Li Payîzavayê talana ekolojiyê

Tevî biryara girtinê ya Wezaretê û cezayên bi milyonan lîreyî yên ji ber binpêkirinên jîngehê, kana komirê ya li Şamanisê xweza û çavkaniyên avê talan dike; xelkê herêmê jî hişyariyê dide ku ev rewş ber bi koçberiyê ve dikişîne.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Kana komirê ya ku ji hêla Koma Vefa ve li taxa gundewar a Şamanisê ya navçeya Payizavaya Wanê tê birêvebirin. Ji ber zirara jîngehê û biryarên îdarî yên li dijî wê hatine girtin, dîsa di rojevê de ye. Belgeyên Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM), eşkere dikin ku gelek tedbîrên îdarî li dijî xebitandina madenê, hem di çarçoveya pêvajoya Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) û hem jî di çarçoveya qanûnên jîngehê de, hatine pêkanîn.

Li gorî bersiva Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Murat Kurum, di 14’ê Cotmeha 2025’an de dayî pêşnûmepirsa Parlamenterê Partiya DEM’ê yê Wanê Sinan Çîftyurek, kana komirê di 2’yê Çileya 2025’an de ji aliyê Midûriyeta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û di 25’ê Hezîrana 2025’an de jî aliyê tîma wezaretê ve hatiye kontrolkirin.

Di dema kontrolê, der barê projeya zêdekirina kapasîteya şîrketê bêyî ku pêvajoya Nirxandina Bandora Jîngehê (ÇED) temam bibe xebat dane meşandin. Li ser vê 1 milyon 320 hezar û 445 û 64 qiruşê cezayê pere li şîrketê hat birîn û biryar hat dayîn ku çalakiyên têkildarî zêdekirina kapasîteyê heta ku pêvajoya ÇED’ê biqede bê rawestandin.

Di bersiva ku Wezaretê ji bo Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê şand de hat diyarkirin ku di kontrolên  ji hêla Rêveberiya Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Muduriyeta Bajar ve hatiye kirin de gelek binpêkirinên jîngehê hatin tesbîtkirin. Di çarçoveya gelek xalên Qanûna Jîngehê, bi tevahî 10 milyon 978 hezar û 530 Lîreyên Tirkî cezayê îdarî li şîrketê hat birîn û li gorî xala 15’emîn a Qanûna Jîngehê biryar hat dayîn ku xebatên tesîsê bêdawî bên rawestandin.

Pêvajoya ÇED’ê çima hat bi dawîkirin?

Koma Vefa ji bo kapasîteya kana komirê ya heyî zêde bike û tesîsek perçiqandin, parzûnkirin, şuştin û pakkirinê û her wiha tesîseke hilanîna bermahiyan ava bike, pêvajoyek nû ya ÇED’ê da destpêkirin. Lê belê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 19’ê Nîsana 2024’an de ragihand ku pêvajoya ÇED hê bi dawî nebûye dest bi xebatan hat kirin.

Kronolojiya çalakiyên madenê

Agahiyên fermî û daneyên di raya giştî de hatine teyîsîn, nîşan dide ku pêvajo bi pêş dikeve:

*Di sala 2022’an de, Koma Vefa li Payîzavayê dest bi hilberîna lîgnîtê bi rêbaza kana vekirî kir.

*Bi armanca zêdekirina kapasîteyê li heman herêma ruxsatê, ji bo avakirina tesîsên perçiqandin-şûştin, pakkirin û hilanîna bermahiyan pêvajoya nû ya ÇED’ê da destpêkirin.

*Di 19’ê Nîsana 2024’an de der barê zêdekirina kapasîteyê de pêvajoya ÇED’ê bi dawî bû.

*Di kontrolên Wezaretê yên ku di sala 2025’an de hatine kirin de, hat tesbîtkirin ku bêyî temambûna pêvajoya ÇED’ê xebatê ji bo zêdekirina kapasîteyê hatine meşandin.

*Bi milyonan lîre cezayê îdarî li şîrketê hat birîn û hem ji bo çalakiyên berfirehkirina kapasîteyê û hem jî ji bo xebatên tesîsan boryara rawestandinê hat dayîn.

