‘Ji ber avêtina madeyên plastîk xweza di rewşek metirsîdar de ye’

Mamosta û şarazaya di qada xwezayê de Rojan Ferûdun der barê bikaranîna madeyên plastîk axivî û diyar kir ku bikaranîna madeya plastîk zêde dibe û di encamê de dibe sedemê gelek nexweşiyan û xeteriyek mezin dide avakirin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Paqijgirtina xwezayê erkê ser milê hemû mirovane, lê belê ne hişyarî di be sedem ku xweza qirêj bibe û zîndî ji holê rabe. Herwiha bikaranîna madeyên plastîk dibe sedemê gelek nexweşiyan.

Mamosta û şarazaya di qada xwezayê de Rojan Ferûdun da zanîn ku li gora ew lêkolînên kirine, rewşa xwezaya herêma Kurdistanê di astek metirsîdar deye wiha got: “Bi karanîna madeya plastîk di asta hemû cîhanê de zêde dibe, ji ber ku bi asanî bi dest dikeve û di gelek karên rojane de tê bikaranîn û madeyek sivike.”

‘Ji sedan 80’ê  madeyên pilastîk tê avêtina nava avê’

Rojan Ferûdûn der barê zêdebûna bikaranîna madeyên plastîk de wiha got: “Li gora amêrên di sala 1986-1988 li Îraqê kom kirine, heta sala 2018’an rêjeya bikaranîna madeya plastîk ji sedan 4.3 yan jî 380 caran zêde bûye. Li sînorê bajarê Silêmanî li gora ew daneyên hatine bi destxistin, rojane 1800 ton ax û çop tê avêtin, ji sedan 16 madeyên plastîk in. Madeyên plastîk bandora xwe  li ser hemû amêrên xwezayî bi taybet çavkaniyên avê dike. Ji ber di cîhanê de piraniya madeyên plastîk  nav avê tê avêtin û salane zêdeyî 114 cûr zindî ji ber plastikan tune bûne.  Di destpêka çêbûna madeyên plastîk de heta niha ji sedan 80’ê madeyên plastîk nav avê tên avêtin û ji sedan 20’ê wê tên bikaranîn û dûbare tê bikaranîn. Pirsgirêka mezin ewe ku ev madeyane demek dirêj di xwezayê dene. Hinek ji wan 400 salan dimînin. Bi di şêwazî plastîk zirarê dide. Beşek raste rast zindiyên avê madeyên plastîk dixwîn û em jî wan zindiyan dixwîn, ya dûem jî bi awayek ne raste rast em rojane bikartînin.”

‘Kes di bikaranîna madeyên plastîk de ne hişyarin’

Rojan Ferûdun da zanîn ku niha bi karanîna plastikan ji bo mirovan asane, lê belê di salên bê de wê bandorek xirab li ser tenduristiya mirovan bike û wê nexweşiyê cûda ên weke xede, penceşêr û têkçûna hormanan bi mirovan re peyda bibe û got: “Ew madeyên plastîk di nava avê de tên bikaranîn hêz wan ya mayinê zêdeye. Me berê sepetên ku ji çîq û dar çêdikir tu ziyanek wê nebû dikarin gelek carana bikarbînin.  Kesên civaka me di aliyê hişyariya xwezayê de ne hişyarin ku ziyanên plastîkê bizanin û xwe ji bikaranîna wê dûr bixin. Çend rêyên ji bo kêmkirina bi karanîna madeyên plastîk hene ku erk dikeve ser milê hikumetê, weke derxistina zagonek ku bi kijan rêyê bikaranîna plastîkan kêm bikin. Market amêrên plastîk kêm bikin. Bacek zêde bixin li ser ew navendên ku van medeyan tînin. Divê dezgahên ragihandinê der barê metirsiyên plastîkan de lêkolînan raxin berçavan. Her wiha li dibistanan xwendekaran hişyar bikin, ji ber ev madeyena dîmenek nexweş dide xwezayê û dibe sedemê zêdebûna pileya germahiyê.”