Li Lubnanê ji bo başkirina rewşa avê proje tên pêşxistin

Çalakvanên jin û pisporên civaka sivîl ji bo rewşa avê ya li Lubnanê baş bibe dest bi projeyan kirine.

SUZAN EBÛ SEÎD

Beyrût – Lubnan weke welatê dewlemend ya avê tê naskirin ji ber atmosfera wê navîn e û gelek baran lê dibare her wiha derdora 40 çem lê hene, ji wan 17 çem berdewam diherikin û bi hezaran kanî hene. Çem û kaniyên avê li wê derê gelek qirêjin. li gorî lêkolînek nû hat diyarkirin ku ji sedî 70’ê van çem û kaniyan bi mîkroban tijî bûne û jiyana welatiyan dixin xeteriyê de.

Lê belê di pratîkê de av nayê peydakirin, ji ber plan û stratejiyên pêwîst tune ne her wiha atmosfer tê guhertin û koçber gelekî zêde dibin. Ev yek dibe sedemê zêdebûna zextan li ser berhemên heyî. Ev ne tenê kirîzek jîngehê ye, gefek li dijî hemû aliyên jiyanê ye. Ji ber van yekan divê desthilat û civaka sivîl û welatî bi hev re kar bikin daku rê li ber van krîzan were girtin û çareseriyek were danîn.

Li gor rêxistina Faw Lubnan di cîhanê de di asta 144’an deye û got ku serê her kesekê kêmek av digihê. Rêjeya barîna baranê li gora salên borî ji sedî 30 kêm bûye, çemê Latîn li gor sala par bi rêjeya ji sedî 50 kêm bûye. Di heman demê de rêjeya xerckirina ava rojane ji her kesekî re rojê bûye 100-150 lître av. Derdora ji sedî 50  avê ji ber dilopên ji boriyên kevin wiha diçe. Her wiha berhemdayîna zeviyan bi rêjeya ji sedî 40 ji ber kêmbûan avê  gelek paş ketiye.

Welatiyan sala nû bi nirxek nû pêşwaziya avê  kirin. Li gorî wezaretê bilindbûna nirx bi rewşa aborî ve girêdayî ye.

Di nav projeya "HawkaMaa-EU" ya ku Yekitiya Ewropa piştgiriya wê dike, armanc dike alîkariyan di aliyê av û kanalîzasyonan de bide. Ji bo piştgiriya avê, xizmetên avê û kanalîzasyonên giştî li Lubnanê di Tîrmeha borî de xebatek kar ya hevbeş hat destpêkirin.

Stratejiya niştîmanî ya sektora avê

Li gorî stratejiya niştîmanî ya sektora avê, sektor bi taybet li hember rûbirûbûyînên di navbera zexta demografî û gemarbûna avê û dermankirinê ne têrkere, bandora guhertina hewayê, lawazbûna civakî, aborî û siyasî disekine. Ji ber vê yekê divê li ser asta binesaziyê û rêveberiyê gav werin avêtin ji ber rewşa sektora avê li gor stratejiyê destnîşan dike ku Lubnan ji sedî 45’ê ava xwe keysbaz dike. Xwespartineke zêde jî li ser ava bîran heye.

Her wiha stratejiya wan xwe dispêre 4 bingehên sereke ew jî xurtkirina ewlehiya avê heta sala 2035’an mîna zêdebûna depokirina avê bi riya bendavan. Pêşxistina sîstemek baş ji bo rêvebirina daneyan û çavdêriya wan. Ji bo kalîteya avê baş bibe û gemar nebe divê tedbîr werin girtin. Her wiha naskirina çavkaniyên avê ji bo berhemdayîna enerjiya kehrebê zêde bibe.

Bingeha duyemîn jî bi riya başkirina pêşkêşkirina xizmetên giştî ye û gihîştina ji sedî 90 ji welatiyan re heta sala 2035’an. Bingeha sêyemîn jî tesîsên domdar û dîjîtalîzasyon in. Bingeha çaremîn û ya dawî jî hikûmeta baş û rêveberî ye.

‘Îstasyonên avê tên nûkirin’

Der barê mijarê de namzeta berê ya hilbijartinên cîgirî Cumana Nasir wiha got: “Wezareta enerjî û avê dest bi danîna stratejiyan li ser astek nêz ya navîn û dûr kir. Ji sala 2012’an ve stratejiyeke bi sûd ku her kes bixwaze di warê avê de kar bike danî.  Saziyên avê dikarîbûn beşek mezin ji stratejiya hatiye danîn re pêk bîne mîna başkirina binesaziyên heyî ku dibû sedema rijandina ava bi rêjeya ji sedî 40  ji ber kevin bûye. Boriyên avê hatin nûkirin û di encam de hejmara avê jî baş bû. Her wiha beşek mezin ya projeyên kolandina bîran li hinek gundan pêk hatin. Îstasyonên avê didin hatin nûkirin. Formata herî dawî ya stratejiyê di sala 2020’an de bû.”

Cumana Nasir diyar kir ku stratejiya nû ya di sala 2020’an de derket û wiha dom kir: “Tişta dihat xwestin nûkirina zagonên wê bû ji bo piştgiriya wê were kirin. Piştre merasîmên pratîkî derketin û heta niha stratejiya 2020’an di vî alî de dimeşe. Dê heta sala 2035’an di xizmetê de be. Biryar hene stratejî xwe bispêre bingeheke daneyên zelal. Di pêşangehê de hat gotin ku buroyek tune ye ku daneyan belge bike.”

‘Divê zagon werin danîn’

Çalakvan û endama Kombenda jinên Eyn Enûb a xêrxwaziyê Seher Hemdan wiha got: “Ji bo rewşa avê li Lubnanê baş bibe em beşdarî projeyê bûne. Bi taybet av yek ji pirsgirêkên herî sereke ya vî welatî ye. Stratejiyek baş heye ji bo rewşa avê li Lubnanê baş bibe. Em weke kombend di projeya girêdayî çemê Xedîr de kar dikin. Em çem paqij dikin û me hinek pêşinyar kirin û bi welatiyan re bûn alîkar ji bo em di vê projeyê de alîkar bin. Stratejiya pêşkêşkirî gelekî baş e lê belê em herdem gazinan ji pratîk û teorîk dikin. Divê em teoriyan deynîn û çi dibe bila bibe em pêk bînin Hevgirtina di navbera wezaretan û anîna pisporan ji bo krîzan çareser bikin gelekî girîng e. Her wiha divê zagon werin danîn û bi hemû hûrgiliyên xwe pêk werin.”