Aktîvîsta hiqûqî: Bêyî azadiya jinan li herêmê aştiyeke mayînde nabe

Aktîvîsta hiqûqî Rehma El-Falhî bawer dike ku li Rojhilata Navîn bidestxistina aştiyeke mayînde, bi azadî û bihêzkirina jinan ve girêdayî ye û dibêje ku riya aştiyê ya ku jinan negre nav xwe dê hilweşe.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ

Tunis – Di nav şer û pevçûnên ku li gelek welatên Erebî, ji Filistînê bigre heta Sûriyeyê û di nav Iraq, Lîbya û Yemenê re derbas dibin, pirsgirêka jinan wek yek ji pirsgirêkên herî girîng û tevlihev derdikeve pêş. Li van hemû herêman, ezmûna meydanî nîşan dide ku jin ne tenê ji şeran bi bandor dibin, di heman demê de di ji nû ve avakirina civakan û bidestxistina aştiyê de jî elementek bingehîn in.

Ji bo fêmkirina rewşa jinan li van welatan û balkişandina ser rola wan a girîng di bidestxistina aştiyê de, ajansa me hevpeyvîna jêrîn bi aktîvîsta mafên mirovan Rehma El-Cumaî El-Falhî re kir:

Hûn rewşa jinan li deverên şer çawa dinirxînin?

Dikare bê piştrast kirin ku rewşa jinan, ji ber têkiliya çend faktorên ku rasterast bandorê li wan dikin, li deverên şer di nav yên herî nazik û tevlihev de ye. Jin di van rewşan de ji aliyekî ve barê şer û ji aliyê din ve jî bandorên cudakariya civakî hildigrin.

Ew di rewşek tirs û bêewlehiya domdar de dijîn, ji ber ku jiyana wan di her kêliyê de ji ber bombebaran an kiryarên tundiyê di bin gefê de ye û ti garantiyek ji bo ewlehiya xwe an ewlehiya malbatên xwe tune. Ev rewş pir caran wan neçar dike ku birevin an jî li penagehekê bigerin. Ev tê vê wateyê ku ew aramiya ku berê jê hez dikirin, winda dikin û diçin hawîrdorên nû yên ku pêdiviyên herî bingehîn tê de tunene.

Di van rewşan de, jin nepeniya xwe û mafê xwe yê jiyanek bi rûmet winda dikin. Ew ji xizmetên bingehîn ên wek ava paqij, xwarin, lênêrîna tenduristiyê, perwerde û kar bêpar dimînin. Di gelek rewşan de ew neçar in ku her tiştî li dû xwe bihêlin da ku di hawîrdorek dijwar de ji nûve dest pê bikin, tenê li ewlehiya herî kêm digerin.

Jin li van deveran rastî çi pirsgirêk û binpêkirinên herî berbiçav tên?

Jinên li deverên şer û pevçûnan bi gelek pirsgirêk û binpêkirinan re rû bi rû dimînin ku bandorê li ser aliyên cûda yên jiyana wan dikin. Di nav van pirsgirêkan de ya herî berbiçav tundiya li ser bingeha civakî ye, ku di çarçoveyên şer de zêde dibe. Ev tundiya zayendî jî di nav xwe de digie, ku carinan wek amûrek an çekek şer tê bikaranîn, jinan ji revandin, tecawiz, paşguhkirin û bêewlehiyê re bêparastin dihêle.

Jin di heman demê de ji cûrbecûr tundiya aborî jî dikşînin, di nav de îstîsmara di şert û mercên xebatê yên dijwar û niheq de, her wiha îstîsmara laşî û psîkolojîk. Di hin rewşan de, ev binpêkirin dighîjin bazirganiya mirovan, ku yek ji gefên herî cidî ye ku ev koma bêparastin pê re rûbirû ye.

Hûn têkiliya di navbera rizgariya jinan û bidestxistina aştiyê li herêmê de çawa dibînin?

