Dadgehkirina modelîsta Yemenî, Întisar Al-Hammadi berdewam dike

Di rûniştina doza modelîsta Yemenê Întisar El-Hammadî de parêzerên parastinê, daxwaz kirin ku tawanên exlaqî û xirab ên ku ne li ser delîlan in werin rakirin ku yek ji wan îdiaya dozgeriyê ya ku hatibû gotin Întisar Al-Hammadi keçên nenas teşwîqê fuhûşê û kiryarên bêedeb kiriye.

NÛR SIRÎB
Yemen- Dadgeha Destpêkê ya Desthilatdariya Hûsî yanzdehemîn rûniştina dadgehkirinê li ser doza modelîsta Yemenî, Întisar Al-Hammadi û her du hevkarên wê, Yasmine û Yusra Al-Mokadam ku ji Sibata borî vir ve li zindana Sanaayê ne, pêk anî.
Li gorî çavkaniyên ajansa me, parêzerên bersûcan di danişîna ku roja 3’ê Cotmehê hat kirin de parêznameyên nû pêşkêşî dadger Usame El-Cuneyd kirin. Parastvanan bal kişand ser redkirina îdiayên dozgeriyê bêyî delîlên dadrêsî yên eşkere.
Parêzerên parastinê, daxwaz kirin ku tawanên exlaqî û xirab ên ku ne li ser delîlan in werin rakirin, di nav de îdiaya dozgeriyê de hatibû gotin ku Întisar Al-Hammadi keçên nenas teşwîqê fuhûşê û kiryarên bêedeb kiriye.
Çavkaniyên ajansa me piştrast kirin ku Dozgerê Komarî, Yasser El-Zindanî, hewl  dide tewanan bi keçan ve girê bide û îdia dike ku ew wêneyên kesane yên xwe dispêre wê di karta derve ya telefonek yek ji wan de hatine dîtin lê di rastiyê de di qeydên desteserkirî de tu kartên derveyî tune ne. 
Ji ber muamele û danişînan derûniya wê xirab bûye
Jêderek taybet ji ajansa me re ragihand ku rewşa Întisar Al Hammadi her ku diçe xirabtir dibe, ji ber ku ew êdî ji ber pirsgirêkên derûniyê yên ku pê re rû bi rû mane êşê dikşîne, ji ber danûstandina xirab a di zindanê de û berdewamiya daneşînên dadgehê tevî bêgunehiya wê derûniya wê ber bi nebaşiyê ve diçe.
Di daxuyaniyeke taybet de li ser tiştên ku bi Întisar Al-Hammadi re diqewimin, seroka Komeleya Jinên Binpêkirî û Zindanên Hûsî, Noura Al-Jarawi, got: "Darizandinên sexte û neqanûnî yên koma Hûsî li dijî keçên ku di zindanên wan de pêk tîne, dibe binpêkirina eşkere ya der heqê mafên mirovan de. Em daxwaz dikin ku hûn ji bo serbestberdana girtiyên jin ên di zindanên Hûsiyan de, bi me re bin, ji ber ku Desteya Jinên Ereb kampanyaya navneteweyî amade dike ji bo rizgarkirina jinan ji girtîgehên Hûsî,  ku ew jî kampanyayek ji bo rawestandina darizandinên neadil li dijî jinan li Yemenê ye û bû sedem ku Hûsî ji bo çar jinan cezayê îdamê bidin."
Bi kampanyayê hewl didin serok û çavdêrên koma Hûsiyan werin darizandin
Der barê kampanyayê de wê got: "Bi kampanyayê, em hewl didin serok û çavdêrên koma Hûsî ji ber sûcên girtin, revandin, îşkence û destavêtina jinan li Yemenê ku wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên hesibandin, werin darizandin."
Hêjayî bibîrxistinê ye ku koma Ensar Allah El-Hûsî modelîsta Yemenî, Întisar Al-Hammadi, tevî du hevkarên wê, Yasmine û Yusra, di 20’ê Sibatê de ji kolanê girtin, dema ku berê xwe dabûn rûniştandineke wênekişandinê. Nêzî 8 meh di ser girtina wan re derbas bû, wan deh rojên pêşîn li yek ji girtîgehên veşartî yên bi komê re derbas kirin.