Xwezaya Kurdistanê di bin êrîş û talankirinek dijwar de ye
Polîtîkayên talana xwezayê yek ji polîtîkayên bingehîn e ku li ser Kurdistanê tê meşandin.
RONÎDA HACÎ
Sîstemên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe bi hemû rêbazan li dijî civakê şerekî didin meşandin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Her çiqas bandor li xweza, lawir û mirovahiyê bikin jî ji bo bigihîjin armancên xwe bi hemû rê û rêbazan êrîşî berhemên jinan dikin.
Ya ku herî zêde bi xwezayê re mijûl dibe û çandiniyê bi pêş dixe jin e, ji ber ku kesayeta jinan wekî ya xwezayê afrîner e lewma xwezayê weke beşek bingehîn di jiyana xwe de dibîne û girêdanek wê pê re heye. Lewma bi talankirina xwezayê talankirina berhemên jinan ên bi hezaran salan e û di riya wê de hêzên desthilatdar dixwazin bandorek neyînî li gerdûn, mirovahî û hemû zindiyan bikin. Li cîhanê herî zêde bi taybetî li her çar aliyên Kurdistanê xweza tê talankirin. Dewleta tirk a dagirker xwezaya Kurdistanê talan û wêran dike. Bikaranîna çekên kîmyewî dibin sedema xerabûna sîstema ekolojîk û bandoreke neyînî li ser mirovahiyê dikin û bi dehan salan dê xwezaya Kurdistanê jê bi bandor bibe.
Di sala 2001’ê de Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 6’ê mijdarê wek Roja Cîhanî ya di Şeran de Qedexekirina Bikaranîna Xwezayê destnîşan kir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî di şeran de ziyanên ku bi xwezayê dikevin, dibe sedema xerabûna sîstema ekolojî û bandorek neyênî li ser mirovahiyê jî dike. Lê dagirkerên Kurdistanê bi taybetî jî dewleta tirk di hemû şer û êrîşan de herî zêde ziyanê digihîjîne xwezaya Kurdistanê. Dewlet Tirk a qirker ku bi her cure êrîşê hebûn û nirxên gelê Kurd dike, bi talan û diziya dewlemendiya xwezaya Kurdistanê re jî hewl dide bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nehêle.
Bi çekên kîmyewî êrîşî xwezayê dike û li hemberî wê bêdengî heye
Eger em ji Başûrê Kurdistanê dest pê bikin em ê behsa êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser wê bînin ziman. Dewleta tirk a dagirker ji sala 2018’an ve berovajiyê hemû zagonên navneteweyî li sînorê parêzgeha Duhok û Hewlêrê her cihên ku dagirkiriye dest bi birîna daristanan û talankirina wan kiriye. Di Hezîrana 2021’ê de dewleta tirk bi bihaneya riya ewlehiyê ya ji bo çiyayên Zaxoyê dest bi talankirin û birîna daristanên deverê kiriye. Li gorî zanyariyan, şeş kompanyayên Tirkiyeyê rojane bi berdewam li sînorê Behdînanê bi riya 100 karker û nêzî 500 cerdevanan daran dibirin. Piştî dar tên birîn jî li cihê wan de cade, rê yan jî baregehên leşkerî tên avakirin.
Ji bilî birîna daran, li gelek gundan rez û zeviyên welatiyan tên şewitandin. Li gorî gotina Rêveberê Daristan û Pawanên Duhokê Kawe Sebrî ku ji Roj News re axiviye, di demên dawî de zêdetirî 5 hezar donim zeviyên çandiniyê di encama bombebaranên dewleta tirk de şewitîne. Li gorî bîlançoya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya şerê 6 mehan ên li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê artêşa tirk a dagirker ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigire, 323 caran bi çekên kîmyewî êrîş kiriye.
Di encama van êrîşên bi çekên kîmyewî de ji bilî ziyanên canî, ziyanek mezin li xwezaya Kurdistanê bûye. Bi hezaran ajal û zindiyên din telefbûne her wiha tê gotin ku dê bi salan bandora van çekên kîmyewî li ser xwezaya herêmê bimîne. Di hemberî van êrîşên li ser xwezaya Başûrê Kurdistanê de heta niha ne hikûmeta Başûr û Iraqê ne jî rêxistinên navneteweyî yên jîngehparêz tu helwestek cidî nîşan nedane û bêdeng mane.
Ji bo berjewendiyên xwe bi hezaran daran didin şewitandin û birîn
Li Bakurê Kurdistanê eynê siyaset tê meşandin û dixwazin erda Bakûr bikin çolek bê dar û xweza, bêguman ev jî bandorek wê di wekheviya eklojiyê dike. Leşker û Cerdevanên Tirk, li herêma Besta, Çiyayê Çilnimêja û li Çiyayê Bizina tenê di hefteyekê de sed hezar dar birîn. Di heman demê de, di 13’ê îlonê de, li herêmên dar lê tên birîn de, Hevkariya Anonîm a Petrola Tirkiyeyê 400 bermîl neft dîtibûn. Xweza Bakurê Kurdistanê bi qirkirina daran û lêgerîna madenê tê tunekirin. Li Şirnexê 15 hezar hektar qad ji bo lêgerîna petrolê b talankirinê re rûbirû bimîne. Li gundê Hesana yê Suryanan ji 27 ‘ê Tîrmehê de bi hezaran dar tên birîn û li bi traktoran li qadekê kom dikin û bi kamyonan difroşin.