Qada destûrê ya bi qasî 2 hezar hektarî 

Li gorî dosyaya pêşkêşkirina projeyê ku di sala 2022’an de ji raya giştî re hatiye ragihandin, qada madenê destûra nêzî hezar û 967 qada hektar digre nava xwe. Di projeya ku tê plankirin ku bi rêbaza kana vekirî were rêveberin, tê payîn ku hilberîna lîgnîtê ya salane bi qasî 300 hezar ton be, di heman demê de bi qasî 2 milyon 700 hezar ton bermahiyên madenê jî hilberîne. Jiyana xebitandinê bi qasî 9-10 salan tê texmînkirin. Projeya zêdekirina kapasîteyê ya ku di sala 2024’an de hatî rojevê, hate hedefkirin ku hilberîna salane bigihîje milyonan tonan. 

Xwediyê şîrketê di raya giştî de jî tê nîqaşkirin

Xwediyê Vefa Group û rêveberê kama komirê Veysel Urum, berê wek Serokatiya Navçeya Îpekyolu ya AKP’ê dikir. Veysel Urum her wiha ji AKP’ê ji bo namzediya parlamenterê Wanê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê serlêdan kir.

Xebat didomin

Belgeyên fermî yên wezaretê nîşan didin ku ji bo tesîsê biryara rawestandina bêdawî heye. Lê belê di belgeyên vekirî yên raya giştî de, agahiyên li ser ev biryar kengî li cihê bûyerê hatiye bicîhanîn gelo şîrketê li dijî biryarê doz vekiriye gelo biryara  rawestandina pêkanînê hatiye girtin? An gelo piştî sererastkirina kêmasiyan, destûr ji bo ji nû ve destpêkirinê hatiye dayîn cih negirt.

Li hemberî vê, niştecihên herêmî û rêxistinên jîngehê diyar dikin ku xebatên madenê di du mehên dawî de ji nû ve dest pê kirine û dibin sedema wêrankirina jîngehê.

‘Çavkaviyên avê tên qirêjkirin’

Endama Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, Şehrîban Tullu, diyar kir ku di salên dawî de li seranserê Kurdistanê xebatên madenê zêde bûne, li Amed, Êlih û Sêrtê lêgerîna petrolê û li Wan, Colemêrg û Dêrsimê jî madena komir, sifir û zêr zêde bûye.

Şehrîban Tullu da zanîn ku kana lîgnîtê ya li Payîzavayê di salên 1990’î de hatiye vekirin piştî koçberiyên sala 1997’an hatiye girtin û hilberîna komirê di sala 2022’an de ji aliyê Vefa Group ve li nêzî cihê kevin ê kanê ji nû ve hatiye destpêkirin.
Şehrîban Tullu diyar kir ku li madenê xebatên madenê yên vekirî berdewam dikin û got ku ev xebat zirarên cidî didin deverên çandiniyê û çavkaniyên avê û got: “Çavkaniyên avê yên nêzî madenê qirêj dibin. Ev av hem weke ava vexwarinê ji bo ajalan tê bikaranîn û hem jî ji bo avdana çandiniyê tê bikaranîn. Ev ji bo xelkê herêmî ku bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikin xeterek cidî çêdike. Payîzava xwedî erdên çandiniyê yên berhemdar û dewlemendiya nebatan e. Deştên Norduz jî ji bo xwedîkirina ajalan girîng in.”

‘Mirov neçar dimînin koçber bikin

Şehrîban Tullu anî ziman ku bermahiyên madenê li ser erdên çandiniyê tên rijandin û ev bandorek neyînî li ser debara xelkê herêmî dike û ev tişt got: “Kana madenê ji bo 10 salan hatiye kirêkirin. Komirê ku ji nêzî hezar û 967 hektar tê derxistin difiroşin weqfên alîkariya civakî. Ji ber xebatên madenê, mirovên ku li gundên derdorê dijîn di warê debara xwe de zehmetiyan dikşînin. Ev rewş bi demê re dibe sedema koçberiya bi zorê. Em bawer dikin ku tevî hemû zirara jîngehê, cezayên pêwîst nayên pêkanîn.”

Şehrîban Tullu  destnîşan kir ku divê xebatên madenê bi awayekî serbixwe bên kontrolkirin û  ev nirxandin kir: “Divê raporên ÇED’ê yên serbixwe bên amadekirin, saziyên serbixwe kontrolên bi rêkûpêk bikin divê erêkirina gelê herêmî were girtin û teknolojiyên hilberîna nûjen ên jîngehparêz bên bikaranîn. Lê belê îro, li cihê fêdeyên jîngehê û civakî, berjewendiyên aborî têne pêş.”