Di bin tacîza dadwerî û îdarî de li Tirkiyeyê parastina mafan

Ji Navenda Bîrgeh Edalet û heqîqetê Burcu Bîngollu, di ronahiya rapora xwe ya ku herî dawî amede kirin de zextên ku parêzvanên mafên mirovan rû bi rû dîminin ji ajansa me re vegot.

ELÎF AKGUL

Stenbol- Navenda Bîrgeh Edalet û heqîqetê, beriya demek kurt rapora xwe ya bi navê “Bêdeng nemîne: Polîtîkayên Çavtirsandinê ya li Dijî Parêzvanên Maf an 2015-2021” ku binpêkirinên mafan ên li dijî parêzvanên mafan dinirxîne weşand.

Em ji Navenda Bîrgeh bi Burcu Bîngollû re di rapora ku bi bîr anîna Hrant Dînk û Tahîr Elçî hat destpêkirin de, li ser binpêkirinên li hemberî parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê pêk tên axivîn.

Burcu Bîngollû diyar kir ku li Tirkiyeyê parêzvanên mafan di bin zextên mewzûat û darazê de dixebitin û destnîşan kir ku di aliyekî de jî medyaya nêzîkî hikûmetê de çalakiyên cidî yên rêşkiribe xistin meriyetê. Burcu Bîngollû diyar kir ku xebatên komeleyê û bikaranîna mafên bingehîn ji aliyê darazê ve tên krîmînal kirin,destnîşan kir ku zextên li ser têkoşîna mafên mirovan ne tenê bi Tirkiyeyê re sînordar e û bal kişand ser girîngiya hevgirtina navneteweyî.

Li dijî parêzvanên maf an tacîzên dadwerî û îdarî          

Li Tirkiyeyê parêzvanên mafan di rewşek çawa de dixebitin?

Parêzvanên mafan hem di bin tacîza dadwerî û hem di bin tacîza îdarî û qanûnî de, kampanyayên armancgirtinê û rûreşkirinê yên ku ji hêla medyaya nêzî hikûmetê ve dixebitin.

Di têkoşîna mafên mirovan de tişta ku em ji kesên ji me mezintir hîn bûne ew e ku li Tirkiyeyê têkoşîna mafên mirovan bi hêsanî nehat meşandin. Hertim hawîrdorek zextê hebû. Rapora me tenê navbera 2015- 2021’an digre dest.

Di navbera salên 2015-2021’ê de Tirkiye di pêvajoyên dijwar re derbas bû. Di wê pêvajoyê de parêzvanên mafan bi çi re rûbirû man?

Bi hilweşîna pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd a sala 2015’an ji nû ve destpêkirina pevçûnan, di 2016’an de hewldana darbe û rewşa awarte ya piştî wê hat û bi KHK’yan re mayin de bû, gelek kes xistin bin zextan. Azadiya ramanê ya rojnamegeran, mafên akademîsyen û parêzeran hat bisînordar kirin. Helbet civaka sivîl jî para xwe ji vê pêvajoyê girt.

Yekem rêbazên ku em di rapora xwe de diyar dikin, zextên ku bi rêya yasayan û bi qanûnan tên kirin. Weke mînak guhertina mewzûrat a derbarê ragihandina kesên ku endamên komeleyan dîbin. Em ji hevalên xwe yên ku bi taybetî li ser mafê rêxistinê dixebitin dizanin ku ji ber vê yekê di hejmara endamên komeleyan de kêmbûn hat jiyîn. Bi gotineke din, ev guhertin li ser mafê birêxistinkirinê fonksiyonek bisînordarkirin dît.

Mînak, qontrolên ku di qaden mafên LGBTI+ de dixebite, bi rastî ji kontrolên pir dirêj derbas bûn.

Wan dîtin ku agahiyên wan weke erkekî îdarî ragihandine, li dijî wan di kampanyayên rûreşkirinê yên di medyaya nêzîkî hikûmetê de hatine bikaranîn. Yanî bi rêya qanûnê hewildanek dorpêçkirinê heye.

Sûcdariya 'Muxalefeta qanûna hejimara 2911’an' pirsgirêkek cidî ye ku bandor li qada sivîl dike

Hûn di çarçoveya sernavê tacîza dadwerî de çi dijîn?

Parêzvanên mafan bi pêkanînên wekî binpêkirina mafê darizandina bi adila ne, di tedbîrên wekî desteserkirin, binçavkirin û girtin de bi pêkanînên wekî ne li gorî standartan rastî tacîza edlî tên.

Dibe ku niha jî ji hinekan re dozek vedikin. Dema em ji bo hevgirtinê diçin danişîna parêzvanekî mafan, em ji danişînê derdikevin dadikevîn qata binî û tevlî danişîna yekê din dibin. Hawirdorek wiha mijara gotine ye.

Îro zêdetirî 200 rêveber û endamên Komeleya Mafên Mirovan ku saziya herî bi kok ya mafên mirovan a Tirkiyeyê ye, bi lêpirsîn û dozan re rû bi rû ne. 143 dozên ku ji Eren Keskîn re hatine vekirin heye; Ozturk Turkdogan her tim derdikeve pêşberî dadgeh an.

Çarçoveya van tacîzên dadwerî çi ye, li parêzvanên mafan sûcdariyê bi çi awayî tên kirin?

Weke pêkanîna daxuyaniyên çapemeniyê, di aliyê parazvaniyê de çalakî pêkanîn û pirtûk weşandin. Sepanek ku tiştên ne sûc tên krîmînaz tên kirin heye. Her wiha sûcên ku herî zêde em rastî wan tên endamtiya rêxistina terorê, sûcên li ser navê rêxistina terorê, alîkariya rêxistina terorê, tehrîk kirina gel bo kîn û dijminatiyê, propagandaya rêxistina terorê, heqareta li Serokomar kirin, sûcdariyên herî muxalefet di Qanûna Civîn Xwepêşandanan a jimara 2911’an de derdikevin pêşiya me.              

