bûyerên hovane tên jiyankirin û jin bê sûc rastî hovîtiyê tên. Mêrekî çavên hevjîna xwe li ber çavên keça wan teqand û jina bi navê Refqa El-Şernî li ber çavên kurê xwe yê du salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin, her wiha jinek tenê ji ber israra wê ya ji bo wergirtina bawernameya ajotinê hat şewitandin, li gorî ku parêzerek bi rêya hesabê xwe gotiye, ev hemû tişt diqewimin ruxmî hebûna qanûna li dijî tundiya li ser jin".
her wiha wê wiha pêl da gotinê xwe: "Ev qanûn ji bo tundûtûjiyê li Tûnisê nebû asteng. lê me dît ku rêjeya wê zêde bûye, nemaze tundiya hevjînî li qada taybet. Li gorî çavkaniyên fermî, piştî belavbûna pandemiya korona di Adara 2020'an de û danîna qedexekirina tevgerê bi awayekî giştî li Tûnisê, rêje zêde bûn. Ev rastî pirsan di mejiyê me de dide çêkirin ku rastiya vê bêhiqûqiyê ya di pêkanîna şîdet û sûcên hovane yên li dijî jinan de û li ser nebûna ewlehiya jinan. Ew dipirse: "Gelo zexta jiyanê, windakirina debara hinekan û pirsgirêkên civakî û psîkolojîk êdî li ber qanûnan radiweste, ji ber ku  her kes xwe di nav çerxa barkirina barên şîdeta girtî de dibîne?."
Amira Bouaouina dibîne ku zagona jimare 58 berfereh û yekgirtî ye û hemû cureyên tundiyê diyardike, lê xeletî di pêkanîn û pênaseya wê de ye û wiha dom kir: "Jina ku rastî şidetê hatiye nizane biçe kuderê, ger biçe navenda polîs jî hevalbendiya derûnî di wê rewşa xwe de nabînin. Ji ber vê hin jin ji ber tirsa muameleya xirab a li navendê, neçar dimînin ku li malê bi sûcdar re bimînin. Doz û bûyerên şidet ku îro li Tûnisê diqewimin, encamên bêcezakirinê ne, ji ber vê yekê sûcdar berdewam şîdetê vediguherîne sûc." 
"şidet gihiştiye asta kuştinê"
Pispora qanûnî Rabab Heddad di wê baweriyê de ye ku amûra kuştina jinan mezin bûye û formên gumanbar ên ku digihêje tawankariyê, wergirtine, ji ber ku sûcdar li gorî qanûnê tevnegerin û dewlet nekariye wê bi cih bîne û cezayên herî giran bi cih bîne da ku rê li ber kiryarên tundûtûjiyê bigire û vê diyardeya ku ewlehî û aramiya jinan xirab dike ji hole rake.
Wê diyar kir ku bi rastî mixabin tundî gihîştiye asta kuştinê û matmayîna xwe li hember bêdengiya Wezareta Jin û Komeleyên Femînîst ên li hember van sûcan li welatekî ku tê pêşbînîkirin ku mafên jinan pêşengiyê bike nîşan da. Wê hişyarî da mezinbûna serdestiya mêr û otorîterîzmê û tekez kir ku pêwîst e tedbîrên lezgîn ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê bi hemû awayên wê û hem jî bi kuştinê re bêne girtin.
Li gorî Rabab Heddad, navendên guhdarîkirinê êdî têrê nakin, ji ber ku berî her tiştî ew li hemû parêzgeh, herêm û deverên gundewarî nînin û  ji ber ku hin jin ji girîngiya serdana navendên bi vî rengî nizanin, ku erka wan tenê bi rêberî û guhdarîkirinê ye.
Wê banga peydakirina cihên hewandinê ji bo jinên ku rastî tundiyê tên kir, ji ber ku ev yek xeteriyek mezin li ser jiyana wan çêdike û destnîşan kir ku girtina "Cihê Ewlehiyê" mala her jinek ku hewceyê piştgiriyê ye û girtina wê xeletiya herî mezin e ku Wezareta Jin kiriye.
Her wiha wê diyar kir ku hin jin hene nikarin xwe bighînin cihê gilê û wiha domand:" jinên ku rojane rastî şidetê tên ku li deverên wekî gundan ne û bi kevneşopiyên kevn ve girêdayîne nikarin gilî bikin an jî pirotesto li hember serdestiya mêr bikin, ev jî ji ber nerînên civakê ne."
" jin di karde jî rastî şideta devkî û fîzîkî tê"
Her wiha çalakvana femînîst Amani Hamhoum dibîne ku jinên Tûnisî li welatekî ne ewle dijîn, ji ber ku di karê xwe de jî rastî tundiya herî giran a tundûtûjiya devkî û fizîkî tên, dema ku doza mafê xwe dikin, ku mafê herî hêsan e ku bi destûra bingehîn hatiye garantîkirin û wiha da diyarkirin: "Kêmbûna hişmendiya civakê, jinan ji biçûkaniya wê ve fêrî ramanên dogmatîk ên ku dibîne ew lawaz e û tu mafên xwe tune dike."
Wê da zanîn ku tundûtûjî bûye rûtînek, rojane bûyerên şidetê dibînin, ev yek ji ber encamên neçarî ye ji kêmasiya meclisê ji bo cîbicîkirina yasaya dijî tundûtûjiyê û got ku dem hatiye ku şoreşeke rast li dijî zihniyeta ku jinan wekî amûran dibînin were destpêkirin."