Tax û malên dîrokî yên Helepçe berbi tunebûnê ve diçin
Malên dîrokiyên Helepçe, taybetî jî taxa Culekan berbî tunebûnê ve diçe. Kesên berpirs jî ji bo nujenkirina van cihên dîrokî û parastina wê erkê xwe pêkanayînin. Ji ber wê yekê jî hêdî hêdî hemû cihên dîroki yên Başûrê Kurdistanê ber bî tunebûnê ve diçin.
MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Taxa Culekan, mala paşayan û çendîn malên dinê yên dîroka kevin ya bajarê Helepçe ne, ji ber piştguhkirinê berbi tunebûnê ve diçin. Bi biryara hikumeta herêma Kurdistanê divê cihên dîrokî bên nujenkirin û parastin, lê heta niha jî tu xebatek nehatiye meşandin, ev jî dibe sedem ku li Herêma Kurdistanê cihên dîrokî berbi tunebûnê ve biçin. Di derbarê paşgoh kirin û xirabûna cihên dîrokî de arkeolog û endezyar didin diyarkirin ku divê karek baş ji bo van cihên dîrokî were kirin da ku tune nebe.
“Hewla parastina cihên dîrokî nîne”
Endezyar û endama Encumena Parêzgeha Silêmaniyê Xetîce Ebdulcebar ji bo paşgoh kirina deverên arkeolojik û taxên bajar ên kevnare ev tişt anî ziman: “Taxa Cuwekan ya bajarê Helepçe xwedî heman dîroka taxên Meleken û Kanêskan ên bajarê Silêmaniyê ne. Weke rêxistina dostên Helepçe kar li ser tê kirin û em hewil didin li gel şaredariya Helepçe hevditin bikin, da ku em xebat ji bo nujenkirin, parastin û mayina van taxên xwe bikin. Hewil û xemxwariya parastina taxên dîrokî gelekin, lê belê di asta takekesî de bandor nakin, hikumet jî bê xemî û ji ber xerckirina butçeyê kar temam nekiriye. Ne tenê mal û taxin li ber tunebûnê, gelek cihên din yên dîrokî li ber tunebûnê ne. Ew pêdawistiyên ku bi kartinin pêwîste bînasazî û li gel rewşa hewayê û jingeha Helepçe bi gunce. Her wiha li gel simaya bajar jî bi gunce. Divê diwar, derî û pencereyên taxê bi şêwaza kevin bên nujenkirin.”
“Ev taxa dîrokî ji dema Aşûriyan maye”
Niha metirsî li ser tunebûna tax û cihên dîrokî yên Helepçe heye û arkeolgên herêmê li hemberî vê yekê bibertekin. Arkeolog Hewar Necmedîn jî behsa dîroka taxa Cuwekan çawa gihaye Helepçe û Kurdistanê kir û got: “Di serdema Aşûriyan de bêyî hêjmara nufusê 850 kes di nava Helepçe de bûn. Culekan û 13 mal bejdarî avakirina Helepçe û nîştecih bûn, nêzî kaniya Newal, cunekan cihê wan ya taybet hebû, piştre ew cih kirin mizgeft, bi vê ve jî tunebûna navçeyan destpê kir. Taxa Cunekan dikeve nava yasaya Arkeolojiyê û mafê destkariya wan nîne. Kesek nine jî destbi nujenkirina wê bike, ji ber dîroka wê sed salan derbaz kiriye.”