Li Lubnanê enerjiya rojê alternatîfek elektrîkê ye

Kêmbûna elektrîkê li Lubnanê bû sedem ku hin malbat berê xwe bidin enerjiyek alternatîf ango enerjiya rojê.

CAROLÎNE BAZZI

Beyrûd - Bikaranîna enerjiya rojê ya ku elektrîkê çêdike ne nû ye lê di heyama niha de bi nebûna elektrîkê û lêçûna zêde ya jeneratorên taybet re populertir bûye. Lê enerjiya rojê jî pir biha ye û nayê zanîn ka çiqas bi bandor e û dikare şûna elektrîkê bigre yan na.

"Enerjiya rojê cihê elektrîkê nagire"

Endezyar Selam Bosî der barê bibandorbûna enerjiya rojê, lêçûna wê û çawaniya bikaranîna wê de wiha got: "Enerjiya rojê nikare bikeve cihê elektrîkê. Lê ji ber ku elektrîk li Lubnanê pir caran qut dibe, heke şiyana darayî hebe em dikarin panelên rojê li ser banê avahiya ku tê de dijîn saz bikin da ku enerjiyê ji bo xaniyên xwe peyda bikin. Ji ber ku em di krîzeke aborî de dijîn, lêçûna enerjiya rojê ji bo welatiyan gelek e û me hêvî dikir ku dewlet bi riya deynan alîkariya mirovan bike da ku vê pergala enerjiya alternatîf bi kar bînin."

"Mesrefa ererjiya rojê bi qasî 3,500 dolaran e"

Selam Bosî anî ziman ku buhayê panelên rojê bi qasî 1732 dolar e û wiha pê de çû: "Mesrefa ererjiya rojê bi qasî 3,500 dolaran e. Hin kes dihesibînin ku ev lêçûn pir zêde ye lê heke mehane were hesibandin dê li gorî lêçûna ku hemwelatî di warê abonetiya jeneratorên taybet de kiriye, enerjiyê bi kêmtirîn lêçûnê peyda bike. Dema ku enerjiya rojê saz dikin divê hûn biçin cihên pêbawer weke şîrketên pispor û endezyarên ku projeyê dixwînin. Ne her kes dikare panelên rojê bi adapter ve girê bide, helbet ew dikarin bên girêdan û hemwelatî dikarin elektrîkê bi dest bixin lê di pêşerojê de dibe ku pirsgirêk derkevin. Ger adapter bi rengek xelet vebe dikare bişewite. Pêdivî heye ku di navbera panelên rojê de mesafeyek diyar were girtin, ger mesafeyek diyar neyên girtin dibe ku agir derbikeve. Guleyên bêserûber jî dikarin bandorê li panelên rojê bikin. Enerjiya rojê ne tenê di havînê de, di zivistanê de jî tê bikaranîn. Malbatên ku biryar dane enerjiya rojê bi kar bînin divê di zivistanê de parastinê ji bo parastina panelên rojê ji birûskê saz bikin."