‘Li dijî guherîna avhewayê û parastina jîngehê hişyarî divê’

Lêkolîner û pispora endezyariya jîngehê ya li akademiya xwendina bilind Menal Kamil der barê guherînên avhewayê û xeteriyên ku ew bi xwe re ava dike axivî û li hemberî jîngehê banga hişyariyê kir.

HINDIYE EL-IŞÊBÎ

Bingazî – Guhertina hewayê dibe sedema gelek bandorên neyînî li rûyê erdê. Pileya germahiyê zêde dibe, barana zêde ya li hinek cihan jî kêm dibare, dibe sedema karesetên xwezayî. Lîbya yek ji dewletên li Bakurê Afrîkayê ye, herî zêde ji guhertina hewayê zirarê dîtiye. Pêşbîniyên bilindbûna pileyên germahiyê, kêmbûna baranê û bilindbûna rêjeya deryayê gefê li berdewamkirina xetên avê dixwe û li ser bajar jî metirsî ye.

Der barê mijarê de lêkolîner û pispora endezyariya jîngehê ya li akademiya xwendina bilind Menal Kamil got: "Lîbya di warê cîbicîkirina bername û stratejiyên pêwîst de ji bo metirsiyên guhertina hewayê û sivikbûna bandorên wê ku di nav de çolbûn, qirêjiya deryayî û tunekirina daristananan û rewşa giştî de tu gavên cidî nehatin avêtin."

Guherîna avhewayê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bû sedema karesatên mezin

Menal Kamil diyar kir ku dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û her wiha Lîbya, rastî gelek guhertinên hewayî yên metirsîdar hatine û got: “Ev yek bûye sedema windakirina hevsengiya atmosferê, guhertina pileyên germahiyê û kêmbûna baranê. Wekî din jî bahoza Danyal a Derne ku bû sedema mirina bi deh hezaran kesan. Her wiha bi hezaran mal û tax di bin deryayê de man.”

‘Divê navendên lêkolînan ên taybet ji bo tesbîtkirina rewşê hebin’

Menal Kamil destnîşan kir ku navendên lêkolînan ên taybet ji bo lêkolînkirina bandorên guhertina hewayê û karesetên xwezayî li Lîbyayê tune ne û wiha domand: “Tevî ku gelek lêkolînan hişyarî dan ku metirsî li ser guhertina hewaya Lîbyayê heye jî tiştek nehatiye kirin.”

Der barê bahoza Danyal de jî Menal Kamil got ku hikûmeta Lîbyayê ji karesetên mîna wê re ne amade ye,  nizane çawa van karesetan lêkolîn bike ji bo metirsiyên wê kêm bike ji ber wê berê xwe daye dewletên derve.

‘Jin zêdetir ji metirsiyên li ser xwezayê û guherînên avhewayê haydar in’

Menal Kamil der barê rola jinan a di hişyarkirina metirsiyên guhertina avhewayê de teqez kir ku herî zêde jin di warê karesat û krîzan de şiyar û çalak in, dikarin bûyerê fêm bikin û alîkariyê bikin. Menal Kamil got: "Di bahoza Danyal de piraniya jinên Lîbyayê çalakiyên xwecihî û navdewletî li dar xistin. Her wiha destpêşxeriyên hişyarkirinê dest pê kirin, alîkariya mexdûrên bahozê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku herî zêde jin di ferqa metirsiya guhertina avhewayê de ne.”

Menal Kamil der barê bandora guhertina hewayê ya li ser jîngehê de got: "Tevî bilindbûna pileyên germahiyê û gazên germ û zirarên wê, pirsgirêkeke din heye ew jî kêmbûna berhemên xwezayî û qirêjiya deryayan e."

‘Jêkirina daran ji bo jiyana mirovan û jîngehê xeter e’

Ji bo metirsiya qutkirina daran û tunebûna şînahiyê li Lîbyayê Menal Kamil diyar kir ku dar jehra li hewayê vedixwin qutkirina wan dê bandoreke neyînî li ser jiyan, jînegeh û axê bike. Menal Kamil da zanîn ev yek jî bandorê li jinan, bi taybetî li yên ducanî dike.

Menal Kamil di dawiyê de bang li aliyên têkildar ên li Lîbyayê kir ku zagonên taybet ji bo jîngehê, parastina wê û paqijiya wê derxin her wiha çalakî bername, panel û werşeyên kar ji bo şîrovekirina girîngiya hişyariya ji bo metirsiyên guhertina hewayê werin lidarxistin.