Li bajarê Qamişloyê daneheva tovên daran

Bi destpêkirina demsala çandiniyê re Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî çalakiya komkirina tovên daran lidarxist. Endama komeleyê Lolav Şêxo destnîşan kir ku anîna tovên daran ji bo herêmê girîng e, ji ber wê ew bi kêfxweşî dixebitin.

Qamişlo- Di demeke ku avhewaya jîngehê di asta herî bilind a guherînê de, her weha êrîşên li dijî jîngehê û xwezayê yên ku têne kirin taybet di deh salên dawî de, Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî li gel gelek sazî û dezgehên jîngehî de ji bo pêşxistina warê çandiniyê, parastina wê û zêdekirina hişmendiya ekolojî her di nava liv û tevgerê de ye. Îro jî bi destpêkirina demsala çandiniyê ya payîzê re, weke her sal, Komeleya Keziyên Kesk a jîngehparêz çalakiyek ji bo danehev ango komkirina tovên daran li Zanîngeha Rojava lidarxist. Gelek xwendekarên zanîngehê beşdarî çalakiyê bûn.

‘Di warê çandiniyê de pêngavek e ji bo xwerêveberiyê’

Endama Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî Lolav Şêxo bal kişand ser girîngiya vê çalakiyê û wiha dest bi axaftinê kir: “Her sal, di vê demê de em cureyê tovên daran ên heyî li herêma me, kom dikin. Piştî çendekê êdî dibe dema çandiniyê, Ev gav gelek girîng e, ji ber ku piranî tov ji derveyî welat tên anîn, anîna wan jî bi zehmetî ye. Niha dema ku em van tovan kom bikin, em ê hewceyî yên derve nebin, bi taybetî yên cureyên darên heyî li herêmê. Em dixwazin van darên herêmî  zêde bikin.”

Zêdekirina hişmendiya ekolojîk

Lolav Şêxo da zanîn ku ewê  ji bo jîngehê her çalakbin û got: “Weke despêk, karê me çandiniya daran û çêkirina şitilan bû, lê me dît ku ev yek têrê nake, pêwîst e ku hişyarî û hişmendiyeke saxlem di derbarê jîngehê de jî hebe. Ji ber vê yekê gelek çalakiyên me li dibistanan hebûn di bin nave (DIBISTANA EKOLOJÎ -CIVAKA EKOLOJÎYE), şagirtan bi xwe dar çandin û perwerde dîtin. Ne tenê dibistan, bi komînan û şaredariyên Gundan re jî worşop têne çêkirin.”

‘Binpêkirina ekolojiyê binpêkirina mafên gel e’

Lolav Şêxo teqez kir ku binpêkirina xwezayê sûcekî şer e û wiha bi dawî kir: “Armancgirtina ekolojiya herêmê, beşek ji beşên şer e. Ev şerekî ne kêm e, ji bo ku ev armanc bi ser nekeve; hewce dike ku amadekariyên mezin ên hember bên kirin. Em weke Keziyên Kesk bi alîkariya derdorên jîngehî tev di her milî de xwe parezvanên  jîngeha herêmê dibînin. Binpêkirina ekolojiyê, binpêkirina  mafên jiyanê yên gel e.”