Li Şengalê ji bo 4’ê Nîsanê dar hatin çandin

Li Şengalê çalakiyên 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Duh li Geliyê Kersê ya Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 300 dar hatin çandin.

Şengal – Li Şengalê rêzeçalakiyên ji bo 4’ê Nîsanê ya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh li Geliyê Kersê ya Şengalê 300 dar hatin çandin.

Jinên Êzidî yên beşdarî çalakiya dar çandinê bûn anîn ziman ku ew bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê û têkoşîna ji bo azadiyê naskirine û li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê kirin.

 ‘4’ê Nisanê Rojbuna tevahî civaka Êzidi ye’

Di çalakiya dar çandinê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edul Şemo axivî û wiha got; “Rojbuna Rêber Apo Rojbuna tevahî Êzidiyane rojbuna tevahî cihanê tevahî Jinane ji bo wê em vê rojê pîroz dibînnin em 4’ê Nisanê li Rêber Apo li tevahî mirovahiyê piroz dikin.”

Piştî axaftinê bi dengê erbane û stranên Koma Kulîlkên Êzidxanê yên girêdayî Navenda Çand û hunera Sitiya Nexşan ve jinan jî bi kêfxweşiyeke mezin dar çandin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edul Elî hestên xwe wiha anî ziman: “Ez ji niha de rojbuna Rêber Apo lê pîroz dikim ez vê rojê li tevahî kesên ku fikra Rêber Apo ji bo xwe kirine rênîşan em li wan piroz dikin.”

Dayê Edul di dawiya gotinên xwe de hêviya xwe ya ku bi çandina darek ya Hejîrê re wiha bilêv kir: “Min daxwaz kir deriyeke xêrê li Serok Apo û gerilayan veke Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad bibe û em bi hev re li nava van daran de bigerin û em tev azad bin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)Tewaf Ismail jî kefxweşiya xwe ya ji bo vê rojê anî ziman û got: “Em bi çandina daran daxwazên Rêber Apo pêk tînin û Şengala xwe bedew dikin.”