Sîberê şer li ser Zagrosê: Rola leşkerî di şewatên bi zanebûn ên Kirmaşanê de

Şewatên ku li deverên xwezayî yên Kirmaşanê, bi taybet li deverên leşkerî, şewitandina bi zanebûn zêdetir kiriye. Bi gotinên şahidekî, ast û encamên bûyerên şewatê hatine lêkolînkirin.

SARA POURKHEZARÎ

Kirmaşan – Di demên dawî de yek ji gefên herî girîng ên li ser jîngehê ku li ser Çiyayên Zagrosê didome berdewamiya bûyerên salan e. Şewatên ku her sal bandorê li beşek girîng a daristan û mêrg û çîmenên herêmê dikin, her havîn tundtir dibin û bi salan e şewatên bi vî rengî dubare dibin. Her çendî rola faktorên xwezayî yên weke germahiya zêde, hişkesalî û kêmbûna şilbûna nebatan nayê paşguhkirin jî hejmarek girîng ji çalakvanên jîngehê û komên dilxwaz bawer dikin ku sedema bingehîn a derketina agir, polîtîkayên hikûmetê ye. Li gorî wan, ev agir di gelek rewşan de ne qeza yan encamên xwezayî ne, çalakiyên rêxistinkirî yên ji hêla hêzên leşkerî yan paramîlîter ên Komara Îslamî ve ji bo armancên cuda tên kirin. Ev çalakî hema hema wekî bernameyeke salane li herêmên cuda yên Zagrosê dubare dibin. Hikûmetê qet van îdiayan piştrast nekiriye û bi berdewamî agir bi sedemên xwezayî yan xeletiya mirovan ve girê daye. Lê belê, belgeyên qadê, hesabên dilxwazan û hûrgiliyên tomarkirî yên agir di gelek rewşan de bi van nêrînên fermî re bi nakok in. Çalakvanên jîngehê nîşaneyên agirê salane li herêmek bi taybetî, hebûna hêzên leşkerî yên hikûmetê li cihên agir û nêzîkbûna agir bi navendên leşkerî bi bîr xistin û tekez dikin ku ev pirsgirêk nikare tenê bi xwezayî yan jî xemsariya mirovan ve were girêdan.

Şewatên li qadên leşkerî qeza ne yan êrîşên bi zanabûn in?

Di rojên dawî de, beşek mezin ji xwezaya Kirmaşanê ji şewatan bi bandor bûye; dema ji nêz ve li cihê bûyeran bê mêzekirin dîmenên bi fikar derdikevin holê. Beşek girîng a vê xalê li cihên ku weke saziyên leşkerî û qadên leşkerî cih digrin çêdibe. Ev dever bi gelemperî bi dîwarên betonê yên bilind, têlên pirqatî û bircên çavdêriyê dorpêçkirî ne; ji bilî hêzên leşkerî kesên din nikarin bikevin hundirê van avahiyan û ev yek dibe sedema xaleke girîng. Şewatên ku di van qadên girtî de derdikevin, naşibin şewatên li qadên xwezayî derdikevin. Ger çavkaniya van şewatan faktorên xwezayî yên weke germahiyên zêde, bayê germ, an şewitandina xweber a nebatan bûya wê demê ji hêzên leşkerî yên ku li nêzî van deverên girîng ên stratejîk bi cih bûne - hêzên herî nêzîk in û divê tavilê ji bo vemirandina agir seferber bibin. Lê belê raporên qadê  nîşan didin ku di gelek rewşan de, tu destwerdan çênebûye û agir heta bi temamî belav bûye berdewam kiriye. Ev belge nîşan didin ku şewatên li dora herêmên leşkerî bi zanebûn ji hêla hêzên leşkerî ve tên derxistin. Dubarebûna van bûyeran li herêmên leşkerî yên girtî, nebûna bersiveke guncaw ji hêla hêzên belavbûyî ve û qewimîna wan di pêvajoyeke ku fikarên ewlehiyê yên zêde li herêmê hene de, hemû vê îhtîmalê destnîşan dikin.

