Ji warên resen gundê Til Xezal

Ji kevintirîn gundên kantona Kobanê Til Xezal warê xezalan û reseniyê bûye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Her gundek xwedî dîrok, çîrok û serpêhatiyeke cuda ye. Her gûndek xwedî çîrokek e ku di nav dilê xwe de tijê jiyan, çand û berxwedanan hewandiye. Li ser kaniyên xwe av daye bi hezaran kesan û di nav dilê wan kesan de hêviyan şîn kiriye. Yek ji van gûndên kevnar gûndê Girê Xezal a girêdayî Kobanê ye.  Gundê Girê Xezal ku yek ji mezintirîn gundewarên Kobanê ye û weke bajarok tê nasîn, 13 km li başûr û rojhilatê Kobanê dikeve.

Gundekî dîrokî û dîroka gundekî

Dîroka gund vedigere hezarê salan ku nîşaneyên vê yekê diyar in. Navê gund ji peyva Mamiz hatiye, li gor devoka Kobanê Mamiz navê cureyekî xezalan e ku li ber kaniya avê ya girê diçêriyan. Li ser vê bingehê jî gundiyan navê gund kirine Girê Mamiz, lê ev nav bi demê re bû Girê Xezal û bi serweriya Rêjîma Sûriyê re ji zimanê Kurdî veguherî Erebî û bû Til Xezal.

Girê gund gelek kevnar e, şênî dibêjin ku bi hezaran şûnwar, parçeyên zêrîn û hestiyên lawiran hatin vedîtin. 

Çanda kevnar diparêzin

Gund ji aliyê çandî û kevneşopiyan resen e û gundiyan jî ev yek bi rengekî baş parastin. şêniyên gund ji êla Kêtikan in, di nava xwe de jî dibin du beş ku Almamedan û Fahî ne. Di gund de zêdetirî 400 malan heye, gelek malbat ji ber şert û mercên şer li derveyî welat dijîn. Niştecihên gund bi mêvanperwerî, dilferehî û çanda xwe ya resen tên nas kirin. Her wiha di şahiyan û di şînan de li gel hevin û hestên xwe bi hev re parve dikin. Gund ji aliyê çandinî û sewalkariyê dewlemend e. Genim, ceh, nîsk û nok tên çandin, darên fêkî yên cur be cur, her wiha zeytûn û fistiqan jî hene.

Şêniyên vê gûndê kevnar parastina çanda xwe dikin. Ji cil û bergên xwe heyanî zimanê xwe parastina çanda xwe dikin û li ser dîroka kevnar dîroka parastina hebûnê zêde dikin. 

Helo Hec Elî Ebasokê ya 86 salî bi van gotinan behsa gundê xwe Girê Xezalê dike: "Bi qasî ku tê bîra min dapîr û bapîrên me behs dikirin ku ev gund gelek kevnar e. Ji aliyê çandî ve jî gelek dewlemend e. Jinên gund heta niha jî ziman, cil, berg, kultûr û kevneşopiyên xwe diparêzin. Malbata me ya Ebasokê welatparêzin, ji destpêka derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê û heta niha di nava vê dozê de xebat dikin. Ji bo vê me gelek şehîd û şervan jî dan."