Îhsan Feqîrî ya Sudanî: Rûxmê zagonên dijî jinan min dev ji têkoşînê berneda
Îhsan Feqîrî di neh saliya xwe de weke femînîst, parêzer û parastvana mafên jinên Sudanê dest bi karê xwe kir û rê li pêşiya gelekan vekir.
MEYSAA EL-QAZÎ
Xartûm – Doktor Îhsan Feqîrî yek ji pêşengên tevgera jinan li Sudanê ye, ji zaroktiya xwe de dest bi çalakiyên xwe mafnasî û siyasî bi pêşengên tevgera jinan re kiriye û li dibistanên Yekitiya Jinan xwendiye. Îhsan Feqîrî wê demê ku xwedina zarokên keç li Sudanê zehmet bû, yekem jin e ku li derveyî Sudanê di salên şêstî yên sedsala borî de li Çekoslovakyayê zanîngeh qedandiye. Îhsan Feqîrî serpêhatiya xwe vegot, behsa zehmetî û têkoşîna jinên Sûdanê kir.
Ji bo fêrî xwendinê bibin li ser qûmê nivisîn
Îhsan Feqîrî di destpêka axaftina xwe de behsa dîrok û zehmetiyên ku tevgerên jinan li Sûdanê dikşînin kir û got: “Di sala 1947’an de destpêka tevgera jinan li Sudanê vedigere damezrandina komeleya keça rewşenbîrî, Xalîde Zahir, Fatma Talib, Nefîse El-Melîk û Nima Gandûr ji hejmarek pêşengên tevgera jinan bû. Armanca me ya bingehîn fêrkirina jinan e, jinên Sudanê şansê xwe di xwendinê de negirtin, diçûn gel kebaniyên malan fêr dibûn. Ji ber serdestiya mêran di malbatan de jin nikaribûn kaxiz û pênûsên xwendinê jî bixwazin, tûrek tijî qûm bi xwe re dibirin dirijandin ser erdê û tîp li ser dinivîsandin, piştî wane temam dibûn careke din qûma xwe kom dikirin radikirin. Ev komele zêde berdewam nekir di sala 1949’an de hat girtin.”
Damezrandina Yekîtiya Jinan
Îhsan Feqîrî bi wan gotinan behsa zextên li ser tevgerên jinên Sudanê dike: “Pêşengên tevgera jinan piştî girtina komeleyê ranewestiyan, Fatma Ahmed Ibrahîm, Ezîze Mekî, Fatma Talib û Suaad El-Fatih bi hev re Yekitiya Jinan damezrandin, ew rastî êrîşan hatin bi bihaneya ku endamên yekitiyê banga rakirina hîcabê dikin û jinan ji kevneşopiyan derdixin.”
Îhsan Faqîrî derbarê armanca Yekîtiya Jinan de wiha got: “Armancên Yekitiya Jinan hebû, fêrkirina jinan, li dijî kevneşopiyên zirar rawestin weke Şilûx (ew nîşaneyên bi kêran li ser rûyê jinan çêdikin birîndar dikirin piştre dibe nîşan) û kevneşopa sinetkirina keçan ku rêbazên bikaranîna wê tê de gelek xeterî li ser jinan û tendirustiya wan hebûn. Armanca çarem rêxistinî jî der barê berfirehkirina karê yekitiyê û vekirina şaxên wê bû. Me dest bi avakirina dibistanan kir, li Xartûmê tenê 15 dibistan hebûn, min jî li dibistana Yekitiya Jinan li Um Durman xwend, destpêka hişyariya min ji mafên jinan re li wir bû, dibistanên şevê jî vekirin ji bo fêrkirina zimanên Erebî, Înglîzî û jin fêrî karên dirûn û rêvebirina malan kirin.”
