“Li dijî xwezaya Dêrsimê dijminatiyeke siyasî û bi zanebûn heye”

Çalakvana xwezayê Makbule Tulga ya bal kişand ser zirara ku li xwezaya Dêrsimê tê kirin, diyar kir ku li xwezaya Dêrsimê dijminatiyeke bi zanebûn û siyasî heye û got ku armanca sereke bêmirov hiştina herêmê ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim – Li Dêrsima ku bi geliyên xwe yên li cîhanê navdar û qadên sit arkeolojîk, di mehên havînan de wek bajarê turîstîk ê herêmê tê dîtin, bi destê maden, bendav û şewatan avahiya ekolojîk zirar dimîne. Xerakirina ekolojîk a ku berê bi bendavên li ser Çemê Mûnzûrê dihatin çêkirin dihar armanc kirin, niha jî bi lêgerîna madenê û bi şewatên ku mehên havînê bi rojan didomine, berdewam dike. Endama Meclîsa Şaredariya Dêrsimê û Aktîvîsta Xweza Makbule Tulga ku zirara ku li ekolojiya bajêr tê kirin nirxand, da zanîn li dijî xwezaya Dêrsimê  dijminatiyeke bi zanebûn û siyasî heye. Makbule Tulga diyar kir ku armanca bingehîn a vê dijminatiyê polîtîkaya bêmirov hiştine ye.

"Ziyanên qeyranê dê di demek nêz de derkeve holê"

Makbule Tulga ya zirarên ku di van demên dawî de bi destê mirovan li xwezayê tên kirin  rêz dike, bal kişand ser teqîna sîanûrê ya di mehên dawî de li Îliçê pêk hat. Makbule Tulga, diyar kir ku zirarên ava ku ji ber teqînê pîs bûye li ser mirovan dê bi demê re derkeve holê û got, “Rastiyek heye ku dijminatiyek bizanebûn û siyasî li xwezaya Dêrsimê heye. Di şewatên ku me par jiyan kirin de xweza jî zirarek felaket dît. Daristanên bi hektar hat şewitîn. Niha jî, bi van îhaleyan re kana madenê û lêgerîna zêr, bi taybet ji bo siyanûr jî heye, qeyranek tirsnak mijara gotine ye.

"Dixwazin herêmê bêmirov bihêlin”

Makbule Tulga, anî ziman ku di bin zirara ku li xwezayê tê kirin polîtîkaya "bêmirovhiştinê" heye û da zanîn dewlet ji bo avahiya ekolojîk a bajêr tine bike hemû tiştên çi destê wî tê dike. Makbule Tulga di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dû newalên ku weke dû qadên sît a herî bedew a cîhanê hatiye îlankirin hene. Li geliyên li vir hezar 118 cureyên nebatên endemîk hene. Dixwazin bi şewat derxistine, vekirina kane madenê û bi valakirina gundan bêmirov bihêlin. Dixwazin gel axên xwe biterikînin, hilberîn tune bibe û mirovan li vir nejîn. Bêmirov giştin jî bi tu awayî ji kesekî re feyda wê nîne. Mirovên ku li bajaran kom dibin vediguherin aloziyekê pir mezin. Teqînên civakî ji ber vê sedemê çêdibin. Her gava ku tê avêtin û her dijminatiya li dijî xwezayê bi awayekî ji bo laşê mirov ne baş e. Mixabin, di vê mijarê de  tu tiştekî pisporan tinîn ziman jî kêrî tiştekî naye.

"Xweza bi awayekî tola van ziraran hildide"

Makbule Tulga, destnîşan kir ku ji bo kanên li bajêr bi sedan dar hatine birîn û got ku xweza bi qeyranên avhewayê tola vê zirarê hildide. Makbule Tulga da zanîn ku kanên madenê, bendav û şewat tenê bi kêrî xwediyê sermaye tên, lê bi hiştî zirareke mezin dide mirovan û wiha got: “Di dîmenên kane madenê de qetlîameke hovane li ser daran heye, dar tê wateya cegera mirov û xwezayê. Şîrketan ji bo bigihijîn kanan bi sedan daran di rêya wan de derdikevin qetil dikin. Dê bi van ziraran re çi bibe, dê avhewa biguhere. Ji aliyê ekolojîk ve ev rewş bandor li hemû cîhanê dike. Ev rewş zirarê dide avhewa, xweza û mirovan. Weke jinekê ji Dersîmê rewşekî mîna qirkirina daran li hiş, mejî û bedena min narûnê. Zirara xwezayê tê wateya zirara mirov, xweza bi awayekî tala wê zirarê hildide.