Li Şehbayê li ser parastina jîngehê komcivînek hat lidarxistin

Navenda Jineolojî bi alîkariya Kongra Star û komîteya ekolojîk û şaredariyan a kantonên Efrîn-Şehbayê komcivînek bi diyalog ji endamên saziyan re der barê parastina ekolojîk de li dar xist.

Şehba – Bi dirûşma "Welatparêziya mezin avakirina daristanan û danîna daran e" Navenda Jineolojî bi hevsengiya Kongra Star û komîteya ekolojîk û şaredariyan ên kantonên Efrîn-Şehbayê îro li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna Şehbayê komcivînek bi diyalog li dar xistin. Komcivîn der barê girîngiya parastina ekolojîk de hat orgenîzekirin û li daristana wargehê bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.

Komcivînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji aliyê Navenda Jineolojî ya Efrîn-Şehbayê ve sînevîzyonek der barê ekolojiyê de ji beşdaran re hat pêşkêşkirin. Piştre benda yekem ji komcivînê ya li ser ekolojîk û jinan ji aliyê endama koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Rîhan Elo ve hat xwendin.

Parastina jîngehê

Rîhan Elo di bendê de bal kişand ser nasnameya ekolojîk û girêdana jinan a pê re û ev tişt got: "Ji bo em civakek bi polîtîk û exlaq ava bikin divê ekolojî bê parastin. Ekolojî tê wateya cihê ku mirov lê dijîn. Di van serdemên serweriya kapîtalîzmê de li ser jiyanê bandorên neyînî li ser xwezayê çêbûn, xweza hat wêrankirin û aboriya civakî xirab bû. Her wiha bandorên şerê ku tên qewimandin hevsengiya ekolojîk xirab dikin. Rêber Apo jî xwezayê dabeşî sê beşan kiriye. Li gorî wê xwezaya yekem gerdûnê temsîl dike, xwezaya duyem civakê digre nava xwe û xwezaya sêyem jî têkliya hevsengiyê di navbera herdu xwezayên din de ye. Di heman demê de jin roleke mezin û girîng di parastina ekolojîk de dilîzin. Ji ber ku ew dayik in û nişfan mezin dikin, zêdetir bi xwezayê re eleqedar dibin."

‘Parastina xweza û ekolojiyê erka me ye’

Benda duyem ji aliyê rêvbera komîteya jin a şaredariyên gel Efrîn-Şehbayê Nisrîn Cawiş ve der barê ekolojîk û bandorên qirêjiya avahawayê de hat nivîsa hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku qirêjiya ekolojîk pirsgirêkek ekolojîk e û têkiliya hevsengiyê di nava xwezayê de wêran dike. Nisrîn Cawiş wiha domand: “Sedemên vê pirsgirêkê yên sereke jî însan e weke qutkirina daran û li şûna daristanan kargehan ava dikin. Her wiha ji daran gelek sûd tên girtin û jê derman jî tên peydakirin lewre divê parastina wan bê kirin û bi hebûna daran mirov dikare jiyana xwe berdewam bike. Ji bo pirsgirêka qirêjiya ekolojîk çareser bikin divê qirêjiyê neavêjin derdorê. Axê tîmar bikin û parastina wê bikin. Parastina mafê lawiran bikin. Erka me ew eku em civakê li ser parastina ekolojîk hişiyar bikin ev jî dikeve ser milê şaredariyan her wiha çandina daran zêdetir bikin û xwezayê ji qirkirina mirovahî biparêzin.”

Benda sêyem jî çareserî û pêşniyarên ku der barê ekolojiyê de hatine peydakirin ji aliyê endama navenda jineolojî Efrîn-Şehbayê Hemîda Xidro ve hat xwendin.

Li ser her bendê deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin û der barê çareseriyê de pêşniyar hatin kirin.