Sûcdarkirina binpêkirina zagona jimareya 2911’an pirsgirêkek cidî ye ku bandorê li qada sivîlan dike. Ji ber ku civîn pêkanîn û çalakî li dar xistin mafê herî serek e ya gel e. Di vê xalê de pêkanînên îdareyê ya pir keyfî hene. Pêkanîna walitiyan û qeymeqamtiyan ya bi tenê dubarê kirina yasayê û bêyî nîşandana hincetêk şenbêr li seranserê parêzgehê qedexe kirina çalakiyan heye. Mînak li Wanê ev qedexeya îdarî ji sala 2016’an û vir ve didome.

Ev pêkanînên pir bisînorker in û bi awayekî ecêb, dozên ku li dijî parêzvanên mafan li ser van mijaran têne vekirin, bi gelemperî neşopandin an jî beraatê bi encam dîbin. Lê ev yek ji vekirina dozê re asteng nabe. Di rastiyê de em dikarin bêjin ku hêza kamûyê jî îsraf dike.

"Sûcdariya 'Foncitiyê' parêzvanên mafên mirovan îzole dike”

Di vîdeoya we ya kampanyaya "Bêdeng nebin" de Nêrîna civaka sivîl di vê çarçoveyê de çawa ye? Di vê çarçoveyê de li dijî civaka sivîl têgihîştinek çawa heye?

Ne tenê di aliyê dewletê de, di raya giştî de jî têgihîştinek hinekî bi pirsgirêk heye. Wekî ku negirtina fonê rastbûyin e, wergirtina fonê wekî xizmetkirina kesek an jî xwedîbûna ajandayê tê hesibandin. Civak gelekî bendbendî bûye û sûcdariya ku li hev dikin “foncitî” e. Ez tenê behsa kesên nêzî hikûmetê nakim, di beşên muxalîf de jî wergirtina fon weke sûc tê hesibandin. Ji ber vê yekê ew sûcdariyek pir hêsan e. Me ev yek di doza Geziyê de dît. Û hûn nikarin ji kesî re rave bikin ku mijar ne ew e. Dibe ku kesên ku hûn bi gelemperî li kêleka ew biseknin û mafên xwe biparêzin jî we bi tenê bihêlin. Ji ber vê sûcdarkirina "foncitî" pir îzole kirin e. Belkî jî divê ev yek ji raya giştî re were vegotin. Fon girtin çiyê, krîterên we çîne?  Dewlet jî ji Yekîtiya Ewrupa yê fon digre. Dema saziya X bigre sûc e, dewlet bigre ne sûc e. Her wiha her tiştê civaka sivîl vekiriye. Ji aliyê Wezaret karûbarên hûndirin ve tê qontrol kirin. Perêya ku dikeve hesaba me bêyî ku agahî bidin Masayên Komalêyan nîkarin bikar bînin. Di qontrol kirinan de lêçûnên xwe nîşan didin. Ger nelirêtî bibe ji xwe di mewzûatê de cezaya we heye.

“Di hemû rejîmên populîst ya rast ên otorîter de parêzvanên mafan dibin hedef”

Di raporê de hat destnîşankirin ku zextên li ser parêzvanên mafên mirovan ne tenê li Tirkiyeyê hene. Li cîhanê çawa ye?

Mînak helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî Peymana Stenbolê ne tenê aîdê Tirkiyeyê ye. Em dizanin ku tevgerên li dijî wekheviya zayendiya civakî di nava rejîmên rastgir ên populîst de cih digrin. Hemû çavkaniya pirsgirêkên aborî wek têkoşîna wekheviya zayendiya civakî Û wek parêzvanên maf ên miron tê nîşandan, vekişîna destkeftiyeke mezin a weke Peymana Stenbolê bi rastî meylek e. Em dikarin vê yekê li hemî welatên ku ji hêla rêberên populîst rastgir ên otorîter ve têne rêvebirin bibînin. Li Tirkiyeyê jî ne cuda ye. Beriya şerê Ukraynayê jî, fonên biyanî ya "qanûna sixûrtî" a Rûsyayê hat qedexe kirin. Yê ku ev qanûn red dikin wek ÎHD'a Tirkiyeyê, Memorial a saziya mafên mirovan a Rûsyayê ya herî bi kok e, hat girtin. Parêzen mafan yê li wir dixebitin rastî gelek zextan hatin, hinek jî neçar man welat biterîkinin. Di vê wateyê de rêbazên pir dişîbin hev in. Tiştekî xerab e, lê divê mijarê de em ne bi tenê ne.

Em dikarin li dijî vê yekê behsa hawirdorek hevgirtinê bikin lê…

Di van salên dawî de, zêdetir piştgirî ji parêzvanên mafên mirovan re hat hilberandin ku xwe biparêzin, torên hevgirtinê û networkan hatin avakirin. Tora hevgirtinê ya parêzvanên mafên mirovan ku em jî tê de ne heye.

Sekna bi hev re bi qasî di asta navneteweyî di asta neteweyî de pêwîstiyek e. Yanî agahdarkirina mekanîzmayên navneteweyî, ji bo ketina tevgerê bang bê kirin û têkilî danîna torên li vir pir girîng e. Çawa ku rêveber van rêbazên zextê ji hev fêr dibin divê saziyên sivîl jî piştgiriyê bidin hev.