Li Geliyê Godernê qirkirina jîngehê

Li Geliyê Godernê ku bi bendava Farqînê re dê di bin avê de bimîne qirkirina jîngehê tê kirin. Li ser geliyê ku dar lê tên birîn, riya şelaleyê ya gel diçe seyranê hatiye qedexekirin û çêkirina qereqolê lê didome qirkirina jîngehê tê meşandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Birîna daran a li Kurdistanê bi çiyayê Cûdî destpêkir, li heremên Zozanê Şênê ya Mûşê û Geliyê Godernê ya Pasûrê jî bê navber didome. Geliyê Godernê ku bi aktîvkirina Bendava Farqînê ya ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) de hatibû plankirin, dê di bin avê de bimîne, ji ber birîna daran a bi mehan e dewam dike, tê xwestin bê tinekirin. Darên ku bi hincetên naskirî yên ‘ewlehiyê’ ji aliyê cerdevanan hatine birîn bi kamyonan tên sewqkirin, wesayîtên zirxî yên ku ewlehiya cerdevanan diparêzin li ser rêya geliyê ji rêya Hezroyê nobetê digirin.

Bendav dê 50 gund û zeviyên çandiniyê di bin avê de bihêle!

Bendava Farqînê ya ku bi salan e xebatên wî tê kirin, piştî ku bikeve meriyetê wê 50 gundên di nav sînorên Pasûr, Licê, Farqîn û Hezroyê de hilweşîne. Bendav ne tenê gundan, geliyê Godernê yê dîrokî û ekolojîk ku di navbera Pasûr, Farqîn û Hazroyê de ye jî di bin avê de dihêle. Geliyê ku bi şelala xwe û xwezaya xwe gel diçe seyranê, wê bi xebitîna bendavê ji holê rabe. Herêmên ku ji ber bendavê di bin avê de bin û nayê zanîn wê kengê bixebite, ji aliyê dewletê ve tên îxrackirin, dozên malbatan jî dewam dikin.

Beriya ku bendav bikeve meriyetê Geliye Godernê hat talankirin!

Geliyê Geliyê Godernê ku dê ji ber bendavê di bin avê de bimîne yek ji wan cihan e ku her sal gelek tûrîstên xwecihî û biyanî diçinê. Şelala geliyê ku xwedî bedewiyeke dîrokî û xwezayî ye, kesên ku wê dibînin matmayî dihêle. Her wiha Geliyê Godernê herêmeke xwezayî ye ku bi ekosîstemeke dewlemend, avahiyeke çandî û rabirdûya dîrokî heye ku dikare bibe mîrateya cîhanê. Li herêma ku dê bi girtina bendavê wêran bibe, beriya bendavê hem qirkirina dîrokî hem jî ekolojîk dest pê kir.

Li geliyê ku têketin qedexe ye dînamît tên teqandin!

Hate hînbûn ku dê li ser geliyê pireke ku avê bigire bê çêkirin, li her du aliyên pirê jî çêkirina qereqolan destpê kir. Digel ku ketina geliyê dîrokî û şelala ji aliyê leşkeran ve hat qedexekirin, hat hînbûn ku ji bo pira bê çêkirin kevirên geliyê bi dînamîtan hatine teqandin. Ketina qada ku wê teqîn lê biqewime bi tankan hatin girtin, hat dîtin ku bi girtina ava bi axê re rêyeke nû ava bûye ku biçin geliyê.

Beriya bendav bikeve meriyetê bi hezaran dar hatin birîn!

Li gel vê bi mehan e li geliyê ji milê Hezro û Pasûrê ve dar tên qûtkirin. Darên ku ji aliyê cerdevanan ve tê birîn û li traktor û kamyonan tê barkirin û paşê li navenda bajêr tê firotin. Li herema ku ji ber birîna daran qadekî mezin hatiye tûnekirin, qirkirina jîngehê ya hê beriya ku bendav bikeve meriteyê tê meşandin tirsnak e. Şêniyên heremê yên li hemberî rewşa tê jiyankirin bertek nîşan nîşan didin, destnîşan dikin ku him bendava bê çêkirin him jî birîna daran dê hişkesaliyê hê zêdetir bike.

'Her gav ji bo jiyanê xeteriyeke mezin e'

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Melîs Tantan ku em pê re li ser rûxandina ekolojîk a li geliyê axivîn, bang kir ku divê di demek herî kurt de polîtîkayên ‘ewlehiyê’ bi dawî bibin. Melîs Tantan diyar kir ku ne tenê gelê herêmê, divê hemû parêzvanên xwezayê jî li dijî van bûyeran derkevin û got, “Herêma ku em behsa wê dikin, hem cihêrengiya biyolojîk a herêmê ye, hem jî qada jiyanê ya bi dehan gundan e. Li vir, pêşî em bandora polîtîkayên dewletê yên ewlekariyê dibînin. Helbet stûna yekem a van polîtîkayan xwe weke bêmirovbûnê nîşan dide. Dûv re metirsiyek li ser jîngeha hemî zindiyên din dest pê dike. Niha piştî çêkirina rê û piran li herêmê teqînên dînamîtan jî tên jiyîn. Helbet ev yek di nav gelê herêmê de dibe sedema tirs û xofeke mezin. Beriya ku bendav bixebite jî li herêmê birîna daran bi giranî heye. Em herî dawî li Cûdî bûn şahidê vê yekê. Dixwazin bi wêrankirina van deran dawî li jiyanê bînin."

'Bila dewlet destê xwe ji xwezayê bikşîne’

Di dawiyê de Melîs Tantan ku banga hembêzkirina daran û jiyana ekolojîk kir wiha got; “Em dizanin ku ev birîna daran li herêmê aborîyeke nû ya kirêt çêkir û berfireh kir. Niha jî tê xwestin ku mînaka vê li Geliyê Godernê bê lidarxistin. Divê ev birînên ku dewletê ji bo kirê tên kirin, di zûtirîn demê de bên rawestandin. Der barê vê projeyê de gelek doz ji aliyê gelê herêmê ve hatine vekirin. Divê ev yek tenê bi doza gelê herêmê vekiriye sînordar nebe. Weke parêzvanên hemû jiyanê divê em pêşî li dar û teqînên li vê geliyê bigirin. Divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe yên ewlehiyê berde û destê xwe ji xwezayê bikşîne.”