Meseleya rizgariya jinan bi bidestxistina aştiyê di civakan de ve girêdayî ye. Jin ne tenê beşek ji civakê ne, her wiha di avakirin û aramiya wê de elementek bingehîn in. Ew di mezinkirin û xwedîkirina nifşên pêşerojê de roleke girîng dilîzin, nirx û tevgerên ku pêşeroja civakan şekil didin di wan de diçînin.

Jin di warên cûrbecûr de jî bibandor beşdar dibin, di nav de qada aborî jî ku ew di gelek qadan de, kapasîteyek berbiçav ji bo kar, hilberîn û berpirsiyariyê nîşan didin. Ji ber vê dûrxistin an jî paşguhkirina wan civakê bi tevahî qels dike.

Ji vê perspektîfê ve, azadkirin û hêzdarkirina jinan bi mafên wan ên bingehîn rasterast beşdarî xurtkirina aramiyê û avakirina aştiyê dibe. Civatek ku rêzê li mafên hemû endamên xwe digire, civatek hevsengtir e ku ji bo derbaskirina krîzan çêtir hatiye amadekirin.

Aştiya mayînde bê edaletek berfireh nayê bidestxistin

Aştiya mayînde bêyî edaleteke berfireh nayê bidestxistin, ji ber ku aştî ne tenê nebûna şerê çekdarî ye. Ew pergalek dadperwer hewce dike ku mafên hemû koman mîsoger bike. Dema ku jin ji beşdarbûna di biryardana siyasî an civakî de tên dûrxistin, ev di civakê de nehevsengiyek diafirîne û her aştiyek heyî qels û metirsiya hilweşînê dike.

Ezmûn û lêkolînan nîşan dane ku beşdarbûna jinan di pêvajoyên aştiyê de dibe alîkar ji bo domdariya wan, ji ber ku jin perspektîfên cihêreng û berfireh tînin ku hewcedariyên komên cûda di nav de zarokan jî, li ber çav digirin.

Nebûna hêzdarkirina aborî û civakî ya jinan, dibe sedema dubarebûna heman şert û mercên ku beşdarî derketina pevçûnan bûne û civakan ji krîzên dubarebûyî re dike xeternak. Ji ber vê hêzdarkirina jinan û dayîna cihê wan ê mafdar ji bo avakirina aştiyek rastîn û mayînde şertek pêşîn e.

Gelo rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan di bidestxistina aştiyê de roleke bingehîn  dilîzin?

Rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan roleke girîng di piştgiriya jinan de li deverên pevçûnê dilîzin. Ev rol di serî de hişyarkirina girîngiya mafên jinan û pêşxistina çandeke wekhevî, tolerans û jiyana aştiyane di nav civakan de dihewîne.

Ev rêxistin her wiha bi peydakirina bernameyên perwerdehiyê yên ku alîkariya wan dikin ku jêhatiyên nû bi dest bixin û bikevin bazara kar, ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî û civakî de dixebitin. Bi vî rengî beşdarî baştirkirina şert û mercên jiyana wan dibin û pileyeke serxwebûnê didin wan.

Ev sazî piştgiriya qanûnî didin jinên ku rastî binpêkirinan hatine, di pêvajoyên qanûnî de bi wan re dibin alîkar û piştgiriya psîkolojîk û civakî pêşkêşî wan dikin, bi taybetî di dozên têkildarî tundî yan koçberiya bi zorê de.

Tevî dijwariyên girîng ên ku xebata civaka sivîl li deverên pevçûnê pê re rûbirû dimîne, wek zehmetiya gihîştina van deveran an sînorkirinên ku li ser çalakiyan têne ferzkirin, gelek rêxistin bi biryardarî xebata xwe didomînin. Hewl didin ku nirxên mirovî pêşve bibin, beşdarî navbeynkarî û avakirina aştiyê bibin û çareseriyên pratîkî ji bo pevçûnan pêşniyar bikin, bi vî rengî perspektîfên aramiyê di van civakan de zêde dikin.