Jîngehparêzên Îranê bertek nîşanî projeya petrokîmya ya Miankalehê dan

Çalakvanên xwezayê yên Îranê li hemberî projeya petrokîmya ya tê xwetin li Mazandaranê bê pratîzekirin, ketin nava tevgerê. Lîstikvana Îranî Hedieh Tehranî jî bû piştevana kampanyayê.

Navenda Nûçeyan - Jîngehparêzên Îranê li dijî projeya kompleks a petrokîmya ya tê xwestin li eyaleta Mazandaran a Îranê bê kirin, derdivekin. Çalakvanên ku destnîşan dikin çêkirina tesîsê wê rê li karesatê vebike, hewl didin, dengê xwe bidin bihîstin. Hunermend û dostên xwezayê yên Îranî hewl didin her roj kampanyayê mezintir bikin.

Lîstikvana Îranî Hedieh Tehranî jî beşdarî piştevanên kampanyayê bû. Hedieh Tehranî ya dîmenên kampanyaya ‘Projeya petrokîmyayê rawestînin’ jî parve kir, bang li tevahî welatiyên hestiyar kir û da zanîn ku li benda piştevaniya wan e. 

Proje sala borî jî ketibû rojevê

Projeya petrokîmya sala borî jî ketibû rojevê lê di encama çalakiyên jîngehparêzan de çêkirina wê ji bo demên pêş de hatibû rawestandin. Çalakvanên xwezayê medya mecazî jî ji bo kampanyayê bi awayekê çalak bi kar tînin û hemû parvekirinên xwe yên der barê mijarê de bi sernivîsa ‘Projeya Petrokîmya ya Miankalehê Rawestînin’ diweşînin. Hat zanîn ku Wezareta Pertol û Eneriyê ji bo rakirina hastaga têkildarî mijarê, daxwazname daye.