‘Çend kesên bi cilên sivîl di nava daran de çûn û dihatin bi spreyan tiştek li qurmê daran kirin’

Kesek ku di xebatên vemirandina agir li çiyayên derdora Dalahu, Kermaşanê dixebite wiha dibêje: “Nêzî pênc sal berê, agir mezin li daristanên berûyan ên vê herêmê derket; ew agir bi lez belav dibû em bêyî dudilî hilkişiyan ser giran da ku agir kontrol bikin. Qiraxa çiya pir bilind bû, germahiya ji darên berûyan ên dişewitin derdiket bêhna mirov dibirî. Piştî çend saetên hewldanê, me hema hema agir li ser yek ji çiyayan kontrol kiribû, ji nişkê ve stûnek dûmanê ji daristanê li ser çiyayekî dûrtir bilind bû, agir dîsa geş bû. Em ber bi wir ve bazdan û piştî kontrolkirina wê, şewateyek din ji dûrtir derket. Em hemû matmayî man; ji ber sê xalên agir ne nêzî hev bûn, di navbera wan de gelek dûrahî hebû. Ger agir nêzî hev bûya, me dikaribû bigota şewqek an bayek bûye sedema belavbûna wan lê ev belavbûn ecêb û gumanbar bû. Ji bo ku em wê ji nêz ve lêkolîn bikin, me yên dûrtir çavdêrî kirin. Me bi dûrbînê li girên çiyayan temaşe kir û me çend kesên bi cilên sivîl ku di nav daran de diçûn û dihatin dîtin. Wan bi spreyan madeyên şewatbar li ser qurmên daran dirijandin û dûv re heman cihî dişewitandin. Em pir dûr bûn û ne mimkun bû ku em di wextê xwe de nêzîkî wan bibin da ku wan nas bikin, lê paşê kesên din ên bûne şahid, ev kes dîtine ku li erebeyek bi plakayên Pasvanên Şoreşê siwar dibin û dikevin yek ji baregehên leşkerî yên li herêmê.”

‘Berjewendiyên dewletê yên xweperest dibin sedema wêrankirina jîngehê’

Îfadeyên van şahidan nîşan didin ku kiryarên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî di şewitandina bi zanebûn a çavkaniyên xwezayî de ne bûyereke şexsî ye, nêzikatiyeke dubarekirina muhtemel a vê tevgerê li herêmên din e. Pirsa sereke ew e ku çima hêzên wiha bi zanebûn nebatan û ekosîstema xwezayî wêran dikin. Yek ji sedemên herî muhtemel ew e ku bi zanebûn herêmê ji bo zêdekirina kontrol û çavdêriya daristanan were qutkirin. Dema ku herêmek ji nebatan û jiyana ajalan tê paqijkirin, îhtîmala hebûna jiyana mirov û ajalan li wir kêm dibe û erd dibe herêmek bêber û dagirkirî; ev herêm dikare ji bo berfirehkirina baregehên leşkerî were bikar anîn. Ev dever dikare ji bo berfirehkirina baregehên leşkerî were bikar anîn. Ji ber vê yekê, dever bi pratîkî ji çerxa jiyana xwe ya xwezayî tê dûrxistin û dibe qadek a ewlehiyê. Li aliyê din, rakirina nebatan dibe rolek girîng di kêmkirina îhtîmala kamuflaj û veşartinê de bilîze. Gelek navendên leşkerî yên Komara Îslamî ji bo zêdekirina dîtin û çavdêriyê derdora xwe ji dar û ekosîsteman paqij dikin û dihêle ku ew tewra tevgera herî biçûk a mirov an ajalan jî bibînin. Bêyî nebatan, astengiyek dîtbarî tune; ji ber vê yekê, Pasdarên Şoreşê, artêş û hwd., dikarin bi mesrefên herî kêm û kontrola herî zêde, jîngehê biparêzin. Herwiha, armancek din ew e ku erd ji bo pêşxistina binesaziya leşkerî û mûşekan were amadekirin. Ev cure wêrankirin bi gelemperî li herêmên sînorî yên Îranê dijwartir e, ji ber ev dever ji aliyê ewlehiyê ve hesastir in û afirandina deverên vekirî û avahîsazî ji bo bicihkirina alav, baregeh, an pergalên parastinê girîngtir e. Ev yek nîşan dide ku şewitandina bi zanebûn a çavkaniyên xwezayî ne tevgerên bêserûber e, beşek ji nêzîkatiya pergala dewletê ji bo kontrolkirin, paqijkirin û dagirkirina herêman e û berjewendiyên dewletê yên xweperest dibin sedema wêrankirina jîngehê.