Wek Dadgera Sudanê tê erkdarkirin
Îhsan Feqîrî destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de pêşengên jinan xwestin beşdarî karên siyasî û biryargirtinê bibin ji ber ku vê demê tenê di warê fêrkirin û tendirustiyê de chê xwe digirtin û wiha pêde çû: “Girîng bû jin tevlî hemû warên siyasî û aborî bibin, lewma kar û xebat li ser vê esasê hatin kirin û heta ku jin tevli hemû karan bûn. Îhsan Feqîrî di sala 1965’an de yekem dadgera Sûdanê hat erkdarkirin, ruxmê hemû siyaset û zagonên li dijî jinan ên rejîma El-Beşîr jî min dev ji karê xwe berneda.”
Li ser jinan zext û ferzkirin
Îhsan Feqîrî behsa astengiyên ku bi hişmendiya mêr-dewletê li ser jinan tê ferzkirin kir û wiha gotinên xwe domand: “Zordariya li ser jinan ji dema di zikê dayika xwe de ye dest pê dike, ev di gotinên pêşiyan ên Sudanê de xurt e ku ‘jina kur tîne xêrê tîne ne weke jina keçan tîne’, û ‘dayika kur xêrê tîne û zu zarokên xwe datîne û selametî her zêde dibe.’”
Îhsan Feqîrî a bal lê dikşîne ku di warê malbatî û eşîrî de jî li Sûdanê li ser jinan ferzkirinên mezin hene wiha dibêje: “Pêşengên Yekitiya Jinan dema derdiketin erkên xwe bikin rûyê xwe digirtin ango dê nikaribûna ji mal derketana. Nifşên nû îro bawer dikin ku me serî xwe li pêş kevneşopan ditewand lê ew netewandin bû ew teqtîk bû, ji ber rêxistina jinan bi xwe li dijî kevneşopan bû, bêyî mêrekî yan zarokekî kur û bi şev jinan nikaribûn ji malê derketana, bi nêrîna wan jin şerefa eşîrê ne dibe ku hin şaşîtiyan bikin şerefa eşîr winda bikin.”
Li ser jinan ferzkirinên olî
Bi gotina “Fikra selefî li pêş jinan bû asteng, ji ber ku zordarkirina jinan bi riya kevneşopî û olê tê kirin û ol jî jêdera çanda Sudanê ya yekem e.” Îhsan Feqîrî destnîşan dike ku yek ji astengî û ferzkirinên li ser jinan bi riya olî pêk tê û wiha dodomîne: “Wisa selefiyan gotinên zordariyê li jinan dikin girtin dest û şerê jinan kirin, weke gotina sinetkirina keçan ji sineta pêxember e. 30 salan Îslamî li Sudanê serwer bûn û sinetkirina keçan bi dawî nebû, ji ber ku ragihandina wê demê jî di berjewendiya fikra selefî de kar dikir, tu cihê nîqaşan nebû ji ber dîktatoriya leşkerî û fikra selefî.”
Weke astengiya herî mezin a li pêşberî jinê hişmendiya mêr-dewletê
Îhsan Feqîrî di gotinên xwe de teqez dike ku astengiyên piştî şoreşê bi ferasetên mêr derketiye holê û wiha bi dawî kir: “Di makezagona îdarekirina dewletê di dema demkî de piştî ketina El-Beşîr ku leşker û sivîlan li ser lihevkirin, beşdarbûna jinan ji % 40 bû. Tevî ku jin di hikumeta demkî de hebûn lê cudakarî hebû tu girêdana wan wezîrên jin bi tevgera jinan re tunebû. Hişyariya hemû jinan bi pirsgirêkên jinan rast re nîn e, ew pirsgirêkên ku parçeyekî pevçûnên siyasî û çînî yên heyî ne. Her wiha wezîrê dadê berê di çareserkirina pirsgirêkan de ne cidî bû, ji ber ku me gelek zirar ji zagona sûcan dît û gelek pêşniyarên me wê der barê de hebûn, me behsa rakirina sîstema giştî kir. Hikumeta demkî jî di rakirina cudakariyê û nêzîkkirina valahiyan de ne cidî bû.”