Cezayê muebetê dan mêrê jina ji Afganistanê reviyayî kuştî

Cezayê muebetê li Muhammedullah Raihan ê ku Elham Atifi ya ku ji Afganistanê reviya û li Stenbolê bi cih bû qetil kir hat birîn.

Navenda Nûçeyan -  Muhammedullah Raihanê ku hevjîna xwe Elham Atifi ku ji Afganistanê reviyabû Stenbolê kuşt, ji ber sûcê "kuştina bi qestî" cezayê muebetê lê hat birîn.
Dema gumanbarê girtî Muhammedullah Raîhan birin 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, parêzerê wî û Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî tevlî danişînê bûn. Heyeta dadgehê diyar kir ku der barê Muhammedullah Raîhan de ji ber sûcê "kuştina bi qestî" doz hatiye vekirin û bi hinceta di navbera aliyan de zewaca fermî tune ye sûcê "kuştina bi qestî" hatiye kirin. Heyeta dadgehê ku ji ber sûcê 'kuştina bi qestî' cezayê muebetê da bersûc.
Çi qewimî?
Elham Atifi ya 27 salî, ji ber nebûna ewlehiya can daxwaz ji dewleta Afganistanê kir ku wê ji Muhammedullah Raihan li zanîngehê nasîyî û bi mehra mela pêre zewiciyî û du sal pêre mayî biparêze. Ji ber bê ewlehiyê Elham Atifi sala 2017’an ji Afganistanê reviya Tirkiyê. Raihan jî dema dibihîse hevjîna wî ya bi mehra mela pêre zewiciyî çuye Tirkiyê ew jî despêka sala 2018’an diçe Tirkiyê. Dema Raihan li Stenbolê xwe digihîne Elham Atifi daxwaza lihev hatinê kir. Elham a ku pêşniyara wî nepejirand qetil kir.