Saliha ya ku li baxçeyê Hevsel meyze dike: Ev der jiyana min e
Bi hatina werza biharê re baxçeyê Hevsel şîn bûye. Saliha Kara ya ku ev 40 sale bi axa vî baxçeyî ve mijul dibe dibêje: “Li beramberî hemû zoriyan ez gelek ji mujulbûna axê hez dikim.” Saliha ya ku debare xwe bi vê baxçî dike dibêje: “Ev der jiyana min e.”
MEDİNE MAMEDOGLU
Amed – Baxçeyê Hevsel yê ku ji aliyê UNESCO ve li qada mîrasa sit ya dinyayê cihê xwe digre, bi hatina werza biharê re li ser axa wê dest bi çandiniyê hatiye kirin. Di zeviyê hatî kêlan de cotkar zebzeyên weke marol, bacan, bîber, bacanê reş, pîvaz û şinatî diçînin. Çinina van zebzeyan jî di werza havînê de tê kirin. Yek ji wan cotkarên dest bi çandina sebzeyan di vî baxçî de dike Saliha Kara ya ku her roj diçe baxçe av dide û xepara wê dike û dema van zebzeyan di çine hemû berhemên wê di firoşe Halê û pê debara mala xwe dike ye. Saliha li baxçeyê Hevsel yê ku dikeve peravên çemê Dîcle nêzî 40 salane li gel zarokên xwe li vê derê di xebite. Saliha ya bi zebzeyên ku li vê derê diçîne û di firoşe zarokên xwe mezin dike, di nava salê de meha Sibatê dest bi kar dike. Saliha meha Sibatê tê vê derê tov di çîne û dike şitil û diçine heta dawiya meha Mijdarê li vî baxçeyî di xebit e.
Salê 9 mehên wê di zeviyê de derbaz dibe
Saliha diyar dike ku van rojan di serê siharê saet 07:00’an de berê xwe dide rêya baxçe û heta saetên êvarê di xebite û bi tena serê xwe kedek mezin dide dibêje: “Ez bum buk û hatim vêderê. Li vê derê ji cedeyê hat peravên çem zeviyê me heye. Ji roja ez hatim heta niha li vê derê di xebitim. Emrê min di navbera mal û baxçe de çûn hatinê ve derbaz dibe. Mala min li Navendê ye lê belê heroj ji bo ez şitlan av bidim serê siharê saet 07:00’an de têm vê derê. Ez hemû karê xwe temam dikim û êvarê ji diçim mal. Li vêderê bi dehan malbatên weke me xwedî zevî hene. Ew ji weke me di van werzan de dest bi kar dikin. Di nava salê de tenê em 3 mehan li mala xwe dimînin. Hemû mehên din em di baxçe de di xebitin.”
“Ez hemû rojên xwe di baxçe de derbaz dikim”
Saliha ya ku hemû curên sebze û şînatiyan di vî baxçî de diçîne, çinina wê jî di mehên havinê de dikin xweşî û zoriyên baxçe wiha tîne ziman: “Li vê derê siharan hewa gelek sare. Yên ku me ji derve dibînin ji ya wan ve karê me gelek hêsan e. Lê belê li vêderê heta êvarê em kedek mezin didin. Em zebzeyên xwe diçînin, av didin û qedemeya dawî jî em kom dikin. Bacan, bîber, bacanê reş yan jî şînkatî, hemû ew zebzeyên ku werin aqlê we em di vê baxçeyî de di hilberînin. Ez jî di nava rojê de têm vêderê hem ez av didim hem jî xepara baxçe dikim. Ez ji kar û mijulbûna bi axê re bi hemû zoriyên wê gelek jê hez dikim. Ev 40 sale ez têm vê derê, rojekê ji ez ji vî baxçeyî bêzar nebûm e.”
“Dema ez bi axê re mijul dibim ez xwe baş hîs dikim”
Saliha da zanîn ku bi wan zebzeyên ku diçine debara mala xwe dike û wiha pêde çû: “Pîştî ku em zebzeyên xwe di çinin ji hev cuda dikin û difiroşin. Bi baxçe ne em zengîn dibîn ne jî gelek hejar dibîn, bi baxçe re em debara mala xwe dikin. Nanê ku em dixwin, bi keda me derdikev e. Her sal di berhemên me de dahatuyên cûda derdikeve, sala ku berhem gelek baş be sala pîştî wê berhem kêm dibe. Ev rewş ji nayê wê wateyê ku em dest ji karê bexçeyê xwe berdin. Ez ne ciwanim, lê belê her roja ku ez têm dikevim nava axê ez xwe baş hîs dikim. Ev der jiyana mine, ev darane û şitlane hemû bûne yên min.”