Li dijî xwezaya Kudistanê yek polîtîka tê meşandin
Li her aliyekî Kurdistanê dewletek bi navekî cuda heyê lê eynî siyaset dide meşandin li Rojavayê Kurdistanê di destpêka aloziya Sûriyeyê de gelek dar hatin birîn mînak Girê Hema ku bi darê xwe dihat naskirin di navbera Hesekê û Til Temir e, ji aliyê gel ve hat birîn, ji ber ku sîstemên desthilatdar bi hezarê salan hişmendiyek di ser civakê de daye avakirin ku dema dewlet ango desthilatdariyek tunebe dê gel nikaribe xwe bi xwe bi rêve bibe. Lewma di destpêka aloziyê de ev bûyer pêk hat. Li vê derê xuya kir ku rejîma Sûriyeyê çi hişmendî daye avakirin. Bûyerên bi vî rengî ku tên qewimandin ji aliyê gel ve mirov baş dizane ku pirsgirêke hişmendiyê tê jiyîn û pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye. Ji ber ku bi vî rengî gel bandorek neyînê li xwe dike û bêyî ku têkeve vê ferqê. Di aliyekî din de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike, bi van êrîşan de her zindiyek di gerdûnê de zerar dît. Dewleta tirk dema Efrîn dagir kir bi hezararn darên wê birand û şewitand. Darên ku dapîr û bapîrên wî gelî bi salan kedek mezin danîn heya darên wan gihîşte vî temenî niha bi hesanî tê talankirin û şewitandin. Ev sê sal darên zeytûna yên Efrîn tên birandin û şewitandin.
Berî Efrînê dagir bikin nêzî 18 milyon darên zeytûnê hebûn. Dahatûya gelê Efrînê li ser çandiniya zeytûnan bû. Dar û berên fêkiyan jî hene. Bi taybetî li navçeya Reco û Bilbilê rez pir in. Gelê Efrînê di aliyê pîşesaziyê de pir çalak e. Li wir fabrîqeyên çêkirina sabûnê û komirê hebûn. Nêzî 17 fabrîqeyên girêdayî çandiniyê hebûn. Tev hatin talankirin. Nêzî 550 hezar darên zeytûnê hatine birîn. Wan dikin êzing û difiroşin herêma Idlib, Ezaz û Tirkiyeyê. Daristanê dibirin û dişewitînin. Ji 30 hezar hektar daristanên xwezayî, 11 hezar hektar hatine tunekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku çeteyên El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk li gundên Xaltanî, Sindiyankê, Mîskê, Çeqelê Cûmê, Bircikê û Qîlê yên girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê 17 hezara darên zeytûnan talan kirine.
Di aliyekî din de bi dagirkeriya dewleta tirk ji Serêkaniyê re îstasyona Elok a ku av dide hemû xelk, xweza û lawirên di kantona Hesekê hat rawestandin. Di germahiya havînê de îstasyon didin sekinandin û xelkên kantona Hesekê bê av dimînin. Ev ne şerekî li dijî mirova tenê ye li dijî xweza û her zindiyekî di vê xakê de jiyan dike. Bi van kiryaran gelek dar hişk bûne û rê li ber çandiniya bexçeyan hatiye girtin. Ew bi van siyasetan dixwazin rê li ber koçberiyê vekirin. Ji ber ku xakên vê xakê debara xwe ji çandinî û darên fêkiyan dikin lê bi van kiryaran bandorek neyînî li ser aboriya gelan jî hatiye kirin. Şerekî dijwar li dijî xwezayê tê meşandin li her derê dixwazin xweşikbûn, zengînbûna vê xakê tune bikin.
Bedewbûna Rojhilatê Kurdistanê di bin êrîşan de ye
Rojhilatê Kurdistanê bi bedewî, şênahî, av û berhemdariya xwe navdar e. Lê belê ev xweza dewlemend di bin êrîşên desthilatên Kurdistanê de ye. Îran bi şewitandina daran vê peyamê dide, 'Çawa ku darên berû dişewitînim, ez ê dîrok, berxwedan û koka vî gelî jî bişewitînim.
Li gorî rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh 26`ê hezîranê, 9 hektar ji daristanên devera Kol Xusrow a “Kebîrkûh” li bajarê Abdanan, di nava agir de şewitîn.“Kebîrkûh” (mezin zinar) bi dirêjahiya 150 kîlometre girîngtirîn û mezintirîn devera çiyayî ya Zagrosê ye ku bi hezar û 665 hektar daristan û giha hatiye dagirtin.
Di di cîhanê de çemê herî kurt ê bi navê Kanî Bil li vê parçeya Kurdistanê ye. Niha tê xwestin ku ev çem were têkbirin û bixin di bin vê bendavê de. Li aliyê din bendavek din li ser çemê Simre hatiye çêkirin ku bûye sedema tunekirina berhemên dîrokî yên Îlamê ji du salan zêdetir e şîrketa artêşa pastarên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê dest bi çêkirina bendava Kanî Sêwî ya li Pîranşarê kirine. Ev bendav jî ava çemê Zê Mezin û bilindiya dola Şêx Ayşe dixe metirsiyê û tune dike.”
Li gorî bilançoyên ji aliyê cîhada keşawerzî ya parêzgeha Sine ve hatiye belavkirin qasî 460 hektar zeviyê çandiniya Rojhilatê Kurdistanê ketiye dibin van bendavan û heya niha tu hewldanek di vê çarçoveyê de ji bo avdanî û debara van zeviyan nehatiye dayîn.
Hêjaya gotinê ku li dijî xwezaya Kurdistanê polîtakayek qirkirinê tê meşandin, ev polîtîka bi qirkrina gelan û berhmên jinan ên ku dane afirandin bi hev ve girêdayî ye. Bi van polîtîkayan tunekirina çand, dîrok û hebûna gelan armanc dikin .