Kanalîzasyona vekirî ji bo zarok û jinên li kampên Idlibê xeterek mezin e
Li kampên koçberan ên Idibê, kêmderfetî û kanalîzasyona vekirî, di nava kampê de dibin sedem ku nexweşiyên giran bi zarok û jinên li kampê re dijîn de re çêbibin û her wiha nexweş ji ber kêmderfetiyê tendirustiyê nayên dermankirin.
SUHÊR EL-IDLIBî
Idlib- Roj bi roj êşa koçberên li kampên Bakurê Sûriyeyê ji ber rewşa jiyanî û xizmetî ya xirab zêde dibe. Di navbera nekarîna rêxistinan a hewcedariyan û nebûna kanalên wan ên paqijiyê ku yek ji mezintirîn pirsgirêkên tenduristiyê ye, ev yek jî belavbûna nexweşiya koronayê û gelek nexweşiyên dinê zêde dike. Kesên ku li kampê bi nexweşiyan dikevin ji kêmderfetiyê nikarin çareseriyekê jî bibînin û di nava kampê de gelek jin û zarok ji ber jiyana koçberiyê û hebûna kanalîzasyona vekirî di nava kampan de bi nexweşiyên giran û yên belav dibin ketine. Zaroka heşt salî ya bi navê Rawa Xalid ji ber ku konê wan nêzî kanalîzasyona vekirî ye di hundirê kampên sînorî yên Dêra Hesen de bi nexweşiya impetîgoya çerm ketiye.
“Ji ber kanalîzasyona vekirî zarokên me hemû bi nexweşiyan dikevin”
Der barê nexweşiya zarokê bi navê Rawa Xalid de dayika wê Reham El-Saer a 35 salî wiha dibêje: “Dema ku em ji bajarê xwe Seraqib koçber bûn û li kampan bicih bûne ve, ji hemû pêdiviyên jiyanê em bêpar mane ji ber wê nexweşî jî bela xwe ji me venakin. Ne tenê keça min li vê derê bi nexwşiya çerm ketiye, beriya wê zarokek 3 salî ya bi navê Alaa û hejmarek zarokên li kampê bi heman nexweşiyê ketin û em hewl didin wan nîşanî bijîşkên çerm bidin. Me qonaxa destpêkê ya dermankirinê bi rêya derman, melhem û serşûştinê dest pê kir lê zarok bi vê yekê jî baş nebûn û sedema vê yekê ew e ku pirsgirêka sereke kanalîzasyona vekirî ya li vê derê ye û ew jî bala karbidestan nakşîne, li ser sererastkirina wê û kolandina kanalên sereke naxebitin.”
“Havînan bêhn ji kampê tê”
Jina bi navê Samîra EL-Mehmûd ya 40 salî ku ji ber kanalîzasyona vekirî nexweşiya tîfoyê girtibû ew jî ji mirinê filitîbû. Ji ber ku konê wê nêzî cihê kanalîzasyonê ye di hundirê kampên Harbnouş li Bakurê Idlibê, gilî û gazinan dike û dibêje: “Di werza havînê de bêhnên nexweş ji kampê tên, ji bilî kêzikên ku her tim êrîşî konan dikin ev hemû tişt li kampê dibin sedemê belavbûna nexweşiyan.”
Bijîşkan piştrast kir ku vîrusên kanalîzasyonê bûne sedema enfeksiyona taya kujer û şîret kirin ku ji bîhnên nexweş û cihên mîkrobên pir zêde çêdibin dûr bisekinin. Semîra dibêje: “Ma em ê biçin ku derê, deverek me tune ye ku em berê xwe bidin wir û ne jî hêza me ye heye, em neçar in li vir bimînin.”
Rewşa heyî nexweşiyan zêdetir dike
Hebûna kanalîzasyona vekirî li kampên Bakurê Sûriyeyê ku tê de bi hezaran mirovên koçber hene, bi nebesiya derfetên tendirustiyê re jî rewşê her roj xirabtir dike.
Bijîşk, Safaa Al-Jundi ya 38 salî hişyarî li ser berdewamkirina pirsgirêka kanalîzasyona vekirî li kampan da. Ji ber ku gelek nexweşiyan çêdike, ji bilî belavbûna laşmaniya ku ji hêla bayê bi qûm ve tê veguhestin ku kurmikên xwe li ser ava sekinandî û xalîçeyan radigirin. Safaa Al-Jundi teqez kir ku bandora wê nexweşiyê li ser tenduristiya derûnî heye ku mirov dixe rewşeke xemgirtî.
Rêveberê kampa El-Wefa ku dikeve Bakurê bajarokê Kellî Salim Al-Abed el-Ezîz ê 43 salî got: “Kamp hewcedarî kolandinên teknîkî yên birêkûpêk da ku kursên avê yên ku wargeh û kolanan dorpêç dike bigre. Min gelek gilî radestî meclisên herêmî û rêxistinên civaka sivîl kiriye lê heta niha bê bersiv maye. Di heman demê de ji ber hejariya ku gel dikşîne û tu kes çareseriyan nabîne ye gelekî aciz im.”
Li Herêma Bakurê Sûriyeyê nêzîkî 1,300 kamp hene ku ji milyonek mirov zêdetir tê de dijîn û piraniya wan jin û zarok in. Di nava wan de nêzî 380 kampên ne fermî bi hewceyî pêdiviyên herî sereke yên jiyanê ne.