Ji bo armancên ewlekarî û leşkerî wêrankirina xwezayê

Lê belê rewşên li jor dikarin wek nêrînek giştî û nêrîna yekem a şewitandina çavkaniyên xwezayî ji hêla hêzên leşkerî ve werin dîtin. Lê dema ku em bi nêzîkbûnek kûr û analîtîk li meselê dinêrin, diyar dibe ku ev diyarde ne tesadufî ye, di heman demê de armenc pergaliye. Di van salên dawî de, beşeke girîng ji çavkaniyên xwezayî yên ku li herêmên sînorî yên rojavayê welêt in, bûne qurbaniyên şewatên berfireh û bê kontrol. Gelek çalakvanên jîngehparêzî û lêkolînerên herêmê vê pêvajoyê wek kiryarek bi zanabûn ji aliyê Komara Îslamî ve ji bo paqijkirina erdnîgariya paşerojê ji hebûna hêzên opozisyona Kurd dinirxînin; Bi taybet li herêmên ku ji ber şert û mercên çiyayî û nebatên qelş îhtîmala bicihbûn û tevgera van hêzan zêdetir e. Her çend ev têgihîştin li ser belgeyên qadê, raporên herêmî û şêwazên dubarekirî bin jî, plana salane ya Komara Îslamî ya êrîşên ser hêzên opozîsyona Kurd li herêmên sînorî yên bi Îran û Başûr re vê hîpotezê xurt dike. Di gelek rewşan de, bombebaran ne tenê dibe sedema wêrankirina jîngehên xwezayî, di heman demê de dibe sedema agirên mezin jî; carnan agir rasterast ji ber teqîna cebilxaneyê çêbûne, carnan jî ji ber mayînên ku berê li herêmê hatine danîn tên. Ev mayîn dikarin bibin sedema reaksiyonên zincîrî û belavbûna agir li hember germê, agir û heta tevgera hêzên alîkariyê. Her çend hikûmetê her gav van îhtîmalan bi tundî red kiriye jî, mirina Şerîf Bajaur û çend hevalên wî di sala 2019’an de, li gorî gelek çavkaniyan, di encama teqîna mayînan û agirên bi zanebûn de, mînakek e ku vê hîpotezê xurt dike. Sedema vê bûyerê di destpêkê de ji hêla hin çavkaniyên hikûmetê ve wek teqîna mayînan hate piştrast kirin, lê di demek kurt de piştî vê yekê vegotina fermî guherî û sedema bûyerê bi faktorên din ve hate girêdan; pêvajoyek ku nezelaliya heyî zêde dike.

Ji bo domandina desthilatdariyê daristan tên şewitandin

Bi kurtasî, belge û şêwazên reftariyê yên salên dawî nîşan didin ku Komara Îslamî çavkaniyên xwezayî bi madenan qirêj kiriye û her wiha van deveran xistiye ber agirên dubare û wêranker; encamên jîngehî, civakî û ewlehiyê yên vê pêvajoyê derbeyek giran li jîngeha herêmê daye û xweza di çerxek wêranker û bêveger de asê kiriye. Hikûmetê bi berdewamkirina polîtîkayên xwe yên ewlehiyê, bi awayek pergalî paşguhkirina parastina çavkaniyên xwezayî û tepeserkirina hêzên gel û dilxwazan, bi salan kariye vê çerxê bidomîne û ji nû ve hilberîne. Vê yekê jîngeh ji pirsgirêkek xwezayî veguherandiye pirsgirêkek ewlehiyê; pirsgirêkek ku xweza, mirov û hêzên dilxwaz di heman demê de qurbaniyên hikûmetek in ku ne tenê mirovan ji bo domandina xwe feda dike, di heman demê de da ku di desthilatdariyê de bimîne agirê wêrankirinê bi her tiştê zindî û tevger pêdixe .