Neteweyên Yekbûyî: Hişkesalî heta sala 2050’an wê bandorê li sê ji çar parên nifûsa cîhanê bike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku sê ji çar parên nifûsa cîhanê wê heta sala 2050'an bi hişkesaliyê re rû bi rû bimînin.

Navenda Nûçeyan – Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2000'an ve, hişkesalî di encama hilweşîna axê û guherîna avhewayê de bi rêjeya ji sedî 29 zêde bûye û her sal bandorê li 55 mîlyon kesî dike.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî hişkesaliyê de ku her sal di 17'ê Hezîranê de tê pêşwazîkirin wiha got: "Nîvê nifûsa cîhanê ji niha ve tûşî encamên hilweşîna axê ye û yên ku herî zêde bi vê yekê bandor dibin û êşê jê dikşînin jin in. Hêzkirina jinan wekî xwediyê erd faktorek e ku di warê vejandina axê de guherînek radîkal pêk tîne."

Berdevka Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di civîna çapemeniyê ya asayî ya li Cenevreyê de wiha got: "Hikûmet û kes dikarin ji bo çareserkirina guhertina avhewa tedbîrên berbiçav bigirin. Tê payîn ku pêla germê ya heyî ya ku li Ewropa û Afrîkayê êvara Yekşema pêş bi dawî bibe. Ji bo pêşîlêgirtin û sivikkirina hişkesaliyê berî dikare gavên proaktîf bêne avêtin."