Ji ber El Nînoyê dibe ku sala 2024’an germahî rekorê bişkîne

Bûyera hewayê ya wek El Nîno tê zanîn û dibe sedem ku gerstêrk 1 an jî 2 salan germ bibe, li Okyanûsa Pasîfîk dest pê kir. Di sala 2024’an de germahiya rekorê tê texmînkirin.

Navenda Nûçeyan- El Nîno ku wekî bûyera hewayê ya di avhewaya kûrewî de guherîna herî mezin diafirîne, dest pê kir. Tê payîn ku ji ber El Nîno sala pêşiya me jî germahî bigihîje rekorê.

Li gorî nûçeya BBC’yê pisporên DYE’ê bi fikar in ku di sala 2024'an de bandora El Nîno ya germahiya kûrewî bi 1,5 pileyî bi sînor dike, derbas bike. Tê payîn ku niha El Nîno heya bihara 2024’an çalak be û dûre hêdî hêdî bandora xwe winda bike. Ji ber El Nîno, li Awustralyayê hişkesalî, li başûrê DYA'yê barana zêde, li Hindistanê jî îhtimala kêmbûna barana mûsonê derkeve holê.

Bûyera hewayê ya ku guherîna herî mezin ava kir

El Nîno wekî bûyera hewayê ku di avhewaya gerdûnî de guherîna herî mezin çêdike tê zanîn. Sê qonaxên El Nîno: germahî, serma û bêhêz. Di qonaxa germ ku di heyama navbera 2-7 salan dubare dibe de, ava rûberî ya peravên Amerîkaya Başûr germ dibe û piştre li okyanûsê belav dibe û germahiyek mezin li atmosferê zêde dike. Salên mîna 2016’an ku rekorên germahiyê hatin şikandin, gelek caran piştî El Nînoya xurt tê. Rêxistinên meteorolojiyê yên li deverên cuda yên cîhanê, ji bo tesbîtkirina destpêka El Nîno pîvanên cuda bi kar tînin.

Mirovên zanyer ên li DYA'yê dibînin ku ava okyanûsê tevahiya mehekê ji normalê 0,5 pile germtir e, atmosfer li hemberî vê zêdebûna germahiyê bertek nîşan dide û guman heye ku dê ev yek demek dirêj bidome, wekî destpêka El Nîno dibînin.

El Nîno li hemû cîhanê tê hîskirin

Pisporên Amerîkî di dawiya meha Gulanê de ragihandin ku ev her sê şert jî hatine bicihanîn. Ji Îdareya Neteweyî ya Okyanûs û Atmosferê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Michelle L'Heureux, diyar kir ku şert û mercên avhewayê yên ku bûne sedema derketina El Nîno dê di heyama pêş de zêdetir bibin û da zanîn ku ferqa germê di hefteya ewil a Hezîranê da 0,8 pile ji normalê zêde bû. Mirovên zanyar hesab dikin ku El Nînoya vê carê, di dawiya salê de ji sedî 84 heye ku hêza El Nîno ya navînî derbas bike.

Îhtîmala ku germbûna ava okyanûsê ji 2 pileyî derbas bibe û bikeve kategoriya "Super El Nîno" ji sedî 25 e. Bandora El Nînoyê bi çend mehan dereng be jî li hemû dinyayê tê hîskirin. Ev bûyera avhewayê bi gelemperî hişksaliya li Afrîkayê jî zêde dike.

Tê texmînkirin ku dê sala herî germ be

El Nino ya bi hêz a di salên 1997-98'an de bû sedema 5 trîlyon dolar xisar û mirina 23 hezar kesan di bahoz û lehiyan de. Tê payîn ku ji ber El Nînoya vê carê sala 2024’an dê rekora sala herî germ bişkîne. Germahiya hewayê ya cîhanê 1,1 pile ji navînî ya serdema 1850-1900 zêdetir e. Dibe ku El Nîno vê yekê 0,2 pileyên din zêde bike û nêzîkê derbaskirina sînorê sembolîk 1,5 pileyî ku di Peymana Avhewayê ya Parîsê de hatiye destnîşankirin, bike. Mirovên zanyar diyar dikin ku di çend salên pêş de her çend demkî be jî îhtîmala şikandina sînorê 1,5 pile, ji sedî 50 zêdetir e.