Suha Ebu Şabaan: Qirêjahiya behra Xezayê nexweşiyê belav dike

Qirêjbûna behra Xezayê bûye krîzeke jîngehî û dibe sedema nexweşiyê, lêkolîner Suha Ebu Şaban ji bo cihên qirêjbûyî diyar bike dest bi lêkolînan kiriye.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Beşên civakê yên herî zêde ji qirêjbûna jîngehê bi bandor dibin zarok û jin in ji ber ku bergiriya bedena wan hinekî lewaz e nikarin li hemberî bakterî û vîrusan li ber xwe bidin.  

Bajarên li ber deryayên cîhanê çavdêriya paqijiya ava xwe dikin da ku navendên qirêjbûnê diyar bikin û çareser bikin an herî kêm bandorên ji ber encam didin kêm bike. Lê belê ev çavdêrî kedek mirovî û darayî ya mezin pêwîst dike, bi taybetî li bajarekî weke Xezayê xwedî taybetmendiyên cuda ye, ji ber wê lêkolîner Suha rêbaza (remote sensing) bi kar tîne ji bo agahiyên teqez bi dest bixe.

Armanc bi lêkolînê ew e ku navendên qirêjahiyê diyar bikin

Navê lîkolîna Suha Ebu Şaban (çavdêriya ava beravê li Xezayê bi riya remote sensing), armanca lêkolînê bi riya wêneyên satelîtan rûyê erdê lêkolîn bikin û navendên qirêjiyê di nava deryayan de diyar bikin, pişt re wê wêneyan bi nexşeyan re girê bidin û logarîtman bi dest bixin ku rêjeyên baş ji bo avjeniyê û nêçîrê diyar bikin.

Suha Ebu Şaban diyar kir ku pêwîst e ava deryayan divê bi domdarî di bin çavdêriyê de be, ji bo jiyana zendîweran derya xirabtir nebe û wiha dibejê: “Derdorê salekê bi riya alav û madeyên kîmyewî bi taybetî nimûneyên avê ji gelek cihên cuda digirin yên piraniya wan jî kêmbûn lêkolîn dikirin, ev bi xwe jî ne karekî hêsan e.”

Dagirkeri li ber lêkolînê dibe asteng

Suha Ebu Şaban got ku hewldana wê çêbûye ku bi riya teknîkê kar bike lê nikaribûye wêneyek nêztir bi dest bixe û wiha gotinên xwe domand: “Dezgehên nevneteweyî dikarin wêneyek tenê 2 metroyan ji behra Xezayê dûr bi dest bixin lê derfetên min wisa nîn e. Pêdiviya min bi wêneyek nêz hebû bes ji ber dagirkeriyê ev derfet ji destên min derket ev jî di pratîkê de astengiyan derdixe.

Suha Ebu Şaban xemsariya şaredariyê jî nirxand û anî ziman ku ger li ser vê mijarê baş bisekinin bi riya teknîkê encamên ku bi dest bixin di çend deqeyan de xelas dibe û wiha pêde çû: “Ev lêkolîn ji bo dezgeh û şaredariyê jî girîng e, li şûna ku şaredarî her carê tîmeke bişîne bila nimûneya avê bînin laboratuaran. Karmend dikare ji ofîsa xwe jî ava behrê bi riya satalaytan bişopîne. Keda ku em aniha behs dikin ger baş were bikaranîn û li ser were sekinandin bi riya teknîkê dê encamên baştir derkeve.

Ji ber avê nexweşî zêde bûn

Suha Ebû Şaban di dawiya gotinên xwe de dibêje: “Bi derfetên kêm min dest bi lîkolînê kir. Dema ez diçûm nexweşxaneya Xezayê nexweşiyên ji ber avjeniyê di vê avê de zêde bûn. Ev lêkolîn nêçîrvana bi herêmên baş ji bo nêçîrê dide nasîn, ji bo rewşên jehrbûnê kêm bibin, ava hin herêman hat çavdêrkirin û diyar bû ku zindîwerên deryayê gelekî oksejenê di bin avê de dikşînin, wisa jî ew herêm dibin navendên qirêjiyê.

Ez hêvî dikim ku ew teknîk bê bikaranîn û bibe navgîniya navbera dezgehan û xelkê da ku nexweşî jî kêm bibin. Her wiha hewl bidin ava deryayê baştir bikin ji ber ku krîzeke jîngehî çêkirî û bandorê li xelkê dorpêçkirî dike, bi taybetî ji bo jinan û zarokan.”