Li Zozanê Şênê qirkirina xwezayê

Ji bo qereqola ku li herêma Zozanê Şênê were çêkirin, hemû darên li haqirtorê tê birîn. Menekşe Kizildarê ya qirkirina xwezaya li herêmê nirxand got “Ne ji bo daristanan lê ji bo şer pere tê razandin” .

Amed Hat zanîn ku li herêma Zozanê Şênê ya sala berê bi biryara Wezareta Karê Hindûr ji Pasûr a Amedê hatibû girtin û li ser sînorên Mûşê hatibû zêdekirin, ev mehekî ye qirkirina dar û xwezayê tê jiyîn. Cerdewan û leşkerên ku amadekariya avakirina qereqolekê nû ya li Çiyayê Spî ya pêşberî qereqola nêzî çiyayê Andok, li ser rê û hawirdora qereqola ku bê çêkirin bi sedan daran birîn. Mîna li Cûdî û Bestayê tê jiyîn li Zozanê Şênê jî qirkirin berdewam dike.

Li zozana ku bedewiya xwezayê ye, dar tên birîn

Zozanê Şênê ku bi hatina mehên biharê re bûyê gûzergaha koçeran, bi bedewiya xwe ya xwezayî û bi çiyayên xwe yên berfê re her kesê ku dibîne ji xwe matmayî dihêle. Cerdevanên ku ji bo qereqolê dihat payîn ku li quntara Çiyayê Sipî ku bi lûtkeya xwe ya berfê navdar e bê avakirin çûn herêmê  dema rê li qada ku qereqol dê bê çêkirin vekirin, hemû darên li ser rêye jî birîn. Li herêmê ne tenê birîna darên li ser rêye hemû darên li derdor jî nedîtî ve ne hat.

Gelê herêmê li hemberî polîtîkayên tê meşandin, bertek nîşan didin

Di pêvajoya dawîn de, li Şirnex, Colemêrg û Mûşê birîna daran a ku bi hinceta “ewlehiyê” pêk hatin, her roja dubarê kirina wê ji neditî ve nayê. Di vê pêvajoya ku qeyrana avhewayê tê jiyîn de, qirkirinên ku ev parêzgehên wekî herêmên hişkesal ên giran derbasî nexşeyê dibe, tê jiyîn welatiyên li herêmê dijîn û ekolojîstan bi fikar dike.

“Tunekirina daristanan pirsgirêka tevahî welat e”

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Menekşe Kizildere ku em pê re li ser mijarê axivîn, diyar kir ku divê bi hewa germ re dar li hemberê şewata daristanan bên parastin û bertek nîşanî bi hinceta qereqolê birîna daran da. Menekşe Kizildere da zanîn ku darên ku tên birîn pirsgirêka tevahî welat e û wiha got: “Tunekirina hebûna daristanan ya li Mûşê ne tenê pirsgirêka Koçerên li wê herêmê dijîn e, pirsgirêka tevahî welat e. Weke rêbazeke şerê taybet, ev qirkirin ji bo qereqolan li gelek qadan tê kirin.”

“Dixwazin herêmê bêmirov bikin”

Menekşe Kizildere, destnîşan kir ku çavkaniyên pereyan ên ku divê ji bo parastina daristanan bên veqetandin, ji bo şer tên bikar anîn û wiha axivî: “Di welatekî ku krîza avhewayê lê zêde bûye, hişkayî bûye sedî sed, cureyên endemîk û hebûnên ekolojîk tune dibin de, veberhênana şer sûcekî li dijî gelên e. Sûcêk li dijî nifşên pêşerojê ye. Darên li herêmê dê zirarê bide çandinî û sewalkarî ku debara gelê herêmê ye. Yek ji armanca van înşaetan ew e ku bi astengkirina ked û nanê gel re, herêmê bêmirov kirin û koçberkirina niştecihên herêmê ye. Ji herêmê re jî ziyanên mayînde yên ekolojîk, aborî û civakî dide.”