Li Qamişloyê projeya daristan ket meriyetê

Li gundê Navkurê ya girêdayî Qamişlo 800 donim eraziyê qada çopê veguherandin daristanê. Yên ku beşdarî projeyê bûn daran diçînin û hewirdorê diparêzin, pêşî li çolbûnê digrin rê nadin hewa qirêj bibe.

ŞÊRÎN MIHEMED

Qamişlo- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêma Cizîrê konseya perwerde û perwerdeya bilind, li gel zanîngeha Rojava, lijneya hewirdor û weqfa Amel û Aştî bi awayekî kordîneyî ji bo zêdebûna qadên şîn, li gundê Nafkir ê girêdayî Qamişloyê qada çopê veguherandin daristanê Yên ku beşdarî projeyê bûne li qada ku veguherandin daristanê darên çam, zeytûn û wekî din diçînin.

‘Me axê anî rewşeke berhem jê çêbibin’

Endzayar Hala Al- Ahmad ku beşdarî projeyê bû wiha got: “Herêma Nafkir qadeke ku tenê ji bo çopê dihat bikaranîn . Me jî weke rêveberiya hewirdorê li herêmê lêkolîn kir û ji bo em herêmê veguherînin daristanê me dest bi xebatan kiriye. Cara yekem me axê anî halê berhemdanê. Beriya ku proje dest pê bike weqfa Amel û Aştî dest bi hewldanê kir. Lijneya hawirdorê jî der barê projeyê de xebatek pêşkêş kir. Qada Daha ji bo bi awayekî berfireh were lêkolînkirin komînên taybet ava kirin, ji bo projeya daristanê hem konseya perwerdeyê hem jî zanîngeha Rojava piştgirî dan.”

Nêzî 2 hezar dar hatin çandin

Hala Al- Ahmad diyar kir ku qad nêzî 800 donim e û wiha got: “Li gorî texmînan nêzî 800 donim erazî bi salan weke cihê çopê hatiye bikaranîn û ji ber şewitandina bermahiyan emîsyonên bi zirar çêbûn. Me jî di dema projeyê de nêzî 2 hezar dar çandin. Armanca me bi projeyê ew e ku em qadê ji bermahiyan paqij bikin. Me gelek xebatên weke kolana axê û rastkirina sîstema avê dan meşandin. Çandina daran a li dibistan û riyan û projeyên berfirehkirina daristanan em dişopînin. Lijneya hawirdor konseya perwerdeyê û zanîngeha Rojava bi awayekî kordîneyî em li dibistanê waneyan didin û ji bo parastina hawirdor û paqijiyê em zarokan perwerde dikin.  Xebatên me yên dayîna dersan li şaredariyên li herêmê  û saziyan berdewam dikin. Bi çandina daran hem em hawirdorê diparêzin, hem jî rê li ber çolbûn û erozyonê digrin û hem jî em hewl didin hewayê paqij bikin.”

‘Gaveke nû ye’

Xwedekara fakulteya zîraetê ya zanîngeha Rojava Hêvî Mihemed der barê projeya daristanê ya herêma Nafkir de diyar kir ku ji ber mezinbûna projeyê û di çarçoveya hemû qadan de, ceribandina yekem e û got: “Proje nû ye û qadeke azad e, armanc zêdekirina şînahiyê, jiholêrakirina çolbûnê, kêmkirina belavkirina nexweşiyan û di heman demê de ji bo kêmkirina germahiyê bi sûd e.”

‘Bajar di berpirsyariya me hemûyan de ye’

Xwendekara zanîngeha Rojava Ronahî Tayseer jî got: “Projeyên çandiniyê bingeha pêşxistina civakê ne û gelek sûdên wê hene. Ji bo em bi zarokan hînî xwedîderketina li xwezayê bikin me dar çandin. Ev proje wê ji bo zarokên ku girîngî didin xwezayê û ji bo avakirina neslên nû bibe alîkar. Ma cihê çopa bermahiyan veguherand şînahiyê. Bejarê me di berpirsyariya me hemûyan de ye. Ger em ji qirêjiyê neparêzin wê li hewirdorê nexweşî û vîrus belav bibin.”